• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Êşnameya Elî Heyderiyan

Êşnameya Elî Heyderiyan


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Gulan 9, 2018, 10:26


Îro 8 mîn salvegera bidarvekirina 4 girtiyên Kurd li Iranê ye.

Di roja  9’ê Gulana 2010’an de 4  girtiyên siyasî yên Kurd bi navên “Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan” bê ku haya malbatê û parêzeran jê hebe di girtîgeha Êvîn a Tahranê de  hatine darvekirin.

Ferzad Kemanger û hevalen wi bi  nameyên  ku di zindanê de nivîsîbun, ketine nava dîrok û edebiyata Farisî de. Piştî darvekirina Ferzad Kemanger û hevalen wi, roja 9’ê Gulanê ji aliyê raya giştî ya Îranê û Kurdistanê ve weke roja mamostayan hate binavkirin.

 

Êşnameya Elî Heyderiyan

Ev serbihuriya mehkumekî îdamêye...

Ez Elî Heyderiyan im. Di destpêka meha Mêhrê sala 1358' an de li bajarê Sine ji dayik bûme. Li Sine dijiyam û di heman bajêrî de dijiyam. Di sala 1385 de ji bo emeliyata cerahiyê min serdana Tehranê kir û heyamekê li wî bajêrî bûm ku di ber êvara rêkefta 28'ê Murdada heman salê de ji aliyê hin kesan ku bi cilên sivîl bûn, ez hatim binçav kirin û ber bi cîhekî nediyar ve hatim veguhastin.

Piştî ketina hundirê wî binayê nediyar, kesên ku ez desteser kiribûm, tehemûl nekirin da di jora lêpirsînê da dest bi heqaretên xwe bikin û yek ji wan piştî derxistina çakît û hildana hiçkên xwe, qeytanên solên xwe peyt girêdan û bi hêrs, bi aliyê minê dest ji piştve girêdayî hat û bi lêdana zerbeyeke ji nishkave bo nav lingên min, ez raxistime erdê. Zerbeyên giran û bilez û bênavbera mist û pênên wî li tevaya laş û ser û rûyê min, hisa xirûr, hez û razîbûneke ecêb di wî de afirandibû. Ji ber lêdanên li zik û sîngê min hilkişandina hewayê(nefeskişandin) gelek bi êş bû û devê min ewqas hişik bibû ku min nedikarî peyvekê jî bînim ziman û ew jî bi hêrs û razîbûnê, heyecan û iqtidarê ewqas mijûlî karê xwe bîbû ku heta bi westiyan û xwehdanê li ser rûyê xwe jî  nehesiya, heta ku hevkarekî wî mudaxele kir û ew sekinand.

Piştî saetekê ku êdî hewa bi temamî tarî bibû, çend kesên din bi cilên sivîl ku ji meimûrên wezareta Êtlaatê bûn bi girêdana çavbendê ez xistim hundurê erebeyekê, di halekê de ku destên min kelpçekirî û çavên min girêdayî bûn bi wan destên xwe serê min ber bijêr û kursiyên erebeyê fişar didan. Lê guhên min ku ji ber lêdanê, deng bi durustî teşxîs nedida, nehatibûn girtin û min dikarî qerebalixa bajêr û dengê erebeyan û hime-hima xelkê bibihîsim. Bi bihîstina her dengekî bîranînek di hizra min de zindî dibû û tevî bîranînê diçûme nava salên berê û bi lêdanekê ku ji nişkave li pişta serê min dan, hemû bîranîn perş û belav kirin.

Yek ji wan kesan ji bo destpêka lêpirsînê got:” xelkê ku derêyî? Min bersiv da û got xelkê Sinê û Kurd im. Hêj axivtîna min temam nebibû ku çend mist ber bi aliyê min raweşandin. Çimkî di vê baweriyê de bû ku tevaya Kurdan cudayîxwaz û sedema nearamî û paşdemayina welat in. Yekî din ku di aliyê minê çepê de rûniştibû ji lêdanên giran û bihêzên destên wî wer xuya bû ku kesekî gir û bi hêze, bi destê xwe serê min ber bi aliyê xwe ve zivirand û got:” hetmen sunî yî...” û bi lêdana çend zerbeyan li jêr erzink û devê min tevî çîrên nexweş, hêrsa xwe ya ji suniyan nîşan da.

