• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Êzdîtî; rastiyên wê û yên me

Êzdîtî; rastiyên wê û yên me


nivîskar: Xerzî Xerzan
barkirin: Gelawêj 5, 2017, 2:07



Êzdîtî… Yek ji bawerîyên herî kevnar a gelê kurd û ya Kurdistanê…  
Ji demên nayên zanîn heta dema me ya îroyîn zindî ye, zindî maye û li gel piştaxwedayîna dara  xwe ya hezara salan, dê her zindî bimîne. Ji lew re, ev bawerîya resen û xwezaperest,  xwedî kokekê wiha ye ku, ew kok di kûrahî û dûrahîya axa pîroz a Kurdistanê de xwe vedaye, rêya xwe dîtîye û ti hêz heta vêga nikaribûye ew kok û pê re jî ew qurma dara kevnar ji cihê xwe hilde û tine bike…. Dîroka mirovahîyê û dîroka bawerîyan şahidên vê yekê ne. 
Ji ber ku di nav xwe de taymetmendîyên balkêş û daneyên destpêka dîroka bawerîyan dihewîne, Êzdîtî û her wiha bawermendên vê olê, tim û daîm bala zanyar û nivîskaran kişandîye. Di der barê vê bawerîya kezî û kevnar a gelê kurd de gelek lêkolîn, nêrîn, dîtin û nirxandin hatine weşandin û çapkirin. Hin ji wan, bi awayekî bêalî û rêkûpêk hatine amadekirin. Ev nêzîkahî, ya rast e. Sinca zanînê û rêzgirtina gel û bawerîyan wisa ferman dide. Hin jî, ji bo bêrovajîkirina rastîyên dîrokî bimabest hatine weşandin, resenî û kevnarîya vê bawerîya hêja, ya ku mîrata mirovahîyê ye, di wan weşanên bimabest de bi hemd hatine serobinokirin. Armanca yekemîn ew bûye ku, bawermendên vê ola xwezaperest  ji ola xwe dûr bikevin û bi vê yekê ji neteweya xwe, ji kurdbûna xwe sar bibin û dubendî bêxine nav  bawermend û endamên wî gelî, an ku gelê kurd. 
Em dikarin mabesta kesên ku bi vê bawerîyê ve mijûl bûne bikin sê beş;
Beşê yekemîn, rêwî û niviskarên dagirkerên Kurdistanê ne. Ew bixwe peywirdarên dewletên dagirker-mêtîngeran bûn û peywira xwe dianî cih. Bawerîya kurdên êzdî ya hezara salî, bi zanabûn berovajî dikirin û bi vê yekê polîtîkayên efendîyên xwe pêş de dibirin. Her wiha, sixûrên dagirkeran jî bi navê şêx û mele li Kurdistanê hatibûn belavkirin û di serî de peywira wan dûrkirina gelê kurd ji hestên netewî bû. Ji bo vê yekê jî, berê xwe dan bawerîyên kevnar ên gelê kurd (êzdîtî jî tê de) û xwestin ku wan bawerîyên hezara salî, yên ku dara netewî ya gelê kurd li ser ava bibû, tine bikin. Lê ev ne hêsan bû û koka darê nedihat jêkirin. Îcar, bi fermanan, bi qetil û qiran xwestin ku armanca xwe bibin serî lê dîsa jî, tevî ku 74 fermanan, dîsa jî Bawerîya Êzdîtî (her wiha  Yarsanî û Elewîtîya Kurd) heta dema me a nûjen li ber  xwe da û zindî ma. 
