• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Firotina Keçên Quçanê

Firotina Keçên Quçanê


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Gelawêj 29, 2018, 9:30


Dibe gelek ji we strana "Lê Yarê" ku hunermend Yelda Ebasî bi dengê xwe yê tije hest û soz distire bihîstibe, lê ev stran ne straneke di rêzê daye. Stran serpêhatiya du evîndarên Kurd yên Xurasanê bi navê Gulnar û Behmen vedibêje ku ji hev hatine veqetandin, lê veqetîna wan jî trajediyeke nenivîsandiye û tenê bi riya kilam û strana heyî hatiye parastin. 

Tevî ku firotin û bazirganîkirina bi jinan li seranserê cîhanê û bi dirêjahiyê dîrokê çîroka berdewama gerdûnê bûye, lê firotina keçên kurd li Quçanê, bi Tirkemenên Eşqabadê, di bihara sala 1905'ê da, di serdema hukimdariya Asifuldulê li Xurasanê, her wiha dîl girtina jinên Başqanlo, di meha remezana heman salê de, trajêdiyeke perdepûşe.

Xurasan wilayeta herî mezin a Îranê ye. Li wir gelek netewe dijîn. Kurdên ku bi sedan sale li wê derê dijîn, xwedî dîrokeke tije êş û trajêdî ne û dengê wan bi dirêjahiyê dîrokê hatiye fetisandin. Hê jî gelek aliyên dîroka siyasî-civakiyên kurdên Xurasanê aşkera nebûne û di bin toza dîroka de veşartî maye. Yek ji bûyerên trajêdîk, ku gelek bi kêmî behsa wê hatiye kirin, firotina keçên kurd li Qoçanê ye.

Navçeya Xurasanê, di serdema desthilatdariya Qacaran de, yek ji navendên xwedî nirx û bihayekî zêde û di warê siyasî û civakî da xwedî giringiyeke taybet bû. Ji ber ku ji xeynî bi xêr û bêr bûna xaka wê bo çandiniyê, yek ji navendên baziganî-ticarî, li herêmê bûye.

Bakur û rojhilatê wê navçeyê, di sedsala 19'ê da, di warê siyasî de ji bilî Îranê, ji aliyê welatên bi hêz, yên weke: Brîtaniya û Rûsyayê xwedî giringiyeke taybet bû.

Tevî ku di destpêka sedsala bîstem de, rewşa asayiş, çandinî û bazirganiyê li gor salên berê li Xurasanê baştir bû, lê zêdebûna baca hikumetê, ku ji xelkê dihate standin, bû sedema serhildana nerazîbûnan.

Piraniya xelkên parêzgehên Îranê, ku ji ber zilma desthilatdaran, reş û rût û belengaz bibûn, keç û kurên xwe li şûna baca hikumetê dane û beşeke berçav a xelkê, ji ber zilm û neheqiyê, berê xwe dane welatên din. Hikumeta Rûs û Tirkemanan ew yek bi derfeteke baş zanîne.

Wezareta Darayî ya Rûsyayê, bi derxistina biryarekê, destûr dide ku eger xelkê Quçan yan her navçeyeke din ji parêzgehên Îranê, pez û sewalên xwe bibin ''Axal''ê, bi tu awayekî bac ji wan neyê standin!

Ew yek dibe sedem ku xelkê Quçanê berê xwe bidene navçeya Axal a Tirkmenistanê. Piştre ji ber neçarî û belengaziyê mecbûr dibin keçên xwe bifiroşin. Beriya derxistina vê biryarê, xelkê bo dayîna bacê, keçên xwe bi 10 tumenan difirotin, lê piştî derxistina wê biryarê, Tirkmenên ''Merw''ê her keçekê bi 100 tûmenan dikirin. 

Firotina keçan ji ber çi?

Di wan salan de, li seranserê Îranê, bi taybet li Kirman û Xorasanê, bac ji xelkê dihate wergirtin û birra pere, ku bi navê serjimêriyê ji xelkê dihate standin, her bi navê wî kesî di deftera hikumetê de dihate tomarkirin. Li gor wê qanûnê, di dema zindî bûn û piştî mirina wî kesî jî, ewqas pere li jêr navê bacê, ji wî yan malbata wî dihate standin. Yan baca pez û sewalan çawa hatibû tomarkirin, piştî çend salan li gor hejmara berê, ku di defter hikumetê de hatibû tomarkirin ji xwediyên wan dihate wergirtin. 

Ji ber wê jî, xelkên bê pere ji tirsa girtin, lêdan û sivkatiya ji aliyê hikumetê ve, mecbûr bûn keçên xwe bifiroşin da bikarin baca salaneya hikumetê bidin.

