• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gaza Kenînê Ne Ewqas Bêguneh e!

Gaza Kenînê Ne Ewqas Bêguneh e!


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Befranbar 7, 2018, 7:50


Gaza kenînê ku di demên dawî de li seranserê cîhanê cihê xwe girtiye û di kêf û şahiyan de dihêt bikaranîn, ne ewqas pêdeçûneke mesûm û bêguneh e. Di derbarê rîskên bikaranîna gaza kenînê de kêm tişt dihêt zanîn. Lêbelê pirr zêde bikaranîna gaza kenînê dikare bandoreke mezin li mêjiyê piştê bike.

Bijîjkê-rehabilîtasyonê Christof Smit wiha dibêje; “Hejmara kesên bi nexweşiyên norolojîk û paraplejî (nexweşiyeke mêjiyê piştê) yên ji ber bikaranîna gaza kenînê roj bi roj zêde dibe. Min bi xwe di şeş meheyên derbaz bûyî de tenduristiya sê kesan bi metodeke rehabilîtasyonê xweş kir.”

Bijîjkê Hollandayî li navenda rehabilîtasyonê ya bi navê Reade ku li bajarê Amsterdamê ye, xebatên xwe li ser sê kesên gaza kenînê bikaranîne pêk aniye. Her sê kes jî di şahiyekê de gaza kenînê pirr zêde bikar anîne û mêjiyê piştê ya her sê kesan jî xesareke mezin dîtibû. Ji ber bikaranîna gaza kenînê vîtamîna B12 kêm dibe û hêdî-hêdî ber bi kûdbûnê ve dibe.

Çavkanî: ANP

dîtin: 202

Pêveker:

zanist gaz kenîn mêjiyê piştê lêkolîn