Beşê duyemîn jî, nivîskar-rêwî û lêgerînerên biyan in, yên ku piştî sedsala 18-an ev ola kevnar a gelê kurd bala wan kişandîye û ewan bi çavekî orîentalîst û serdest, heta bi çavekî magazînî nirxandine. Tiştên dûrî hiş û aqilan tomar kirine û bi vê yekê, ewan jî zirareke mezin daye Êzdîtîyê. Û em dikarin bibêjin ku, zirara ku ew dane, ne kêmî zirara peywirdarên dagirkeran e. Her çi qas nêta hin ji wan ne xerab bûye jî, ji ber nezanîna şert û mercên Kurdistanê û her wiha nêrîna wan a orîentalîst nehiştîye ku  rastîyên dîrokî yên vê bawerîyê derkeve ronahîyê. 
Beşê seyemîn jî, mixabin ji nav endamên gelê kurd derketîye. Weke ku li jor hate gotin, hin ji van kesan peywirdarên dewletên dagirker bûne, peywira xwe anîne cih, lê hin jî, mixabin kes û derûdorên paşverû bûne, yên ku mejîyên wan bi gotin û xurafeyên dûrî rastîyên civakî hatibû tijekirin û bi van xurafeyên ku li wan hatibûn ferzkirin, tevdigerîyan. Ev beş, em dikarin bibêjin ku zirara herî mezin daye bawerîyên gelê kurd ên kevnar û bi hemd be an na, dubendî û nakokî di nav gel de afirandîye. Her çi qas, di van salên dawîn de li gel ronakbûna gel û ronîbûna mejîyan ev rewş guherîbe jî, mixabin bermahîyên van kesên paşverû hê jî di nav gelê kurd de heye û peywira xwe (bi hemd be an na, ferq nîn e), didomînin. Piranîya wan, bi taybetî bawerîya Êzdîtî, ya ku ji beşepeyvên YÊ – ÊZ – DA – YÎ – TÎ pêk hatîye, weke terîqeteke dînê Îslamê didin nasîn û ev bawerîya kevnar a hezara salî ji serdema Şêx Adî yê Misafir didin destpêkirin… An ku ji sedsala 12-an… Nezanîneke nebînayî, ji sinca zanînê û dîrokê dûrmayîn û bi hemd berovajîkirina dîrok û çanda gelê kurd, ê ku zengînîyeke mirovahîyê ye…  Ev yek hem sûceke exlaqî ye, hem jî xizmeta dijmin û dagirkerên Kurdistanê ye. Dibe ku ev tewanbarîyeke dijwar be, lê zanîn û dîrok li ber çavan e û laboratûarên zindî yên zimanê kurdî, çand û dîrok û erdnigarîya Kurdistanê çavkanîyên herî girîng în û li benda lêkolîn-lêgerîneran in. Tenê dimîne ku mirov li ser van hêjayîyan kûr bibe û li dû xwe ji bo nifşên nû, tomarîyên hêja bihêle…
Weke ku hate destnîşankirin, di van salên dawîn de, lêgerîner, zana û berhevkarên endamên birûmet yên gelê kurd jî, li gel serdema ronîbûnê, êdî hêjayîyên xwe ber destên biyan û kesên bimabest re bernadin û baş e ku berhemên bê hempa û kêrhatî diafirînin. Bi taybetî di der barê bawerîyên kevnar ên gelê kurd de… Li ser Êzdîtîyê, gelekî berhemên nû, yên ku kana xwe ji dûrahîya çand û dîroka kurdî, û her weha ji daneyên zimanê kurdî hildidin, hatine afirandin. Em dikarin ked û xebatên Mamosta Kemal Tolan, yên Mamosta Tosin ê Reşîd û gelekên din li vir rêz bikin. Kemal Tolan weke ku xwe wisa jî  bi nav kirîye, yek ji xemxwar û berhevkarên bawerîya Êzdîtîyê ye û berhemên wî rêyên nû ji lêkolînerên ciwan re vedike. Tosin ê Reşîd jî bi xebata xwe ye “ Êzdîyatî; Hê jî oleke nenaskirî” re kedeke hêja daye. Li vir, me xwest ku du mînakan bînin û vegerin li ser ked û xebata dawîn ya Mamosta Ezîz ê Cewo, ya ku hemû ezberan serobino dike û mejîyên dagirkirî derdixe rêya azadî û ronahîyê. Berhema wî ya dawîn û hêja : “Êzdîtî: Rastîya wê divê li ku bigerin?”…
