• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Evder girtîgeha Evîn e, cihê mirovên azad lê ceza dikin

Evder girtîgeha Evîn e, cihê mirovên azad lê ceza dikin


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Êlûn 30, 2017, 11:37


Li wir gotina rastiyê qedexeye lê ez Anarşîstim û di têgeha min de qedexe bûn qedexeye.
Nikarim bêdeng bim dema li vir êşkenceya kesên bê tawan dibînim, evder girtîgeha Êvînê ye, cihê ku kesên hizir azad lê têne ceza kirin.

Ji min nexwazin bêdeng bibim ku di vê demê de bêdengî mezintirîn îxanet e.

Qêrîna min tenê ji bo rizgariya min bi xwe nîne, min dest bi greva birçîbûnê kiriye ku belkî hûn hawara mezlûmiyeta me bibihîzin, ez dixwazim bibime dengê hemû kesên azadîxwaz: Menûçêhr Mihemed Elî, Mehmûd Bêhêştî Lengrûdî, Elî Şerîetî, Yûfif Êmadî, Areş Sadêqî, Suada Axaser û hevalên din yên di benda heft a girtîgehê de, mirovên ku tawana wan tenê zanîn û bilêv kirina rastiyan e.

Em hi aliyê qezayekî ve hatine mehkeme kirin ku rizîtirîn mirovên ser erdin.

Îro destpêka demsala xwendinê ye, sala sêyem ku keça min diçe dibistanê û ez li kêleka wê nînim. Min dest bi greva birçîbûna hişik kiriye, da êdî keça xwe di girtîgehê de nebînim.

Suhêyil Erebî- Benda 7 a girtîgeha Êvînê  

 

dîtin: 119

Pêveker:

girtîgeha evîn suhêyil erebî