• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Etar di tûrikê de çi hebe wê difiroşe

Etar di tûrikê de çi hebe wê difiroşe


nivîskar: Zeyat Brûsk
barkirin: Gelarêzan 6, 2017, 8:18


Dil dixwest, ku ev nivîs li ser bedewiya sirûşta welatê min, xweşiya jiyana li ser axa warê bavûkalan ba.

Min behsa dewlemendî û rengên nûwaze yên çanda civat û civakan bikira.

Pesnê dostanî, aştewayî û bi hevre jiyana li welatê xwe û cîhanê bidaya.

Dil dixwest, ku ev nivîs li ser vedîtinên nû yên zanistî, arfirandin û berhemên nû yên ji bo başkirina asta jiyana mirovan ba.

Min behsa sûdên zanistê û xizmeta wan a ji bo mirovahiyê bikira.

Ji ber pêşxistina hest û hizrê mirovahiyê, pesnê zanyar û afrêneran bidaya.      

Dil dixwest, ku ev nivîs li ser xweşî û başiya huner, camêrî û meziniya hunermendan ba.

Min behsa wan berhemên hunerî bikira, ku çawa hestên me dibin ber perên esmanan, aramiyeke bê sînor didin giyanên me.

Min gotiba ka wan hunermendan çawa derûnên me têr kirine.

Lê tûrikê min ji van diyarde û heyînan vala bûye.

Mixabin, di bîrdanka min de vê kêliyê şopa bedewiya sirûşt, sûdên zanistê û xweşiya hunerê nemane.

Sedem ew erdnîgariye, ku îro em li ser dijîn.

Bêguman ne ji axê ye, ne ji avê û hewayê ye jî.

Ew tenê hêmanên kartêker in, ne yên diyarker.

Lê sedem ji mirovan e!

Ji min, ji te, ji wî, ji me tevan û ji wan hemûyan e.

Mixabin!

Sirûşt û jîngeha welat çend bedew be, çend bi bereket û berhemdar be, bi awayekî jiyan li ser heram bûye.

Herwekî ku jehr tevlî hêwina hevîrê mirovan bûye. Rêwîtiyeke bê dawî ye, mirov li dora hev digerin.

Ji xwe mişextî û xerîbî, weke rastiya sepandî maye li ser eniya me.

Ji bilî dagirkerî, dijminahî, zordestî, şer, xwînmijî, faşîzm, talan û neheqiya ji destê desthiladaran, ez  nikarim qala ti dewlemendî û rengên nûwaze yên çand, babûnerît û kevneşopiya ti komên gelan bikim.

Dostanî li ser berjewendiyan şîn dibe û bi hevre jiyana li welat û cîhanê jî tenê di gotinan de maye.

Peyvên kîn, kerb, rik, tol, îxanet, xwefiroşî û bê arî ji bo pênasekirinê gelek caran stewr dimînin.

Zanist çeka di destê zalim û serdestan de ye.

Dewlemend û kesên dûrê çavê me ji zanist, arfirandin û berhemên nû sûdê werdigrin û asta jiyana xwe baş dikin.

Mirovên me jî tenê bi qaşilan ve mijûl in.

Ji xwe ew zanist e, ku bûye rêbaz, mejî û hestên me didize, me zuha dike û dixe reşûpêşe.

Zanyar xulamok in û afrêner pereperest.       

Hunera îroyîn jî êdî ne stargeheke ji bo xwe spartinê.

Xweşî û başiya xwe ji zûve berze kiriye.

Êdî ne bi efsûn û nependî ye, ne balkêş, ne bi hêz e û ne wize ye ji bo giyanên mirî.

Xwezî ew kesên ji xwe re dibêjin “hunermend” tenê ev tişt ji me re zelal bikirana, ka gelo bi hunera xwe karîne bibin deng û awaza mirovên ker û kor û lal?

Ji bo guhertina vê tabloya gemar çi mezinî kirine?

Ev lîstoka şanoyê çawa serûbino kirine?

Ji bilî çêkirina peykerên mirina me, an jî miriyan, çi ava kirine da ku bi sedan salan mirov bidin ser şopa wan, bi berhemên wan ronî bibin, awir û çavên xwe bikutin asoyên bê binî?

Hunermendek heye, ku bikare bêje karê hunera min hest û hizrên mirovan difirîne ber perên esmanan, aramiyeke bê sînor dide giyanên mirovan?

Pir eşkere ye, ku derûnên mirovên vê serdemê, bi taybetî jî yên li vê erdnîgariya dêm û bejî, êdî ne bi hunerê, ne bi bîr û baweriyan têr dibe.

Siyaset û ol bûye amêr, ku bi wan me dikin mîlîtan, şervan, çekdar, mûrîd, derwêş û oldar lê tenê mirovbûna me ji me vedidizin, perdeyê berdidin ser çavên me.

Lewma em çend bêjin, vebêjin, şirove û gengeşe bikin jî çîrokên van ol û siyasetên rojgara me xilas nabin.

Di tûrikê min de jî hinek gilî û gazindên li ser van diyarde û bûyeran hene.

Ezê hewl bidim dem bi dem wan bifiroşim.

    

 

 

 

 

dîtin: 110

Pêveker:

zanist huner siyaset