• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ez çûm Mêrdînê di rojên dawî de

Ez çûm Mêrdînê di rojên dawî de


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Adar 9, 2016, 1:00


Îro 17 yê Sibata 2016 an e û li Mêrdîn im. Piştî gera xwe ya Qoserê doh bi êvarê re hatim Mêrdînê. Di salên 2000î de 4-5 salan li nava sînorê bajaroka Misûriyê li alî Mêrdîn mam ji wan 18 salên binecîhiya min a Mêrdînê. Niha bi Mêrdîn re bûye yek bajarokê Misûriyê an Yalimkoy. Carinan ku em dê biçûna Misûriye wextekî cûda me vediqetand, wekî bajarekî cihê bû ji navenda Mêrdîn. Li navenda Mêrdînê gellek esnaf û zenaatkarên ji Misûriyê hebûn û hema hema ji alî karê avahîsaziyê ew serdest bûn, bi taybetî jî karê tesîsatê av û kehrebeyê (elektrîkê).
Îro bajarê nû û avahiyên nû Misûriyê gellekî derbas kirine û heta nêzî Qabala avahiyên pirqat bilind bûne. Gir û newal rast bûne û mirov nizane wê demê kî der best bû, kî der newal bû û kî der tilm û kolik. Ev ji ber ku vê dema hilbijartinê bû bajarê mezin û şaredarî jî ket destê partiya kurdan an jî ya ku pir kurd piştgiriya wê dike(HDP). Daîreya ku berê ez jî tê de dixebitîm bi şaredariyê re bûye yek û mezin bûye. Her wiha kar û xebar jî mezin bûye û rewş guheriye. Cara pêşîn ku aniha berbiçav ev yek xuyaye ji min, tabelayên der û waran bi 3-4 zimanan çêbûne. Bi kurdî, tirkî, erebî û suryanî. Mirov dikare bibêje ku di dîroka Mêrdîn de cara pêşîn e ku partiyeke pirê wê kurd in vê yekê dike û tu kesekî din an partiyên din bi vî awayî tev negeriyaye û heta bi piranî kurd tune hesibandine di dîrokê de. Tiştê aniha dibe gellekî baş e û ku hêvî ew e aramî hebe wisa dom bike.
Serê sibehê saet di dehan de min berê xwe da şaredariyê, ji bo hevalên xwe yî berê yên karmend bibînim û çend pirsan jî bikim û bersiva halê wan û ahwalê bajarê wan bistînim. Ez hatibûm daîreya çandê û li ba hevalekî nivîskarê zimanê kurdî jî rûniştim. Hilbet ne ji aş û bajar dîsa mijar şer û rewşa dawî bû. Her kes fikrê xwe dibêje dema yekî mêvan dibîne û tew mirov hevdû nas bike ew fikir diçe heta gazin û derdgotinê jî. Mirovekî nivîskar û wêjevan jî tiştan pir hûr li seradê dixe, moxil dike wek tê zanîn. Gellek pirsgirêkên bajarê Mêrdînê derketin holê, ji tevgerên kevneşopî yên siyasiyên Mêrdînê bigire heta tunebûna derfetan ji bo çalakiyên çand û hunerê û bêmoraliya ku van tiştana çêbike û herwiha mirovên ku ji çandê fêm bike bibe biryardarê van çalakiyan. Ji xwe şer jî çalakiyên çandê pir sar kiriye û kes bi dilê xweş çalakiyekê nakin û kes bi dilê rehetî naçin temaşe an beşdariya van çalakiyan. Mirovên herî dilsar û dilhişk jî di vê demê de ketiye mitaleya rewşê û difikire. Dibêje, hevalekî li şaredariyê; mirovên kurd ên rojava û metrepolan divê tevdîrên giran û duvdirêj bigirin, divê êdî ber bi welatê xwe bên, yên ku nikarin bên û ji bo kar nayên bila ber bi Bahra Spî ve herin û li wir kom bibin, ji xwe li wir pir in, bila hê jî pir bibe ji bo ku hêza wan jî pir bibe. Û dibêje ji ber ku rojekê teqez şerê navxweyî çêbibe ew hêz dê ji wan re bi kêrî tiştekî bê.