Mamosta Ezîz, li gel bikaranîna gelekî çavkanîyên dîrokî û li gel daneyên ziman çand û dîroka kurdî, berhemeke bê hempa afirandîye û ew behrem îsal li Amedê, ji hêla Weşanên J&J hate çapkirin. Di vê pirtûkê de, Mamosta Ezîz bi wêrekî nêzî mijarên veşartî bûye û hemû pirsên di der barê dîroka ola kevnar a gelê kurd de ne, yek bi yek bersivandîye. Ti xem, xof û tirs di vê berhemê de xuya nabe û ola kevnar a gelê kurd an ku Êzdîtî weke ku hêja ye, wisa jî hatîye nirxandin. Ji demên Medên kevnar heta dema me, dîroka Êzdîtîyê bi awayekî kronolojîk û li gel daneyên çavkanîyên dîrokî û ewle, pir xweş hatîye hûnandin û ev helwest wisa kirîye ku, rastîyên ola kevnar a gelê kurd ronahî dîtîye. Her weha, ji têzên ku bi hemd têne afirandin re jî, em dikarin ev berhem weke bersivek pênase bikin. Mamosta Ezîz ê Cewo, bixwe di nav malbateke kurdê êzdî de hatîye dinyayê, di nav wê çandê de gihaye, ji dê û bav, ji dapîr û bapîran ola xwe fêr bûye, bi zimanê xwe yê resen rastîyan têgihîştîye û piştî 65 salan, îcar dîsa bi zimanê xwe yê dewlemend û resen, berhem û çavkanîyeke hêja bo nifşên dûhatî  afirandîye. 
Ez bawer im ku ev berhem, di demajoyê de û di siberojê de, dê wek çavkanîyeke sereke bête nirxandin û dê bibe mîrateyeke bê hempa bo dîrok û çanda gelê kurd, nemaze kurdên êzdî. Bi vê berhemê, bi min Mamosta Ezîz, dêynê xwe daye malbata xwe, civaka xwe û gelê xwe. Ev xebat spasdarî heq dike û ez li ser navê xwe spasîyên xwe yên taybet ji mamosta Ezîz re dişînim û dibêjim dest û dil xweş be. Li gel xwendina vê xebatê, bi rastî, rêyên nû jî li ber min jî vebûn û ji vêga ve bi daneyên pirtûka Mamosta, min jî dest bi lêgerînên nû kirin. Û min dît ku, ev berhem çavkanîyeke teqez û bêkêmasî ye. Hewla berovajîkirina dîrok û çanda me, a ku yek ji mîrateyên mirovahîye ye, bi vê berhemê êdî hatîye betalkirin. Ma ne, peywir û erka rewşenbîrê kurd divê ev be…. 
Li jêr ez dixwazim pêşeka berhemê, ya ku ji hêla weşanên J&J ve hatîye amadekirin, pêşkêşî xwendevan bikim û li vira kurt bibirim. Ji lew re, pêşek tenê bo fêmkirina mabesta nivîskar têr dike û her weha sedema afirandina berhemê jî xweş dide xuyan. Hêvîdar im ku, her kurd ev pirtûk bi dest bixe û jê sûd werbigire. Ji lew re, dîroka me ji destê rewşenbîrên kurd jî divê bê xwendin… : 

**************************

PÊŞEK 
Ev pirtûka Ezîz ê Cewo (Mamoyan) a “Êzdîtî: rastîya wê divê li ku bigerin” lêpirsînek a zanistî-rojnamegerî ye, ya ku bûyerên dîrokî, ji demên kevnar heya destpêka sedsala XX hildigire nava xwe.
