• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Erebîstanê di salekê de 175 kes darve kirine

Erebîstanê di salekê de 175 kes darve kirine


barkirin: Gelawêj 25, 2015, 9:02


Amnesty International di raporeta xwe ya nû de dibêje, Erebistana Siûdî di sala borî de her du rojan kesek bidarve kiriye.

Di raporta wê rêxistinê de hatiye, ji meha August a sala 204ê heya June a 2015 ê li Erebstana Siûdî herî kêm 175 kes hatine darve kirin.

Li gor wê rêxistna parêzvana mafê nirovan, di qonaxên dadgehkirina tawanbaran de hemû pîvanên navnetewî hatine binpê kirin. Heta piraniya qurbaniyan ku biyanî ne, tawana xwe û bi sedemên tawanbar kirina xwe jî nizanin.

Li gor raportê, tawana zêdetirî %40 a wan kesan di sala 2014ê de, madehê hişber bûye.

Li gor amarên Amnesty Internationalji sala 1985ê heya niha herî kêm du hezar û 200 kes li Erebistanê hatine bidarvekirin. Ji meha Augusta îsal hejmara darvekirinan bi awayekî berçav zêde bûye û piştî hatine serkar a Şah Selman di meha January yê de gihiştiye asta herî bilind.

Dijberî hemû girêbestên navnetewî, girîngtirîn hevpeymanê welatên rojavayî di rojhilata navîn de, kesên ku hatine bidarvekirin negihiştine temenê qanûnî. Herwiha hin kes hatine bidarvekirin ku şelel bûne.

Herwiha cezayê darvekirinê ji bo jin û zilaman hatiye diyar kirin ku ola xwe ji îslamê guhertine yan li derveyî zewacê peywendiya cinsî bi hev re hebûne.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya cîbicîh kirina darvekirinan li ber çavê xelkê bûye û yan serê tawanbaran hatiye jêkirin yan jî hatine gulebaran kirin.

Herwiha cenazeyê tawanbaran çend rojan li meydanan daliqandî hiştine, da ji bo xelkê din bibe ders.

Di beşeke din ya raportê de hatiye, bi vê hejmara darvekirinan d, rêzbendiyan de Erebistan piştî Îranê ye. Li gor amarên fermî yên dewleta Îranê hejmara darvekirina 189 kes e, lê herî kêm 454 kesên din jî bi dizî ve hatine bidarvekirin û nehatine ragehandin.

Di rêzbendiya welatan de ji ber nebûna zanyariyên rast derbarê hejmara darvekiriyan navê welatê Çînê nehatiye, lê piştî Erebsitana Siûdî, Îraq bi herî kêm 61 darvekirina û Amerîka bi 35 darvekirinan di rêzbendiyê de cîh girtine.

 

darvekirin01

dîtin: 310

Pêveker:

erebîstanê di salekê de 175 kes darve kirine