Bi berpirsiyarê Daireya Çandê re jî diaxivim û hinekî ji bo çalakî û xebatên çandî agahiyan jê distînim. Hilbet di şer de berpirsiyarê çandê yê şaredariyekê dê li ser rewşa şer û gel bifikire û ew jî wisa dike li gor dibêje û her rojê diçin 3-4 gund an navçeyan û rewşê dişopînin an jî ji bo alîkariyê û şopandina bûyeran amade dibin. Carinan berpirsiyarê şaredariyê û yên siyasî bi hev re diçin û li ber deriyê Nisêbînê disekinin û carinan hemû bi hev re li ber deriyê nexweşxaneyekê ji bo alîkariya birîndaran û malbatên miriyan dikevin hewldanan. Ji bilî endamên meclîsê, karmendên berpirsiyar û gellek karmend ji bo alîkariya koçberan gellek carî li ser piyan in. Ji xwe Mêrdîn jî wekî Qoserê bûye stargeha koçberên Cizîrê, Nisêbînê û Kerboranê.
Piştî xatirxwestina ji heval û berpirsiyarê şaredariyê min berê xwe dabû navenda bajarê nû. Li qahwexaneyekê rûniştim û min temaşeyî çûn û hatina mirovan kir, ji dehan teqez 4 heban min ew nas dikirin an jî min ew dîtibûn. Piştî bêhneke bi hevalekî xwe yî kar çayvexwarinê re nasê min î ku ez dê herim mala wan hat ba me û em çûn. Lê berî ku em rabin ev camêrê karker jî bi moral bû û digot “dîrokê ev nivîsandiye ku şerê azadiyê bêyî bobelatan nabe, guhê xwe medê, çi dibe bila bibe”. Mazûbanê min ê ku em herin mala wî, di heman demê de taloqê min e. Zarokên wî hinek jê û birayê wî li Nisêbînê ne, an jî li wir bûn heta niha. Lê du mal ji wan hatine ba wî û daireyek jî li nik wî girtine. Ew jî hatin xêrhatina min û em hinekî peyîvîn. Ew jî ji sawa xwe ya ewilî xelas bûne û êdî dest bi jiyanek zahmet kirine û hîn dibin. Lê hê jî hinek ji wan li Nisêbînê ne û diçin û tên. Lê belê him mazûbanê min û him yên Nisêbînê dibêjin “ku çi hewce be dê biqewime û em ji gellek tiştan re amade ne û em ji alemê ne çêtir in.” Bi rastî ji van peyvana û gellek peyvên ku di nava gel de dihat kirin şaş dimam carinan û pir bi awayekî normal dihat gotin û heta carinan jî bi ken dihatin bilêvkirin. Gellek carî digotin şerê nava bajaran nabe lê wekî tiştekî xwezayî jî didîtin.
Ji bo ku herim ba hevalekî wênekêş ez ji mala taloqê xwe rabûm û berjêrî nava taxa 13 Martê bûm. Piştî 10 deqeyan ez gihaştim wir û fikir û ramanên wî hevalê wênekêşê profesyonel jî balkêş bûn û her tim wî digot divê netewîbûn têkeve pêş an na hêza kurdan dê kêm bibe her ku biçe, herwiha divê hêdî hêdî yên metrepolan jî bên welatê xwe, rojek bê ku mal û milkên wan î li metrepolan bi qurişekî jî nayê firotin, divê niha bifroşin û werin.