 Di vê da dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê ola kevnar a gelê kurd – êzdîtîyê û wê civaka netewî-bawerî da, tên nirxandin û ravekirin, ya ku li ser bingeha vê olê ava bûye. Û li ser vê bingehê hinek rêyên jinûva dîtin û ji nûva watedarkirina rastîya dîrokî diyar dike. 
Di dema lêpirsînê da wisa jî rêzek rûpelên dîroka kevnar a kurdan û cînarên wan hatine ronîkirin – ên ku xwe digihînin demên padişahtîya Medya kevnar. Ew analîzên zanistî, yên ku di vê berhemê da pêk hatine, di gelek pirsan da pala xwe spartine encamên lêgerînên zimanzanî-êtîmolojî. 
Sedem, bingeh û binaxeyên peydabûna dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê ola kevnar a gelê kurd da, ji dema pêşîyên wî – medên kevnar va û ta îro, hatine lêgerandin... Ev dane û bûyerên rastîn, û, wisa jî dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê pêşîyên kurdan – medên kevnar û ola kevnar a berî zerdeştîyê ya gelê kurd da, yên ku di vê pirtûkê da hatine lêgerandin, ji hêla zanistî va pir balkêş bûn. 
Û, lewra jî, ewana bûne qinyatên (matêrîal) bingehîn ji bo nirxandinên vê mijarê. Li ser bingeha hemberhevkirinê û analîza van agahîyên dîrokî, dane û bûyeran, û wisa jî dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê wan da, di nav çarçoveya rastîyên heyî yên wê dema dîrokî da û ji hêla pêşketina civaka mirovahîyê va, hewl hatye dayîn, ku hemû alî û taybetîyên vê olê û bîrûbawerîya wê bên ravekirin û derên zanebûnê. 
Armanca vê lêgerînê ew bûye, ku di kontêksta dîroka gelê kurd da, wek peyhatîyê rastedêr ê wê şaristanîya kevnar, ji dema padişahtîya Medyayê va û heya êzdîyên îro rave bikin. Û di vê lêgerînê da, li ser vê bingehê û, wisa jî, li ser bingeha agahîyên dîrokî û ravekirina taybetîyên sereke yên ola êzdî û bîrûbawerîya wê, sedemên sereke yên peydabûna dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê vê olê da tên ronîkirin. Û li vir wisa jî, sedemên peydabûna dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê vê ola kevnar a gelê kurd da hatine dîyarkirin, ên ku bûne bingeh ji bo wan nirxandin û şiroveyên di derbarê vê ola bi sur û sêr da, yên ku ji hêla lêgerînerên bîyanî (û ne tenê ji hêla wan) û olzanan va hatine pêkanîn. Û ji bo wê jî, di vê lêpirsîn-lêgerînê da nirxandinên zanistî di warê wan çavkanî û agahîyên dîrokî yên pir hêja da hatine pêkanîn, ên ku di pirtûka erkdarê olî yê ermenî yê destpêka dewra XX Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan a “ Kurmajên yêzîdî” da hebûne. 
Ev pirtûka ji hêla naveroka xwe va dewlemend û pirşêwaz e. Û helwesta zanistî ya xudanê pirtûkê li hember lêgerînên qinyatan pir balkêş e. Û ji ber wê jî ev pirtûka Têr-manvêlyan, bi matêrîal û mêtodologîya analîza xwe va rasterast bûye beşekî bingeha matêrîalî ya destpêkî ji bo analîz û nirxandinên vê berhema zanistî-lêgerînî. Heya ji bo analîz û şiroveyên cihêreng, hinek parçeyên vê pirtûkê di vê lêgerîna zanistî da hatine bikaranîn. Û li ser bingeha wan matêrîalan jî nirxandinên zanistî û analîzên rexneyî yên li ser dîtinên lêpovajî û tewş hatine pêkanîn. 