Neferê sêyem ku li pêşiya erebeyê rûniştibû ji yên din ciwantir bû, lê gencineya peyv û gotinên kirêtên wî ji du kesên din dewlemendtir bû. Ji pêşiya erebê êrişî ser min kir û got: tu ku sunî yî çira navê te Elî û paşnavê te Heyderiyan e? ” Çimkî li gor wî ew yek jî sûç bû. Wî ewqas qirka min gûvaşt ku hema kêm mabû bifetisim. Dinya li pêş çavên min tarî bû û bi giştî sergerdan û heyirî mabûm. Min nedizanî di vê rewşê de çi bersivekê bidim, çimkî ez Kurd im û di helbijartina vê miliyetê de bi min re şêwirek nahetibû kirin, ne jî di encama şêwir û lêpirsînê de îmkana guhertina mileyta min hebû, ji ber ku dayik û babên min Kurd bûn û cîhê ji dayik bûna min Kurdistan. Sûnîbûm ji ber ku ejdadên min sûnî bûn û malbat, civak û etmosfêra heyî dibûn sedem ku sunî bim. Xwestin yan nexwestin di piratîkê de îradeya min esas nebû. Navê ku heya dawiya jiyanî lazim bû pê bême bang kirin bêy lêpirsîna raya min li min kiribûn. Fikra meseleyên ku min qet îradeyek di hilbijartin yan encama wan de nebû, lazim bû bême şikence kirin û hesabê bidim bêhtir ji îşkenceyê ez nerehet dikirim. Lê wan ku di hecmê biçûkê erebeyê de û nebûna tiştên taybet ji bo nîşandana hêz û bandora xwe zêdetir hêrs bibûn, soz dan ku di jora lêpirsînê de wan kêmasiyan serrsat bikin. Piştî derbasbûna ji cadeyeke bi îzdiham ku diyar bû yek ji şeqamên serekî yên bajêre, erebe li ber deriyê binayekê sekirnî. Piştî vebûna derî em ketîn hundurê hewşê û ji bo pêkanîna lêpirsînên din ez radestî meimûrên di bînaya nû de kirim. Piştî têketina odeke mezin, wan ez li ser kursiyekê bicîh kirim û lêpirser li ser kursiyeke din li beramber min rûnişt. Kesekî din ku şokeke elektirîkî di destên wî de bû li rex min sekînî. Lêpirsera bêy îzaha sûç destpê kirin, hêj pirsa lêpirser temam nebibû, kesê li rex min bi lêdana şokê li cîhên hesasên laşê min weke rûmet, guh û serê tilîyan dixwest bê sekin bersiva pirasn bidim. Bi dehan car ji ber lêdana şoka elektirîkê mecbûr dimam besiva hîn pirsan bidem ku min bi temamî ji naveroka wan fam nekiribû. Lê bi vê yekê jî qenaeta wan nehat û lêpirser destûr da darê qamçiyê bînin û cilên min derxînin. Bêy cil û rûs(tazî) li ser erdê hatim razandin, destên min ji pişt ve bi kelepçeyan girtî bûn. Kesekî piyê xwe danî ser nav milên min û destên min bilindî jor kirin, bi awayekî ku min nedikarî bilivim. Yek ji wan ji bo zêde kirina êşa lêdanê, qamçî duta kir û ji serê tiliyan heya serê min bi lêdanên giran laşê min diperixand. Bi awayekî di karê xwe de şareza bibû ku hesastirin cîhên laşê mirovan weke doktorekî dinasîn. Ji ber lêdanên li pey hev û giranên li ser wan deran, çerm û goşt û hestiyê laşê min bi hevre girêdabû û ez dirêjî ser erd bibûm.

