• Têketin
  • Ziman
Gaveke dîrokî; TV ya zarokan vebû PEPULE

Gaveke dîrokî; TV ya zarokan vebû PEPULE


barkirin: Rêbendan 22, 2014, 1:50


Ji aliyê komek karmendên Kurd ve gaveka dîrokî hate avêtin. TV ya yekem zarokan bi Kurdî û bo tevayî Kurdistanê vebû.
Televizyona ku eve şeş mehe amadeyiya wê dihate kirin û eve demeke bi bernameya ceribandinê ve dest bi kar kiribû îro bi awayekî fermî ji aliyê Rêvebiriya Televizyona KurdMax ve hate ragihandin.
Televizyona ji bo zarokan ya bi navê PEPULE di bin rêvebirî û destpêşxeriya televizyona Kurdî KurdMax de vebû. Televizyona PEPULE jî navenda xwe li Hewlêrê ye û ji aliyê komek Karmendên Kurd ve hatiye vekirin. Aliyê herê giring ewe ku cara yekeme TV yeke zarokan bi Kurdî li Bakurê Kurdistan jî vedibe. Televizyona PEPULE dê bi zaravayê Kurmancî û Soranî weşana xwe bike. Dihunê bi awayekî fermî TV ya PEPULE di nava Turksat ê de cih girt. Êdî Kurdên Bakurê Kurdistan dê karibin bi hesanî li PEPULE temaşe bikin.

Rêvebiriya KURMAX TV di daxuyaniya vebûna PEPULE de didin diyarkirin ku armanca wan ya serekî ewe ku vê valatiya ku heyî bi taybet ji bo zarokên Kurd bi gaveka dîrokî dagrin û PEPULE bikin wekî dibistaneka zarokan ya zimanê Kurdî. Li gorî ku rayedarên KurdMax Tv dane diyarkirin eve salên dirêjin ku di warê Media û bi taybet TV de bi rêka Kurdmax ê jî ewana tenê armanca xizmeta zimanê Kurdî û pêşdeçûna medya Kurdî kar kirine. Rayedarên KurdMaxê dibêjin ku hetanî neha weşana KurdMax bi taybet ji bo ku li başûrê Kurdistan bête temaşekirin li ser Nilsat ê di weşanê de bû. Lê PEPULE TV bi taybet ji bo ku Bakurê Kurdistan jî temaşe bike û bi pêşveçûna çand û huner û zimanê Kurdî ve ev valatiya TV bête dagirtin ewana weşana PEPULE bi hemî zehmetî û sextiyan ve jî karîne bigrin nav Turksat ê. Di heman demê de di belavoka ragihandina PEPULE TV de tê diyarkirin ku mebesta rêvebiriya KurdMax TV eweye ku PEPULE bikin amêreka pêşdebirin û têgehandineka baş ya zaravayên Kurdî. Tê hêvîkirin ku PEPULE TV bi vê amadeyiya xwe ya demdirêj û zimanê xwe yê dewlemend bo zarokê Kurdan bibête dibistaneka taybet ya nav malê.

Frekansên PEPULE TV li ser herdû Sat a

Frekansê Kurdmax Pepule, li ser Turksatê; 11509 H 30000
Frekansê Kurdmax Pepule, li ser Nilesatê; 11033 H 27500

 

Daxuyaniya Rêvebiriya KurdMax TV ya ji bo vebûna PEPULE TV

 

JI BO RAYA GIŞTÎ

Kenela zarokan Kurdmax Pepule TV ku navenda wê li Hewlêrê ye, dest bi pexşa asayî kir. Du satên serekî yên ku bara bêtir gelê kurd berê xwe didinê Nîlesat û Turksate, ji ber hindê me jî her du sat bi kar hînaye da em xwe bigehînin jimareke zêde yên zarokan.

Yekem car e li ser Turksatê bi zimanê kurdî kenalekê zarokan vebû û eve jî, ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye.   

Armanca vê kenalê zimanê zikmakî li ber dilê zarokan xweş bikin. Di vî karî de bi rêka vê emrazê perwerde û zimanê kurdî geştir bikin. Ji bo vê çendê, me di bernameyên xwe de giringî daye du şêwezarên serekî (kurmancî û soranî), her wesa di şêwazaran de jî me gelek devokên hemereng jî bi kar hînaye. Paşerojê dê her du şewezarên din jî li dûv derfetan dê bihête bikarhînan. Bi vê şêwazê daxwaza me ewe ku hêdî hêdî di navbera devokan de têgehiştineke hevbeş dirust bikin û bi rêka têgehiştineke hevbeş, perwerdeyeke giştî pêk bihînin. ji ber ku zimanê me hêşta negehiştiye wê qonaxê ta ku bikarin bi tenê devoka deverekê yan jî bi tenê şêwezarekî bi kar bihînin.

Helbet, em jî baş dizanin, di paşerojê de dê gelek arîşe ji bo me dirust bibin. Ji ber ku zimanê kurdî li rêka xwe digere, di vê geryanê de me pêdivî bi alîkariya gelek layen û pisporan heye. Her rexne û pêşniyarek dê ji bo me bibe çirayek da em bikarin baştir xizmetekê rabigehînin zarokên xwe.

Frekansê Kurdmax Pepule, li ser Turksatê; 11509 H 30000

Frekansê Kurdmax Pepule, li ser Nilesatê; 11033 H 27500

https://www.facebook.com/kurdmaxpepule
http://www.ezuem.com/pepuletv/

www.kurdmaxpepule.tv

Rêz û slaw

 

 

RÊVEBERIYA KURDMAX TV

 22/2/2014

PEPULE LOGO

 

dîtin: 912

Pêveker:

gaveke dîrokî; tv ya zarokan vebû pepule