Û yek ji encamên wan lêgerînan jî ew bûye, ku çavkanîya dîtinên lêpovajî û tewş hatye dîtin, ew hatye nirxandin, ravekirin û makkirin. Di vê berhemê da wisa jî ew sedemên dîrokî yên obyêktîv û sûbyêktîv bi zanistî hatine ravekirin û derketine ronahîyê, yên ku di cîhana kevnar da bûne bingeha çîrokên dûrî heş û sewdayên mirovan û gotegotên nebînayî yên cihêreng... 
Peydabûna wan çîrokên dûrî heş û sewdayê mirovan û gotegotên nebînayî û, her weha, hemû dîtinên lêpovajî, tewş û vala, yên ku ji sazbûna wan ra bûne bingeh, di vê pirtûkê da bi zanistî hatine nirxandin û ravekirin... 
Bi vê ra wisa jî agahîyên çavkanîyên kevnar hatine nirxandin (analîzkirin), yên wek: berhemên bavê dîrokê Hêrodot (“Dîrok”) û bavê dîroka ermenîyan Movsês Xorênatsî (“Dîroka Ermenîstanê”). Di dema lêpirsînê da wisa jî agahî, nêrîn û derencamên zanistî yên zanîyar û nivîskarên navdar ên rûs, kurd, ewropî û yên bîyanî hatine bikaranîn, wek ên: Abovyan X.A., Diyakonov B. M., Êndryû Kollîz (Andrew Collins), Ekrem Cemîl Paşa, Marr N. Ya., Maxmûdov N. X. (Nadoyê Xudo), Mêntêşaşvîlî A. M. Mînorskîy V. F. Pûşkîn A. S., Rîçard Fray, Vîlçêvskîy O. L. û yên dinê. 
Helbet, evana her tenê gavên yekem in, ên ku ji bo lêgerînên vê ola kevnar û bîrûbawerîya wê di çarçeveya pêşketinên dîrokî yên civakê da hatine avîtin. Wisa jî, helbet, pêvajoyên civakî-siyasî û olî, yên wê demê di goveka van lêgerînan da hatine nirxandin. Ew gavên hanê, yên ku di warê bi piralî û di nav tomerîyekê da lêgerîna taybetîyên vê olê hatine avîtin, ji bo lêgerînên nû yên pêşerojê dikarin bingeheke zanistî amade bikin û, wek ku Sîon Vardapêt Têr-Manvêlyan dibêje, bi rastî jî, “... gelek tişt bi lêgerînên wê yên ji dil û girîng va girêdahî ne, û ya sereke jî – pêşveçûna zanistê û ronîkirina dîroka olan”. 
Li vir lêgerîn di goveka pêşveçûnên dîrokî yên pêvajoyên civakî hatine pêkanîn. Ew wisa jî ji hêla pêşveçûnên dîrokî yên çandî û olî yên civaka êzdîyan û bawerîya wan va hatine pêkanîn.. 
Di dema pêkanîna lêgerînan da ne tenê analîzên civakî, dîrokî, lê her weha yên zimanzanî-ravekirinî (linguistic-etymological) hatine bikaranîn, û bi saya wê jî gelek sedemên peydabûna dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê vê olê da hatine dîyarkirin. Û analîzên vî rengî yên di nava tomerîya hevbeş da (komplêks) bê encam neman... 