Şewata bi mirina qamçiyê û şideta êşê heta nava hestî û mejî diçû. Hemû xan(hûcrey)ên laşê min ber bi herifînê ve diçûn. Reqis û newaya bi êşa lêdanê tevî hawara bi kîna lêpirserê bê hiss, hemû ode dagirtibû. Carna ji bo pirsîna pirsekê lêdanên qamçiyê disekinîn, lê zerbeya nû gelek girantir û bi êştir ji ya berê li laşê min diket.

Lêpirs berdewam hawar dikir ku:” Xwedayê vira ez im û jiyana te jî di destên min daye.”

Bi kenên wek nexweşan û weke şêtan şideta lêdanan zêdetir dikir. Piştî peywendiyeke telefonê destûr da ku min bişînin cîhekî din. Nêzî nîva şevê bû ku cardin siwarê erebeyê kirim û di zulemata bi xofa şevê de ez ber bi cîheke din birim. Ji destpêka çûna oda bînaya nû û di hundirê rêrûya pêşiya deriyê odekê ku min piştre zanî oda serokê ragirtgehê ye, tîmeke lêpirsînê ku ji 5 kesan pêk dihat, bêy ti lêpirsînekî tenê ji bo çav tirsandinê dest bi lêdanê kirin. Yek ji wan destê rast û yê din destê çepê min girtin, du kesan bi lêdana mist û pênan û yekê din bi lêdana şoka elektirîkê hertim dubare dikirin:'' ev der axira xetê ye û tikes bi saxî ji vir dernakeve''.

Piştî derbasbûna demekê bi wî awayî yek ji wan digot:” ger bersiva pirsên ku em dixwazin nedî yê hemû nînûkên te bikêşîn.”

Fikra wan şêwazên serdema sedsala vustayî di sedsala 21´an da, heta di kabusên tevlihev de jî namumkîn dihate pêşçavên min, ku ji nişkave êşek weke goriya bi tîna agir tevaya canê min dagirt û tevî vê êşê çend qirnan ber bi paş de çûm. Min hiss dikir ku di tarîtirîn serdema beşeriyetê de di nava cehnema qirna vustayê de me ku ji nişkave yek ji wan bi emrazekî ku di destên wî de bû, nînukên tiliyên dest dinav de bû bi zexta li ser nînûkan û rakêşana wan bo pêşiyê êşeke wiha diafirand û tewaya êşên berê li hember vê qet girîng nebûn. Piştî dubarekirina wî karî li ser tiliyan, serokê wan destûr da makîneya elektirîkê pêbikin. Piştî pêkirina makineya elektirîkê ku dengekî bilind jî hebû, piştî çend deqeyan ji bo zêdebûna voltaja wê, ez dirêjî ser erdê kirim û têlên elektirîkê bi zebda piyên min ve girêdan, weke ku bixwazin ji bo xemlandina oda xwe teyrekê hişik bikin. Di halekê de ku mijûlê axivtina bi hevre bûn zêdetirî 15 deqeyan ez di heman rewşê de hêlam. Cilên min ku hemû heyiya dinyaya min a derve û azad bûn, derxistin û derpê û biluzekî şîn li min kirin û çavbend li çav ez birim hûcreyeka yek kesî û biçûk. Ji dema ketina hundurî hûcreyê li ser erd ku bi mukêteke pîs hatibû raêxstin, dirêj bûm û ji şîdetta êş û westanê di halê bêhoşiyê de bûm. Roja paştir dema ku doktorê bawerpêkiriyê wan ji bo pişkinîna giştî û teisîra îşkenceyan cilên min derxistin, bi dîtina gewratî û birînên ji ber lêdanên qamçî, şoka êlêktirîk û mist û pênan, rengê nemayî, destên lerzok û çavên wehşetkirî, hîn tişt li ser kaxezekê nivîsin.

Lêpirsîn ji saetên destpêka rojê destpêdibûn û heya avabûna rojê berdewam dibû û piştî bi dawîbûnê cardin ez vedigerandim hûcreyê. Hûcreya ku tenêbûn û mirina deman gelek ji îşkenceyên fîzikî bi êştir bû. Ji bo xilasiya ji tenêtî, fikar û kabûsên hakim li ragirtgehê, min biryar da hat û çûyê bikem, lê hûcre ewqas biçûk bû ku ji bo pîvana sed metran lazim bû zêdetirî 40 caran li dora xwe bizivirim. Navê ku ji ber hebûna wê rastî lêpirsînê hatibûm, zû ji bîr çû û ez weke girtiyê hûcreya jimare 73 dihatim bi nav kirin.

