• Têketin
  • Ziman
Erdoxan; “Tevlî Daiş’ê divê PYD jî ji holê bê rakirin”

Erdoxan; “Tevlî Daiş’ê divê PYD jî ji holê bê rakirin”


barkirin: Êlûn 24, 2014, 10:15


Erdoğan di salvegera 69. ya Neteweyên Yekbûyî de bi rojnamegerên tirk re sohbet kir. Di nivîsa berpirsê Star-Kanal 24’ê Musatafa Karaalîoğlu ku daxuyaniyên Erdogan vedibêje bi sernavê “Ji bo DAÎŞ bê tunekirin divê pisrgirêka li Sûrî jî bê hesabkirin” wisa tê gotin (24 îlon 2014):

“Tevlî Daiş’ê divê PYD jî ji holê bê rakirin”
“Divê planeke giştî bê bikaranîn. Çi ye ew plan: ji bo pirsgirêka Daiş’ê ji holê rabe, pirsgirêka li nava Sûrî divê têkeve nava hesêb. Ji bo Iraqê jî divê wisa bê fikirîn. Hetta divê çareseriyeke ku (PYD) ya bi rêxistina cûdakar (PKK) ve girêdayî ye jî di nav de çêbibe. Binêrin Daiş ji rêveberiya Sûrî fêdê digire. (PYD) ya bi rêxistina cûdakar (PKK) ve girêdayî ye jî dema ku mijar têkoşîna bi Daiş’ê re be xwe ji holê dide alî. Ji alî din ve di destê Daîş’ê de çekên ku Amerîka dabû Iraqê hebû. Me ji Amerîka re got ‘piştgiriyê nedin wî Malîkîyî’. Van gotinên me her tim hat piştguhkirin. Di dawiyê de çi bû? Çekên ku dabûn wê derê piştî ku Malîkî Musul berda û reviya ketin destê Daiş’ê. Bi wan çekana tevgera dagirkirinê meşand. Li Iraqê jî divê em bi hev re têkoşînê bikin. Li Sûrî di serî de ku me bi hev re têkoşîn bikira, vê astengiya me nedikişand. Wekî Obama dibêje, divê gaveke ku Sûrî û Iraqê jî di nava xwe xe bê avêtin. Çi têkeve ser milê me wekî Tirkiyeyê em jî dê amade bin.

Çiya Mazî/Rewanbêj

dîtin: 485

Pêveker:

erdoxan