• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ez çûm Amedê – 1

Ez çûm Amedê – 1


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Rêbendan 21, 2016, 9:32


Îro 11.02.2016 ye. Belê… Gellek roj bûn ku min nenivîsandibû. Ji ber ku êdî rewş hê pir guheriye û bawerim destê min nediçû klavyeya kompiturê. Û belkî jî min pir fedî dikir ji ber qehremanî, bêzarî û trajediya brindarên li Cizîrê di bin betonan de, di jêrzemînan de bû. 60 kes di jêrzemînan de û ev 12 roj, an 14 roj in. Ji wan bi piranî hatine kuştin bi qasî 50 kesî. Jin, zarok, pitik, ciwan û û belkî jî şervan hemî hatin kuştin. Dibêjin hinek ji wan şewitîne. Kesî meytê wan jî nedîtine hema hema. Hinekan bi dizî kişandine wêneyên şewitî. Wekil Sariyildiz jî nikare xwe bigihîne wan. Polîsan meyt birine nexweşxaneyê û nehiştine karmend û mirovên nexweşxaneyê jî bibînin.
Di vê keftûleftê de hew sebra min hat. Min dixwest herim Amedê. Birayê min, biraziyên min, hevalên min, meriv û hemwelatiyên min li wir in. Kurdên dilsoz û têkoşer û belengaz li wir in. Ez dê biçûma carekê saxiya wan rû bi rû bikim. Wekî carên berê ne bi kêf bûm ku herim. Tenê dilxemgîniyek û hisretek rojên xweş ku me buhurandiye bi min re hebû çûyina Amedê. Tenê min dixwest piçek hêviya wan bibînim bi van çavên xwe, çi dibe, çi nabe, çi dikin, dê di pêşerojê de çi bibe, ew dê çi bikin? Ez dixwazim bibînim. Tevlî ku hinekî ne rehet im û doktor ji bo guh û dilê min î nexweş, bê dil got tu dikarî herî jî, ez dê herim. Ne dema ku mirov li nexweşiyên xwe bi hûrgulî pêledar bibe.

Û ji bo ku mirov bûyeran tam fêm bike an jî rast binirxîne pêşî divê mirov di nava bûyerê de be. Lê heke ne pêkan be ku mirov di nava bûyeran de be û mirov bixwaze bi awayekî objektîv binirxîne divê mirov nêzî bûyerê be an jî mirov here cihê bûyerê. Heke ew jî ne pêkan be divê mirov bi hinekî dost re ku li nêzî bûyerê dijî biaxive û agahiyê jê bistîne. Lê ev cûre an jî çûyina nêzî bûyerê tenê têrê nake ku mirov sedem an jî qewimîna bûyeran bi awayekî objektîv binirxîne, wê demê jî divê mirov bi gellek aliyan re bipeyîve ku rastiya bûyerê baş fêm bike an jî nêzî objektivîyê bikaribe li bûyeran binêre û binirxîne.
Ku ev her sê rê ne pêkan be jî wê demê dimîne ku mirov texmînan bike, ku mirov texmînan bike jî ne pêkan e ku mirov bibêje ev wisa ye. Divê mirov bibêje belkî wisa be an jî bi awayekî din be gotin.
Îjar ez heta ku li dûr bûm min pir ewqas bi awayekî qutebirî nikarîbû tiştinan fêm bikim an jî nirxandinên nêzî bûyerê û bûyerê rast binirxînim. Gellek kes jî wisa ne. Bi vê yekê re sebr û arama min ku gelê min, mirovên min, hevalên min di nava gurmika şerê bêaman de mabûn. Pir zor e ku mirovek dûrbûniya bûyerên li Kurdistan diqewimin û nelive ragire. Ez ji bo vê yekê jî rabûm çûm Amedê.
11.02.2016 êvarî.
Piştî ku li Amedê saet di 8 û nîvan de daketim, birayê min hat bi erebeyê ez birim mala xwe. Wê êvara ku kesî kes nasnedikir li balafirgeha Amedê ku avahiya wê gellekî hatibû guherandin, dixanek nerm bêhna bajêr bi mirov dida hîskirin. Her wiha li derveyî balefirgehê hemû tabela afiş û nivîsên kolanan yên şaredariyê bi kurdî û tirkî bûn bala min kişandin û hizneke cûda bi min re çêkir..
Piştî em çûn malê ku jin mêr herdu jî muşawîrên darayî bûn, pirsên min dest pê kir ji bo rewşa şer. Wan êdî rewş wekî şerekî asayî û bi hêzbûna hereketa kurd ve girê dida. Ji bilî mafdarî an nemafdarî û şaşî an rastiya xendek û xweparasinê, wan taktîk, bihêzbûna hereketê û şerkarên Sûrê nîqaş dikirin û fikrên xwe dianîn zimên. Di bin bandora bihêzbûnê de jî mabûn û hatibûn wê baweriyê ku van têkoşerana di demek nêz de hemû bajarê Amedê têxin bin destên xwe. Li ser rewşa aborî û darayî ya bajarê Amedê nîqaşa me dom kir. Herduyan jî digotin ku xanî û milkên Amedê êdî qet ne tê firotin û ne tê kirîn an jî bazara wan têk çûye. Her wiha bazar û, dan û stendina alavan pir nexweş e û gellek kesan iflas kirine. Gellek mirov deynê xwe nikarin bidinû nikarin bistînin. Heke mirov bixwaze ji bo şer amadekariya xwe ya aborî bike jî derfet pir kêm bûne. Ji ber wê jî têkiliya mirovan jî nexweş bûne. Her wiha bihayê avahî û xaniyên Amedê jî êdî pir kêm bûne û gellek xaniyên ku derketine ber firotinê jî ji sedî 30-40 bi kêmanî jî nayên firotin.
Piştî min van agahiyana jî, min ji mazûmanên xwe pirsî, “hûn ditirsin?”. Gotin, na, em dibêjin çi bi kê hat wê bê, lê niha em nizanin em dê çi bikin û di dorpêçeke malê de, di koçberiyekê de em dê herin ku û çawa tevbigerin. Amedê hemî têkeve nava şerekî mezin, emê çi bikin, stargeh dê ku be ji me re û ka çi heye ku me xwedî bike? Em dê av, nan, xwarin û pereyan çawa peyde bikin di rojên xerab de? Ji xwe bi van pirs û bersivên ku li vê malê re êdî pirsên ku ez ji nas û dostên xwe, ji hevalên xwe ji mirovên ku ez bibînim bipirsim jî derketin holê.
Êdî ez herim ku jî ji Amedê heta Mêrdînê ez dê van pirsan bikim.
(Dê bidome… )

dîtin: 819

Pêveker:

ez çûm amedê 1