• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Filmê 1001 şev yê Kurdî di mehrîcana Londonê de

Filmê 1001 şev yê Kurdî di mehrîcana Londonê de


barkirin: Nîsan 5, 2014, 3:37


Bi bona derbasbûna 36 sal bi ser komkujiya Enfalê de, festival kurdî li Londonê vê yadê saz dike.

Filîma belgnameyî a (1001) sêv ji derhênana Taha Kerîmî yekem care li Londonê li hola ekademiya Birîtanî ya huner û filîm û televizyona (Bafta) roja yekşemê 13/4/2014 `an tê nimayîşkirinê.

Her weha piştî nimayîşkirina filîmê mêzgirtek bo goftûgokirina derbarê sînemeya kurdî û rengdana jenosîdê di sînemayê û hunera Kurdî de ji aliyê filîmsazan û rexnegirên di ware sînemayê de tê saz kirin.

Sala 1988 rêjîma Be`sê êrişek jenosîdê li ser gelê Kurd li navçeyên gundnişînên Kurdistanê de pêk anî û têde 4500 gund wêran kir û nêzîkî 182 hezar zarok û jin û zilam jinav bir.

Her weha 5 hezar welatî di êrişa kîmyabarana Helebçeyê de hatin kuştin, filîma “hezar û yek sêv” a Taha Kerîmî bi awayekî balkêş çîroka ew 10 kesên ku di komkujiyê û gorên bi kom de rizgar bûn tine ziman, yek ji wan Ferece ku bi rêya rêxistina çavdêrî a mafê mirovan dişînin Emerîka, dema ku ji Emerîkayê vedigere (1001) sêv û mêxan dikire û li gel 4 rizgarbûyên din bi ser malbatên qurbanyên Enfalê de belav dikin.

Ew hezar û yek sêv ku navnîşana wê filîmê ye sembola aştî û lihevhatinê ye , lê mixabin eve filîme ya dawî ya Taha kerîmî bû ku di rûdaneke otombêlê de di sala 2013`an jiyana xwe têde ji dest dabû.

Ev filîme li çend festîvalekî cîhanî de beşdarî kiriye û heya niha 2 xeelat wergirtiye.

Revenda Kurdî li Birîtanya ne tenê bo rêgirîkirin li dubarenebûna her kirdarekî jenosîd, belku jibo jinavbirina hemû çekekî komkujiyê li cîhanê de hevkariya hemû aliyan bilind dinirxîne.

 

PUKMEDIA

dîtin: 288

Pêveker:

filmê 1001 şev kurdî di mehrîcana londonê de