Bi wê re hin karbidest û memûrên hikumetê, bi xwe bûne kirryarên keçên xelkê. Di wan salan de û li gor raporan, her keçikek li şûna 12 men geniman dihate hesibandin û di navbera 15 heya 40 tûmenan firotine Tirkmenan. Memurên hikumetê, bi wî karî re hem beşa xwe ji bacê vedigêran hem jî ji zêdeyiya ku ji firotina keçikan vedima li du aliyan qezenc dikirin.

Ligor rapora hin lêkoleran, nêzî 3000 belgename derbarê firotina jinan li Îranê, di sendên pirtûkxaneya millî ya Îranê de hene. Ji wan belgeyan, nêzî 40 belge yên serdema padîşahiya duyem a Pehlewiyan û belgeyên din yên serdema Qacarî û Padişahiya Pehlewiyan a yekem e.

Di destpêka sedsala 19'ê da tenê Zengî û Reşpîst weke koleyan dihatin firotin. Lê heya destpêka hikumdariya Qacaran, firotina koleyan li Îranê berdewam bûye.  

Keçên Quçanê, navê ku dîrok ji bîr nake

Tirkmenan piştî kirina keçikan, ew dibirin bazara Eşqabadê û li wê derê mezad dikirin, bazirganên Ermenî ew keç dikirrîn da wan weke dîl, xudam û xizmetkar bifiroşin, yan mecbûr bikin di mêvanxane û meyxaneyan de bireqisin yan stranan bêjin. 

Li gor raporên meclisa Îranê, di wan salan de, piraniya wan keçan di mêvanxaneyên Tiflîsa paytexta Gurcîstanê, dixebitîn. Hejmara durust a keçan ku hatine firotin ne diyare, lê di raporeke pêşîn de, behsa firotina 250 keçan hatiye kirin. Di salên paştir de ew hejmar heya 1000 keçan jî çû.

Ji xeynî hejmara keçên firotî, naveke komî jî li wan hate kirin û ew keç weke ''Keçên Qoçanê'' hatine binavkirin. 

Xurasan beriya şoreşa meşrûtiyetê

Xelkê hejar û belengazê Xurasanê ku afeta kuliyan zeviyên wan kirine wêrane, ne tenê hevkariyê ji hikumetê nastînin, belkî pêwîste baca diyarkiriya xwe jî di wextê xwe de bidin hikumetê. 

Di encamê de, cutyarên birçî bo dayîna maliyata diyarkirî ji aliyê hikumetê ve mecbûr dibin keçên xwe bifiroşin.

Eşqabad ku heya sala 1881'ê beşek ji xaka Îranê bû, ji aliyê Rûsyayê we ji xaka Îranê tê cudakirin.

Her çendî firotina keçên Quçanê di sala 1905'ê bûyereke ecêb nebûye, lê şert û mercên siyasî û şoreşgêriya wê serdemê, ne tenê dibe sedema belavbûna bûyerê di nava xelkê de, belkî dibe çîrokên şevê, û di belavokên wan salan de jî bi awayekî berfireh tê weşandin.

Feqîrî û bê qanûnî

Di serdema qacaran de, bê qanûnî, zilm û zordarî ji aliyê berpirsên hikumetê bi rê ve diçû. Şûna ku hikumet piştgiriya mafê xelkê bike, bi xwe mezintirîn binpêkerê edaletê bû. Take qanûna ku bi durustî ji aliyê hikumetê we bi rê ve diçû, qanûna wergirtina bacê bû! 

Li rex zilm û zordariya hikumetê, komek ji eşîretan, bi taybet Tirkmen bi dayina bertîlan bi dadgerên (hakim) herêmê, mal û hal û jin û keçên xelkê feqîr didizîn û weke kole li Eşqabadê difirotin.

Bi çavxişandinek li dîroka Îranê, bi taybet di serdema Qacaran de, aşkrra dibe ku bê qanûnî û qesaweta hakiman li aliyekî û feqîrî û bê ferhengî li aliyê din, hawarê dike.

Çîroka firotina keçên Quçanê, xwedîka çîroka bêedaletî û neheqiya hakiman, bertîl, dizî û talankirina mal û halê xelkê, ji aliyê kesên ser bi hikumetê ve, rêgiriya eşîretan ku bi firotina koleyan dijiyan e. 

Di germegerma firotina keçên Quçanê de, ger şa ji keçekî hez bikira ew di heremseraya xwe de bi cîh dikir!

Têbînî: Ji bo nivîsê ji pirtûka "Hikayeta Firotina Keçên Quçanê" ya nivîskar "Efsane Necmabadî" ya bi zimanê farsî mifa hatiye wergirtin. 
 

dîtin: 198

Pêveker:

firotina keçên quçanê