• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Eşqa Axê

Eşqa Axê


barkirin: Gelarêzan 29, 2014, 12:34


Gelo hûn dizanin bê ruh kînga şax berdaye nava rehên jiyanê?

Dema mirov destpê kiriye ji axê hez bike, wê demê jiyan ji nava axê şîn bûye û derketiye ser rûyê gerdûnê.

Girêdayî wê hezkirina rastî hezkirina axê, eşqa rastî eşqa axê ye.

 

Yekem car tu bû mêvanê xewnên minî tevizî di biharek westiyayî de li ser welatekî bê ax. Min li pêy wê kirasê bedewiya te li bêjna hêviyên westiyayî dikir.

Min xwe davêt nav bahra evîna te û heya heyayê min vedixwar.

Dema min destpê kiriyê ji te hezbikim, min ji xwe heznedikir.

Lê niha xerîbê xewnên xwe me.

Ji dûrve xewnan dibînim.

Biyanîbûyê eşqa xwe me.

 

Hevalno mirovên ku nikaribe dilê xwe ji axê re veke û bihêle ku ax dilê gemarî pakij bike ji xirabiyan nayê pakkirin û mirovekî ku nikaribe bêhna evîna axê bi gulpekê bikşîne hundirê xwe, ewê nikaribe têbigêje bê mirov çawa ji axê hatiye çêkirin. Wê nikaribe fahm bike bê xweza çawa berhem û cewhera axê derdixe holê. Ewê nikaribe bedewiya wêneyê xwezaya welatê çavrêyê azadiyê bi bêhnekê bikşîne dilê xwe.

 

Bingeha hemû evîn û hezkirinan eşqa axê ye. Dema mirov dilê xwe ji axê re vedike, hemû tişt wê demê destpê dike. Bêyî axê wê zaravayên destanên zozanên bêzarmayî nikarîbûya rehên xwe bera nava hestên mirovan bida.

Tu yê yan hezbike yan jî tu yê xwe di nava bêwatebûyînê de bi tevgerên xwe bifetisîne û li şûna xwe axek xemgîn û bêzar bihêle.

Tu yê yan bive evîndar yan jî dildar yan jî hestewar.

 

Ez rabim hemû bedewî û xweşikbûnên li ser rûyê cîhanê bidim ser hev û hewl bidim stranekê vebêjim ji bona axê wê rêzikên helbesta stranê ji hev bixeyidin.

Hemû xweşikbûn û rûkeniya li ser rûyê cîhanê bîne ji min re, ji bo ku karibim di van çend risteyan de „Eşqa Axê“ bidim jiyankirin, ji bo ku karibim destpêka jiyanê hezkirina axê bidim jiyankirin.

Bîne ji min re hemû bedewiyên ser rûyê vê dinyayê ji bo ku karibim xemlekê ji vê xwezaya, ku encama axa welatê agir û rojê ye, çêbikim.

 

Nivîsa minî îro wek awirekî bedewiya axê bizanibin…

Ez van rêzik û risteyan diyarî axa welatê çavrê azadiyê ye, welatê hesretiya rojê dikşîne, welatê ku ji bo man û nemanê li ber xwe dide, dikim. Dibê em wateya axê bilind bikin û dilê xwe ji axê re vekin, mîna hezkirina zimanê dayikê, mina hurmeta dayika. Ez evîndarê axê û zimanê kurdî me…hûn jî bê evîn û eşq nemînin hevalno.

 

Ez „Eşqa Axê“ li Kobanê dibînim, ji ber ku ti kes dev ji axa xwe bernade…

dîtin: 201

Pêveker:

eşqa axê