• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Erdoxan henekê xwe bi Kurdan kir, Kurdan jî got; ne ezim yê dîye - Şiroveya Rewanbêj

Erdoxan henekê xwe bi Kurdan kir, Kurdan jî got; ne ezim yê dîye - Şiroveya Rewanbêj


barkirin: Pûşper 8, 2017, 12:16


Dihunê Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoxan pirsên televizyona France24 bersivandin. Xalên giring di derbarê Kurdan de, di vê hevpeyvînê de hatine ravekirin. Ne tenê Kurdên Başûr an ku Hikumeta Kurdistanê an jî rêvebiriya PDK an jî rasterast Serokatiya Mesûd Barzanî, lê belê rasterast Kurdên bakur, siyaseta bakur, PKK û rêvebiriya wê ya Qendîlê an jî Serokatiya Evdille Ocalan jî rasterast têkildar dike.

 

Xalên serekî yên hevpeyvînê rewşê têra xwe zelal dikin.

Di derbarê Referandûma li başûrê Kurdistanê de Erdoxanî aşkere got; Biryara Referandûmê ne raste, ewana dê poşman bibin.

Û Serokê Tirkiyê yê diktator û xwînrêj weha berdewam kir;
Li Tirkiyê dê li kîderê çêbibe? Li tirkî avêtina gavekî weha qûn dixwaze ( bi wateya xwe ya Kurdî weha dibêje). Ewên gaveke weha bavêjin dê hetanî neha avêtibane. Neha berdêla wêya pir giran didin. Li tirkiyê ne zemînekî weha heye, ne jî pêkhatineka weha heye. Li wira eyaletek heye. Vê herêmê ev gav avêtiye. Tirkî xwedan pergaleka yekpare(uniter). 

Ne tu hêza kesekî heye, ne jî derfetê kesekî heye vê yekpariyê xirab bike.

Ne tu hêza kesekî heye, ne jî derfetê kesekî heye vê yekpariyê xirab bike. Îro li Başûrê Rojhilatê  Tirkiyê û li Rojhilatê tirkiyê tu arîşe nîne.

Herkes di nava aramiyêde ye, tevayî gelê herêmê bi hevre karê xwe dike. Li gel werçerxîna bajaran em ji nû ve ava dikin. Ciwaniyeka tirkiyê heye, hun zanin ev çiye? Li Tirkiyê Kurdîtî tune. Li Tirkiyê Kurd heye, Tirk heye, Laz heye, Boşnak heye, Zaza heye û tev jî di nava hevdene.

Û Erdoxan misoger diaxife.
Em carê yekin û pêkvene. Hun dikarin vê cûdabûnê di wirade bibînin lê hun di mede nikarin bibînin. Ji ber wêya jî sedemên van gavan em diavêjin tirkî tu car nikare têkeve tiştekî wisan, derfet nade rewşekî weha.


Piştî daxuyaniya Erdoxanî di serî de di torbendên civakî de, gelek –zana- û qelemşorên Kurd ev daxuyaniya Erdoxanî parve kirin û berê xwe dane Barzanî û herêma Kurdistanê. Wekî ku ev şerm, ev gef, ev henekpêkirina Erdoxanî tenê Referandûma Kurdistanê têkildar dike û qet tu girêdan û têkilî û gefa vêya li ser PKK û Kurdên bakurê Kurdistanê tune.
Erdoxan bi aşkereyî henekê xwe bi Kurdên bakur kiriye.  Hindek Kurdên ji rastiya birêveçûna siyasetê û rewşê dûr tim û tim rojevê berovajî dikin û bi serda jî zanebûna xwe dixwazin bisepînin. Lê eve naşîbûn û cahiliyeka tirkewarî ya kevine. Ji ber ku Erdoxan herçend nepejirandina xwe ya referandûma Kurdistanê derbirîbe jî, vekirî û aşkere henekê xwe bi hêza PKK, bi hêza HDP û bi gelê Kurd yê bakurê Kurdistanê kiriye. Ev bêkêriya siyaseta Kurd ya dijî rejîma dîktator, dewleta xwînrêj û xwînmij ya tirkiyê ye. Çawa ku bêyî gefxwarinin dewleta Tirk, bêyî hesab û pîvanên biçûk divê referandûm û berbi serxwebûnêve çûyîna herêma Kurdistanê û pêre pêre, Rojavayê Kurdistanê jî divê pêk bê hesabê herêma Kurdistanê bi Tirkîyê re ser bingehê berjewendiyên erda Kurdan û gelê Kudd be, ji aliyê dîtir ve siyaseta Kurd ya Bakurê Kurdistanê, rasterast PKK û paşê jî HDP divê dijmindariya dewleta Tirk, bêbextiya dijminên Kurdan him bi hîma xwe ya dîrokî ve, him bi hebûna xwe ya neha ve bibînin û li himber vêya hemî rêk û rêçikên Kurdewarî, Kurdayetî, Kurdîtî berovajî gotinên Erdoxanî, bi her alî Kurdbûnê bijîn û bidin jiyandin.

Hevdûreşkirin, bi gefên dijminan ve hevdû kirina armanca tîra hev û dijminan qelsiya herî mezin ya mêjiyên biçûke.

VÎDEOYA RISEN YA HEVPEYVÎNÊ

dîtin: 397

Pêveker:

erdoxan erdogan france24

Babetên nêzîk