Nêzî du hefteyan ji lêpirsînan derbaz bibû. Heya ku rojekê ji ber lêdana mista lêpirser difna min tûşî xwîn rêjiyeke dijwar bû bi awayekî ku doktorê hazir di ragirtgehê de nikarî pêşiya xwînberbûnê bigre, heta lêpirser bi xwe jî bi dîtina xwîna ser erd mişawiş bibû. Ji ber vê jî ez birim nexweşxaneya li dervey girtîgehê, li wira bû ku min zanî heya niha ez di benda 209' a girtîgeha Êvînê de bûme. Çendîn meh bi vî awayî derbaz bûn û dema ku nikarîbûn ji bo dayina hukmê di hizra xwe de belgeyekê li dijî min pêşkêş bikin, biryar dan min bişînin Kirmanşanê, da belku li wê derê bikarîbin hukmê ku dixwazin, bidin min. Di halekê de ku ti sûçekî min yê nû nebû û sûçê min jî ji min re negotibûn, ez şandime ragirtgeheke li Kirmanşanê.

Rewşa vê ragirtgehê gelek ji ya berê xirabtir bû. Binayek kevin ku bi çend pilekanan ber bi jêrzemîn û hûcreyên yek kesî bi dawî dibû. Hûcreya ku bû para min di dawiya saloneke teng û tarî de bû, panîya wê hinek zêdetir ji şan û milên min û berîniya wê jî bi qasî pêngava min bû, dema ketim nav hûcreyê min hiss kir di nava tabotekê ji kevir da me, di hûcreyê de hewa tunebû, hewar û qêrîn ji mesafeyeke nêz jî nedihatin bihîstin, bêdengî û zulemateke tirsnak li wir hakim bû. Pasewanekî pîr ku li gor gotina wî ji serdema ku ew bîna di destê hêzên Sawakê de bûye heya roja îro jî tenê ew di bîra xwe de hêlaye, take dengê ku dihat bihîstin ew bû. Ji ber ku di nava rojê de tenê sê caran me îzna çûyîna avdestê hebû, ji vexwarina avê bêpar dimayin.

Di vê demê de ku zedetir ji du mehan dom kir tevî îşkenceyên fizîkî, min girantirîn şikenceyên ruhî û rewanî tehemul kirin, dema ku nikarîbûn belgeyekê ji bo sûçdarkrina min bi dest bixin, dadwer hukim nebûna desthilata xwe ji bo vê dadgehê îlan kir û cardin ez şandim benda 209'ê. Tenêtî, bêçaretî û bêxeberiya ji malbatê ewqas bi êş bû ku ti kes nikare demekê jî wesif bike.

Baweriya bi bêgunehî û nekirina karekî li dijî qanûnê tenê mijarek bû ku di tevaya zehmetiyên heyî de şadî û bi hêvîtiyê di dilê min de diafirand, ''tevaya meseleyên pêşhatî weke belayên ji dayikbûna di herêmeke coxrafiya taybet de dizanîn'' di dema hemû zehmetiyan de herçend ji îcraya qanûnê û bicî bûna edaletê dilsar bibûm lê bi tevahî bê hêvî nebibûm. Piştî derbasbûna 9 mehan bi qasî çend deqeyan bi rêya telefonê min karî peywendiyê bi malbata xwe re danêm û xebera saxbûna xwe bigehînim wan. Ji Tîrmeha sala 1386'ê neqlî Senendecê bûm û piştî du mehan dadgehê hevdem dosye şande Tehranê û cardin ez veguhestim Tehranê. Di vê qonaxê de ji bo zêdekirina zextên ruhî û rewanî li ser min malbata min jî di emanê de nehêlan û birayê min tenê ji ber nisbeta biratiya bi min re desteser û îşkence kirin, bi awayekî ku destê wî heya demekê bi temamî bêhiss û felec bibû. Di destpêka sala 1386'an de ez şandim benda 5'a girtîgeha Recayî şehra Kerecê, ku benda nexweşên ifonî(kirîtîk) û tûşbûyîyên bi AIDS bûn û pirraniya girtiyên vê bendê ku hukmê îdamê li ser wan bû.