Êvarî bi wênekêş û çend hevalên din re em çûn komeleya wênekêşan ku li Kuçeya Hunerê ya Mêrdînê bajarê kevin bû. Wan, saeta vê şevê dest bi dersa xwe û nirxandinên wêneyan kirin. Wêneyên ku li Heskîfê roja binavbûnê ya pêşî dest pê kiribû kişandibûn, dinirxandin û niqaş li ser dikirin.
Lê min destûr ji wan xwest û ez wê şevê bi nava bajarê Mêrdînê yê kevin ketim û bi tena xwe li kuçeyan geriyam û geriyam. Ji Kolana yekê de di ber dikanên zêrker û qidaman re heta meydana Cumhuriyetê hatim. Hemû tabelayên dikanan yek cûre bû ku wekî projeyekê hatibû çêkirin. Û di Sûka Ga re, di çarşiya cil û caw re, di çarşiya xeratan û ya Spehî re min berê xwe da sûka Hasan Ayyar ku nav hatibû guherandin û min bêhna xwe li Leylan Cafeyê vekir. Kafe bi xort û qîzan tije bû. Hinekan ez nas kirim û hatin ba min. Lê balkêş bû wekî rojên me yî berê ku li vir dibuhurîn ne bi kêf bû û dengê muzîkê pir kêm bû. Li şaneşînê rûniştim û li ber bayê xerbî min kulehê xwe kir serê xwe û ponijîm bi çayvexwarinê re heta ku hevalên min hatin. Ku hatin jî mijara wan ji xwe huner û wêne bû heta ku em çûn
Bi sibeha 18.02.2016an re li malên çend nas û dostan geriyam. Bi êvarê re min berê xwe dîsa da Qoserê. Li himber balafirgehê li malekê bûm mêvan. Dora balafırgehê û himber wê ku nexweşxaneyek mezin lê çêbûye, bi avahiyan tije bûne û bûye wekî bajarekî nû û xerîb. Hinek malên ku digotin ew karmendên ewlekariyê ne xuya bû û bala min kişand, alek tenê ya tirkiye hebû wekî din al tunebû li ser bi dehan avahîyî. Jina mala ku ez lê bûm bahsa jina cîranê xwe yî polîs dikir û digot, “bi rastî me deng li hevdû dikir û gellek carî zarokên wan dihatin ba yên me û em jî li derve bi ken û peyv bûn lê rojekê çûn welatê xwe û du sê mehan man, heta hatin jî şer dest pê kiribû. Ji ber wê yekê jî ketin hundur û derneketin. Heta 15 rojan jî me nizanîbû hatine an na. Dîsa jî min halê wê jinikê pirsî, lê wê berê xwe jî bi alî min venekir. Her ku ez didîtim bi lezgînî deriyê xwe digirt û nedihişt zarokên wê jî derkeve der. Ev 6 meh in peyva me li hevdû neketiye”.
Di vê mala ku lê dimam de jî zanîn û haydarbûna ji dinyayê û ji welêt di asteke bilind de bû û gellek carî û bi piranî tişt bi awayê mantiqî dihatin nirxandin û diyar dibû ku qezencek kurdan çê bibe her kes dê memnûn bibe li her derê Kurdistanê.
Ku bû sibeha 19.02.2016an, min berê xwe da nava Qoserê û heta saeta çûyinê li wir geriyam û bi kirîna kîloyek çaya qaçax min xatir ji gellek kesan û kesên min nedîtin jî xwest û ber bi Stenbolê bi rê ketim. Li hewa wisa difikirîm; teqez divê her kesê kurd bajarên xwe yî li bakur aniha bibînin, di nava gel kevin û bi wan re bipeyîvin û bêhna barûdê, bêhna gaza tûj û toza xerabeyan dengê koçberan û êşa veşartî bibînin, bibihîzin seh bikin, hîs bikin, alîkariyê bo welatiyên xwe, mirovên xwe bikin û tiştekî bikin.

dîtin: 761

Pêveker:

ez çûm mêrdînê di rojên dawî de