Li ser bingeha analîzên zanistî yên zanîyarîyên wan çavkanîyên dîrokî yên di derbarê ola gelê kurd a kevnar û bingehên bîrûbawerîya wê da, yên ku di nav wêje û hunera zarkî, di dua-dirozge û jîyana rojane ya gel da hatine parastin, Ezîz ê Cewo van encaman derdixe: 
– yên êzdî, wek ku hemû gelê kurd, peyhatîyên rastedêr ên medên kevnar in; ewana ola pêşîyên xwe – êzdîtî, parastine;
 – navê ola êzdî ji navekî Xwedê – Êzdî//Ezda tê, yê ku peyveke têkel e, û ji hêla xwe va ji peyverêza ‘yê ez dayî’ tê; êzdîtî ola gelê kurd a berî zerdeştîyê ye; 
– lê peyva Êzid ji navê xelîfekî cîhana misulmanîyê – Yezid ben-Muewiya ben- Ebu- Sifyan beni–Omeya tê, û yên êzdî jî jêra sultan Êzîd dibêjin. Û ev jî tu pewendîya xwe bi ola kevnar a gelê kurd – êzdîtîyê ra nîne; 
– di dîroka ola êzdî da du demajoyên ji hev cuda hebûne: yek, a berî Şêx Adî bûye, ya dinê jî, ya pey wî ra ye. Û ew, a ku pey rêformên têkilîdarî navê Şêx Adî ra derketye holê, êdî êzdîtîya di qalivê îslamê da ye, lê ya berî wan rêforman, êzdîtîya kezî, ya pîroz e; 
– her çi jî hebe, gelek êzdî, yên ku zêdetirî dused salî berê, ji ber zulm û zordarîyên li hember xwe, welatê xwe terikandine, gelek taybetî û hêmanên ola êzdî parastine; 
– mînakên pêlîstin û lêpovajîkirinên agahêyên dîrokî û teknilojîyên gemarî tenê di dîroka mirovahîyê ya nû û nûtirîn da rastî mirov nayên; mînakên wisa di dîroka kevnar da jî hebûne; û lêpovajîkirina dîroka kurdên êzdî û pêşîyên wan – medên kevnar, her tenê nimûneyek ji wan e... 
– hemû dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê êzdîyan û ola wan da ji demên padşatîya Medya kevnar va destpêdibin; 
– hemû agahîyên hinartî û dîtinên lêpovajî û tewş ên di derbarê pêşîyên kurdên êzdî da roleke pir neyînî di karê çêbûn û belavbûna wan çîrokên dûrî heş û sewdayê mirov da lîstine, ên ku hinekan bi zanebûn di derbarê ola wan a kevnar da li hev anîne. Û ewan derew û gotegotana ne tenê roleke xeder di dîroka gelê kurd da lîstine, lê, sed heyf û mixabin, wisa jî, hinek caran bûne bingeh ji bo “lêgerînên” gelek zanîyar û nivîskarên cîhanê yên bi nav û deng, ên ku di derbarê vê mijarê da nivîsine; 
– ev berhema jî gavek e, li ser rêya lêgerînên piralî yên di warê êzdîtîyê da, ya ku yek ji olên nebînayî û dergerdûnî (êkzotîk) ya cîhana kevnar e; wek ku tê zanîn, di dewra XII da Şêx Adî di nav bîrûbawerî û dîtina di derbarê sêwira cîhan û gerdûnê ya ola êzdî da rêform pêk anîne; lê , her çi jî hebe, evê olê gelek taybetîyên xwe heya rojên me parastine; û ji vir û pêva jî lêgerînên bingehên vê bîrûbawerîyê û dîtinên wê yên têgihîştina cîhanê, yên ku ji bo vê olê bûne bingeh, wê gelek derfetan biafirînin, ku mirov wan pêvajoyan û guhartinên dîrokî têbigihîje; ew derfet wê wisa jî kêrî lêgerînên taybetîyên civaka netewî-olî ya êzdîyan bên, a ku li ser bingeha bîrûbawerîya ola êzdî ava bûye; 
