• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Eşîra Kura bi hezaran endamên xwe ve tevli BDP’ê bûn

Eşîra Kura bi hezaran endamên xwe ve tevli BDP’ê bûn


barkirin: Adar 20, 2014, 11:05


Beşdariya li nava refên BDP’ê, roj bi roj zêde dibe. Li navçeya Riha Wêranşarê eşîra Kura bi meş û merasimekê tevli BDP’ê bû.

Beriya hilbijartinên herêmê yên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê tevlêbûna nava refên BDP zêde dibin. Li navçeya Riha Wêranşarê, tevlibûna eşîr û malbatan a BDP’ê jî berdewam dike. Şevê din jî eşîra Kura li navçeya Wêranşarê bi meş û şahiyekê tevli BDP’ê bû.

Bi hezaran endamên eşîra Kura li kolana Dêrikê kom bûn û bi meşê hatine navenda BDP’ê. Komê di meşê de li def û zurneyê xist û heta buroya hilbijartinê meşiya. Namzetên BDP’ê yên Hevserokatiya Şaredariya Wêranşarê Fîlîz Yilmaz û Emrûllah Cîn, rêveberên BDP’ê yên Wêranarê jî tevli merasimê.

Di merasimê de Hevserokê BDP’ê yê Wêranşarê Halis Aktaş, bang li her kesî kir û xwest di bin baneyê BDP’ê de li hev kom bibin.

Parêzerê eşîra Kura Mehmet Emin Bayrak jî axivî û diyar kir ku ew aydî vir in û bi malbatî hatin beşdarî BDP’ê bûn.

dîtin: 219

Pêveker:

eşîra kura bi hezaran endamên xwe ve tevli bdp