• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Erdogan: Di pakêta nû de suprayz hene

Erdogan: Di pakêta nû de suprayz hene


barkirin: Gelawêj 17, 2013, 5:58


Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan diyar kir ku pakêta demokrasiyê ya ku ew li ser kar dikin temam bûye û ewê di rojên pêş de aşkira bikin. Erdogan got ku di pakêtê de efûya giştî nîne, mafê perwerdeya Kurdî nîne lê, suprayz hene.

Piştî daxuyaniyên tund yên rêvebirên PKK’ê der barê qonaxa aşitiyê ya li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê de serokwezîrê Tirkiyê Erdogan axivî. Erdoxan îdîa kir ku PKK pêdiviyên sozên xwe bi cîh neaniye û ew li gor raporta mirovên aqilmend tev digerin.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di vegera serdana xwe ya ji Turkmenistanê ji rojnemeya Hurriyet ya Tirkiyê re axivî û got ku di çarçoveya qonaxa aştiyê ya Tirkiyê de ew pakêta demokrasiyê amade dikin û ev pakêt temam bûye. Erdogan diyar kir ku ewê di rojên pêş de vê pakêtê aşkira bikin. Erdogan diyar kir ku gelek tiştê vê pakêtê tên zanîn û hatine bihîstin lê yek du suprîz di nava wê de hene.

Der barê mafê perwerdeya zimanê dayikê de jî Erdogan got ku ew ti xebatekê ku welat parçe bike nakin. Ji xwe li Tirkiyê derfeta fêrbûna zimanê dayîkê heye.

Sebaret bi daxuyaniyên tund yên rêvebirên PKK jî Erdogan got ku ewên dibêjn emê êrîş bikin, bila kerem bikin. Erdogan got: ‘Hêzên me yên ewlekariyê jî hene. Em jî ji bo wan nabêjin hûn bi xêr hatin.’

Erdogan der barê Kongreya Netewî ya Kurd de jî nêrînên xwe vegot û diyar kir ku wî berê jî gotiye ku heger ev kongre bibe sedema parçebûna Tirkiyê ewê vê yekê pesend nekin.

 

 

dîtin: 140

Pêveker:

erdogan di pakêta de suprayz hene