– ji bo lêgerênên taybetîyên ola êzdî û civaka êzdîyan a netewî-olî tam û heralî pêk bên, divê ew matêrîal û encamên wan lêgerînan, ên ku îro berev bûne, ji vir û pêva jî, di nav tomerîyekê da bên analîzkirin; ji bilî wê, divê nêrîn, vegotin û dîtin, her weha, lêgerînên cuda yên heyî bi hev ra di nava tomerîyekê da bêne analîzkirin, ji bo ku bona domandina lêgerînên di vî warî da bingeha zanistî biafirînin; wisa jî, ji bo ku hemû taybetîyên vê olê derkevin ronahîyê, divê lêgerînên ezdazanîyê (têolojîyê) bên pêkanîn; – lê ji bo ku lêgerînên piralî di tomerîyekê da bên pêkanîn, wisa jî ew hemû taybetîyên vê ola kevnar û bîrûbawerîya wê, ya ku ewê ji olên heyî yên kevneşopî cuda dikin, jinûva bên vejîyandin; ji bo vê jî pêwîst e, ku hêzên ezdazanan û pisporên warê dîroka olan ên xwedî zanînên berfireh di cîhekî da li hev berev bibin; wisa jî zanînên oldarên zane û xwendî dê ji bo vê pêwîst bikin, ji bo ku, hîç nebe, eger ne bi giştî be jî, bingehên vê ola kevnar, ên ku di qalibê îslamê da hatine parastin, vebijêrin, deremên bîyanî ji wan cuda bikin, û li ser vê rêyê jî, wek gava yekem, mijarnameke planî ji bo govtûgoyên zanistî amade bikin. Helbet, ev jî dikaribû bibûya gava yekem, ji bo ku bingehekek zanistî bê amadekirin... Û li ser vê bingehê jî, lidarxistina konfêrans û sîmpozîûmên zanistî yên bi vê mijarê dikaribûn ev karê bi kêr derxistina ser rêya zanistî-giştî... 
(Weşanên J&J)
________________________
Kurtejîyana Mamosta Ezîz ê Cewo
EZÎZ Ê CEWO MAMOYAN
(KORDA MAD)
23-ê berfanbara sala 1949-an li Ermenîstana Sovêtî di gundê Pampa Kurdan (naha – Sîpan) di malbata mamostayê dibistanê da ji dêya xwe bûye. Bavê wî – Cewo ê Emer ê Mamo mamostayê kurd ê navdar bûye. Gelek rewşenbîrên kurdên navdar li ber destê wî perwerde bûne:  prof. Şeref ê Eşirî û Maksîm ê Xemo, helbestvan Fêrîk ê Ûsiv, nivîskar Wezîr ê Eşo (yen aha –bihuştî) û Emerîk ê Serdar, siyasetmederAvtandîl ê Fetî, Têmûr ê Cindî (naha – bihuştî), rêvebirêndibistanan: Têmûr êMîro, Razmîk Basmacyan û Mêlsîk ê Memlî, her weha gelek mamosta, avakar, bijîşk û yên dinê... Ezîz ê Cewo jî yek ji şagirtên wî bûye. 
Sala 1973-an, mamosta Ezîz xwendina xwe di Fakûltêta rojhilatzanîyê ya Zanîngeha Yêrêvanê da birye sêrî. Di dibistanan da mamostatîya zimanên kurdî û ermenî kirye, berpisîyarê beşê xwendinê yê dibistana navîn û serwêr (dîrêktor) bûye. Ji sala 1983-an heya  1993-an di Hukumeta Ermenîstana Sovêtî da kar kirye. Salên 1990-1991-ê di Zanîngeha sernavê Davît Anhaxt da dersên zimanê kurdî dane.  Ji sala 1983an û vir va di ware çapemenîyê da wek professional kar dike. Sala 1993-an heya 1994-an rêdaktorê sereke yê rojnameya “Botan” a Yekîtîya nivîskarên kurd bûye (Yêrêvan – bi zimanê ermenî). Havîna sala 1994-an cîguhêzî bajarê Moskovayê bûye. Li  vir ji sala 1995-an heya 1998-an rêdaktorê sereke yê rojnameya kurdî ya “Axîna welat” a bi zimanên kurdî û rûsî bûye. Endamê yekîtîya  rojnemegerên Yekîtîya Sovêtê û Ermenîstanê bûye, îro jî endamê Yekîtîya rojnamegerên Fêdêratsîona Rûsîyayê û Navenda PEN-a kurd û PENa navnetewî ye.  Ji sala 1995-an heya 2004-an endamê rêvebirîya Yekîtîya navnetewî ya rêxistinên kurdên civakî (Yekîtî) bûye.  Jisala 1999-an heya 2008-an endamê Kongrêya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bûye.  Salên 1999 – 2001 endamê Desteya rêvebir a KNK-ê û serokê Komîtêya perwerde, zanist, hûner û çandêya Kongrê bûye.  Salên 2002 – 2004-an serokê Şêwira Otonomî ya Netewî–Çandî ya Kurdên Fêdêratsîona Rûsîyayê bûye. 
