• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Esad; 'Kurd xayinin' , Kurd; 'Em rê nadin ev welat parçe bibe'

Esad; 'Kurd xayinin' , Kurd; 'Em rê nadin ev welat parçe bibe'


barkirin: Sermawêz 19, 2017, 12:58


Esad; Kurd Xayinin, Kurd; Em rê nadin ev rejîm vî welatî parçe bike.

Serokê Dewleta Surî Beşar Esad li wargeha Hmeymim li gel cêgirê serokê Rûsya Dimitriy Rogozin civiya. Piştî civînê Esad daxuyanîyên balkêş dan.

Esad derbirî û got ku WYE, piştevanîya komên terorîst dike û terorîst ne tenê DAÎŞ e, komên wek El Nusra û gelek komên dîtir jî terorîstin.

Esad ji bo HDS an ku Hêzên Demokratîk yên Sûrî jî got "Ew Xayinên welatin"
Esad got ne tenê Kurd, gelek hêzên dîtir yên girêdayî Emerîkayê jî di nava vê hêzê dene.
Got; "Ev hêzên di bin çavdêriya Emerîka de, Xayinên welatin."

Hîna rojek bi ser daxuyanîya Esad neketî, Hêzên Dêmokratîk yên Sûrî an ku Hêzên YPG bi daxuyaniyekê bersiva Esad dan.

Di dayuyaniya YPG de weha hate gotin; " hikumeta Esad bi xwe xayîne." Di daxuyaniya nivîskî de berdewam weha hate gotin;" Ev rejîm bi xwe xayîne, eger Sûrîyeyî dijî wê dernekevin, ev rejîm dê bibe sedema parçebûna vî welatî, hêzên me bi tu rengî rêya vê yekê nadin."

 

dîtin: 328

Pêveker:

esad kurd xayinin hds surî