• Têketin
  • Ziman
Filmê Tirkî yê komedî gihişte asta herî bilind ya temaşekirinê

Filmê Tirkî yê komedî gihişte asta herî bilind ya temaşekirinê


barkirin: Adar 2, 2014, 3:50


Li Tirkiyê û gelik welatên Ewrûpa Filmê Tirkî yê komedî yê ku gihişte asta herî bilind ya temaşekirinê Recep Ivedik 4 bû.
Filmê ku bi leyistikvaniya Şahan Gokbakar ve wekî filmê komedî yê herî zêde tête temaşekirin bi beşa xwe ya nû ve di nava 3 rojên destpêkê de ji aliyê 1 milyon 641 hezar û 474 kes ve hate temaşekirin. Him li Tirkiyê him jî li gelik welatên Ewrûpa Sîneme bi boneya temaşekirina vî filmî ve pir bûn û rê nema.
Filmê ku li Tirkiyê û gelik welatên Ewrûpa pir hatî temaşekirin filmekî heneka ye û kesayeta mirovekî ne nazik û bê pîvan derdixe pêş. Filmê ken ku li tirkiyê di rêza yekem de ye ji sixêf û dijûnan pêk tê û di heman demê dîmenek ji rastiya Tirkiyê jî pêşanî temaşevanan dike. Şahan Gokbakar di nava yek heftiyê de nêzîkî 10 milyon perê tirkiyê qezenc kir.
Li Tirkî film di asta herî bilind ya hejmara temaşekirinê de ye.

 

Rewanbej.com/sineme

 

dîtin: 670

Pêveker:

filmê tirkî komedî gihişte asta herî bilind ya temaşekirinê