Di cîhana wêjeyê û rojnamevanîyê da bi nasnavê wêjeyî yêKorda Mad wek helbestvan, rojnameger û şîroveger tê naskirin. Helbest, gotar, şiroveyên wî bi nave Ezîz ê Cewo, Azîz Mamoyan û Korda Mad hatine binnûskirin.  Nivîsên wî di  çapemenîya Ermenîstanê, Rûsîyayê, Kurdistanê, Ewropayê û welatên din da bi zimanênkurdî, ermenî, rûsî, tirkî û zimanên dinêhatine weşandin. 
Salên nodî yên sedsala XX helbestên wî di almanaxa şaxê nivîskarên kurd ê Ermenîstanê “Bihara teze” da û li ser rûpelên rojnameya “Rya teze” ronayî dibînin. Helbest, gotar û şiroveyên  wî wisa jî  di Radîoyayê Rêvanê da hatineweşandin. Sala 1998-an di Moskovayê da berevoka helbestên wî ya “Karwanên bêxewîyê” ronayî dîtye. 
Hê ji dema xwendkarîyê va ewî dest ji pisporîya xwe ya zanîngehî nekişandye. Hê jî bê rawestan lêgerînên xwe yên zanistî di ware zimanzanîya giştî û zimanê kurdî da didomîne. Sala 2007-an pirtûka wî ya zanistî–lêgerînî bi sernivîsa “Taybetmendîyên rêzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên makzimanê hindewropî  di kurdî da” ji hêla Weşanxaneya Zanîngeha dewletê ya Sankt-Pêtêrbûrgê va bi zimanên rûsî û bi pêvekên kurdî û înglîzî  va hatye weşandin. 
Zêdetirî pênc salan wî beşê dersên kurdî li serrûpelên rojnameya “Axîna welat”, paşê li ser rûpelên rojnameya “Kurdistana azad” meşandine. Naha jî gotarên wî li ser  rûpelên  rojname, kovar û malperên kurdî hatine û tên weşandin ( “Azadîyawelat”, “AxînaWelat”, “Kurdistana Azad”, “Zend”, “W”, “Pênûsanû”, “Roza”, “AmîdaKurd”, “Pena kurd”, “Xendan”, “Mezopotamya”, “KurdPrêss” û yên dinê). 
Salên nodî yên sedsala XX ew bi gotarên zanistî yên li ser pirsên rêzimana kurdî û zimanzanîyê beşdarî konfêransên rojhilatzanan bûye (yên ku ji hêla Akadêmîya zanistê ya Ermenîstanê va dihatin lidarxistin). Peyra wisa jî konfêransên navnetewî hebûne. Salên 2004, 2005 û 2010-an beşdarî  konferansên navnetewî yên li ser pirsgirêkên zimanê kurdî bûye (Amed); sala 2012an beşdarî Kongrê zanistî ya kurdî a cîhanî ya 2em bûye (Hewlêr). Û gotarên wî yên wan konfêransan jî hatine weşandin.  

Ezîz ê Cewo naha jî karê xwe yê zanistî-lêgerînî, rojnamegerî û afrandarî didomîne.

dîtin: 142

Pêveker:

xerzî xerzan ezîz cewo