Bi derbasbûna nêzî 18 mehan ji rêkefta desteser bûnê, bo şuibeya 30' a dadgeha İnqilabê hatim vexwendin û di dadgeheke kêmtir ji 10 deqeyan de bêy liberçav girtina usolên şêweya dadresiyê bi sûçê endamtiya di Partiya Kakerên Kurdistana Tirkiyê(PKK) de bi îdamê mehkum bûm. Partiya ku li Tirkiyê ava bûye û di wî welatî de ji bo yek ji endamên wê partiyê jî ew hukim nehatibû derxistin, dema ku me ji sedemên derkirina hukmên wiha ji qazî pirs kir wiha bersiv da:” hukmên dosyeyên siyasî ji aliyê navendên emniyetî tên dayin û min tenê ev hukim vegotiye!”.

Piştî îlankirina hukmê îdamê di meha Mêhra sala 1387'an de tevî 30 girtiyên girtîgeha Recayî şehrê ku hukmê qisasê li ser wan bû ji bo cîbicî kirina hukim bo girtîgeha Êvînê hatim şandin. Di wê rojê de 29 kes hatin îdamkirin, lê ez ji bo lêpirsîna dubare şandim benda 209'ê, tevî ku hukim ji aliyê qazî hatibû ragehandin û suçeke nû ji bo min nehatibû îzah kirin, bi qasî 6 mehan di benda 209'ê de mam û lêpirsînên dubare hatin encam dan, di vê heyamê de berpirsên dosiyê bi caran gotin ku hukmê rageyandî tenê di bin bandora şertên siyasî de bûye û ûsolên dadresiya adil nedîtî hatine girtin.

Bi vî awayî bo girtîgeha Recayî şehrê hatim şandin. Hêj du-sê meh derbaz nebibûn ku bo cara duyem ji bo cîbicî kirina hukmê îdamê bo benda 240'a girtîgeha Êvînê ku mehkumên îdamê, beriya cîbicî kirina hukmê wan di hûcreyên yek kesî yên wê derê de radigirtin, hatime şandin. Her roj li benda cibicî kirina hukimê îdamê ku çaverwaniyeke kujertir ji mirinê ye, dibihurand, lê vê carê jî hukim nehat cîbicî kirin û ber bi girtîgeha Êvînê hatim şandin û niha di girtîgeha Êvînê da dijîm. Elbet ger navê jiyanê lê bê kirin, jiyana ku weke bi miliyonan hemwilatiyên xwe her sala wê ji sala berê bi zecirtir û her meha wê ji meha derbasbûyî bi êştir û her roja wê ji roja bihurî dijwartire.

Niha 1300 roj li dema desteser kirina min derbas bûne lê hêjî dinavbera mirin û jiyanê de sergerdan û bêçare me, nizanim ji dinyaya zindiyanim yan kesên mirî. Eve îzaha halê kesê ku beriya derbaskirina qonaxa zaroktiyê derbasî merheleya ciwantiyê bûye û beriya temamkirina biçûktiriîn dilopa şerbeta ji cama xweşe xweşiyên ciwantiyê li lêva kendala mirinê sekiniye. Eve ye serbihuriya mehkumekê îdamê.

 

Elî Heyderiyan

Girtîgeha Êvîn – 12'ê Behmena 1388

Elî Heyderyan: bi Ferhad Wekîlî re hatibû binçavkirin. Heyderyan jî xelkê bajarê Sineye. Piştî çend mehan di girtîgehê de ma, bi hêceta endamê PJAK’ê ye cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Wergêr: Dêrsim Oremar

Çavkanî: Pirtûka Avabûna Stêrkan Mizgîna Hilatina Rojêye - Weşanên Aram - Diyarbekir

 

 

dîtin: 42

Pêveker:

Êşnameya elî heyderiyan