• Têketin
  • Ziman
Ez çûm Hewselê di çîrokek xwe de

Ez çûm Hewselê di çîrokek xwe de


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Adar 14, 2014, 9:41


Gelek kesan gelek tişt nivîsandin li ser bexçeyên Hewselê û gelek kes çûn serdana serhildêr û darên Hewselê. Derfetên min tunebû ku biçim û silavekê li wan ciwanan û wê hewaya ber perê Dîcleyê bikim û bikişînim hundurê xwe. Lê ez berê gelek carî çûbûm û heta di xewnên xwe de, di bîranînên xwe de û di çîrokên xwe de jî. Aha ev perçeyê çîrokê jî dîmeneke ji bexçeyên Hewselê ye. Bila diyarî Nobedar  û şênkahiya Hewselê û çemê Dicleyê ango Edigladê be.

(…)

Hema wê kêlîkê nehata nedibû? Hema wê kêlîka ku devê min di avê de bû nehata, ezê piştî vexwarina avê û piştî ku hişê min hat serê min bi şûnde vegeriyama û ku hevalê min ji min re bigota tu bi kude çûyî? Minê bigota, roviyek reviya ji bin kevirê ku ez li ber raketibûm û min bera dû wî da heta aha vê besta jêrîn û ez çûm nava dahlan, ber cuhoka ava ku diçû ser xetên cinênê û min vexwar û vegeriyam… Lê na… wisa nebû û piştî ku min av vexwar bi xiştexiştekê ez çeng bûm… Serê min gêj dibû û dengin dihat min ku qet nedihat fêmkirin û li himber min di qilafetekî wisa xweşik, wisa bi reng û wisa bi şewq de bû ku nayê gotin Asyayê. Tenik û dirêj û porê zer di bin şariya wê de xwe bi ser milên rakirî de berdabû. Erê tenik bû, tenik xuya bû bedena Asyayê û zîlal bû, rohnîk bû, her tiştê ku li paş wê bû jî xuya dibû, wekî dara gwîzê, wekî dîwaran û mêş û kelmêşan. Ew diçû û dihat jî tiştên li paş wê winda nedibûn û ew jî winda nedibû. Bi ken bû, bi naz bû, bi raz û cezb bû, ez sar û hişk kiribûm bi awirên xwe Asyayê û mame pê ve.

Asyaya ku ez û ew ji zaroktiya xwe de hetanî ciwanîya xwe, li wan bestana, li ser wan çem û cihokana û li bin wan darana ji hevdû neqetiyabûn. Dîsa karika xwe ya şemze dabû dû xwe û çoyekî  ji dara kenêreyê di dest de û bi çêkirina xêzikan re vir de wê de xwe kil dikir û dihat.

Bi kalekala karika wê re ku wekî dengê mirovan bû, zingînî ji serê min hatibû dîsa û mijek li pêş çavê min kom bûbû û ez li ser bedena Diyarbekir li ser birca Deriyê Mêrdînê ango Birca Bizinan bûm û min li aliyê Palûkê dinêrî û Pira Dehderî û ocaxên kelpîçên berê û li ber Çemê Dîjleyê bexçe û li dora her bexçeyî darên hewran û di nava daran de zebeş û xas û bacan û xiyar û… Gişan kulîlk dabûn û Asyaya min bi cilên kesk bû, şewqeyekî ji pelên darên tuyan û hewran çêkirî li serî bû, ji dêleva por, gulîk, bisk û keziyan, gul bi hev ve girêdayîbûn û li ser dêmên wê milên wê û pişta wê li ber bê diketin. Berçavkeke şîn û pahn li ser çavê wê dibiriqand û guharê wê du şimamokên biçûk bûn û bêhna xwe dişand heta ba min. Tûrekî çermînî û bi nexş bi milan de dakirîbû. Pantorek li xwe kiribû û bi pêlavake çerm î bi kabikên bilind li ser holikek ji mirdiyaqên zirav dimeşiya û dihat. Dîsa zelîl bû bedena wê û her tiştê li paş wê jî xuya bû ji min ve; heta Xana Erdebîl, rêya trênê û li ser zîviroka çem û axa sor û qubeya şêx û bexçeyên Hewselê giş û hat li ser birca pêşberî min li milê derî yê din sekinî û keniya, kenekî ku mirov sermest dikir… Sermest bûm bi wî dengî, wî dengê ku dişibiya yê karikan.

Dengê karikê dîsa hat guhê min û dev û rûyê min di nava avê de citbûyî ez qulipandim ser piştê, yê ku çekek dirêj di dest de û desmalek keskê herî ango keskê ji pelê daran li qirika wî girêdayî bû. Yê din digot, bes lêxe û ka bînin ber vê siyê bê çi dibêje. Neh deh heb li paş min bûn. Ez rakiribûm du heban, bi milên min girtibûn û li ber wî merivê ku li ser kevirekî bin dara gwîzê rûniştî berdam. Bi berdanê re ez li erdê ketibûm û nikarîbûm rabim ser xwe, xwîn ji belengoşka min dihat, dev û rûyê min giş birîn bûn û betilî, ji haldeketî bûm. Ji min dixwestin ku cihê hevalên xwe rê wan bidim û digotin, emê te berdin ku tu vana bikî.

(…)

Ji çîroka ‘Rojnamexwende’ (Rezber 2013) ya pirtûka ‘Peyarêk’ê, Çiya Mazî.

Hewsel

dîtin: 578

Pêveker:

ez çûm hewselê di çîrokek xwe de