• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gelo dibe ezmûna Kerkûkê li Rojava dubare bibe?

Gelo dibe ezmûna Kerkûkê li Rojava dubare bibe?


nivîskar: Zeyat Brûsk
barkirin: Gelarêzan 12, 2017, 7:15


Nêrîna me bi çi awayî dibe bila bibe, em hemû çîroka van salên borî kêm-zêde dizanin. Eşkere ye, ku rewşa kojokturî ya li Kurdistanê û gelemperî jî ya li herêmê, pir aloz e. Li gel şer û pevçûnên bixwîn ên li qadên cengê, di qada siyasî jî de hevsengî her gav tên guhertin, şerê berjewendî û stratejiyan tundtir dibe.

Aktorê tekane bi eşkere ne tenê kurd û dewletên dagirker û statûkoparêz ên li herêmê, lê hemû dewletên zilhêz ên cîhanê ne. Bi hêz, plan û şiyana xwe, Amerîka, Rûsya, Brîtanya û heta Fransa û Almanya jî ji kêlekekê ve destwerdana nav aloziya herêmê dikin.

Di nava vê tozûbayê de gelê Kurd jî bi taybetî jî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li pey misogerkirina statûya xwe ne.

Lê dema mijar dibe “maf û azadiyên Kurdan”, dibe mijara rewş û statûya Kurdan, rewş bi awayekî din ve diqulipe. Herwekî ku bêjin Kurdan bi daxwaza azadî û serxwebûnê tawaneke mezin encam dabe, guneheke mezin kiribe, yan jî xetên sor derbas kiribin, hemû dewletên herêmê û yên cîhanî bi heman têgihiştin û bi yek dengî, li dijî Kurdan disekinin.

Di vir de ya îronî ew e, ku hêzên Kurd bi heman awayî nabin yekdeng, hev nagrin û nabin xwedanê heman bergeh û dîtinê. Her yek ji aliyekê ve  li saz û tembûrê dide. Lewma, berdêl çi qas giran û mezin dbin bila bibin, dema Kurd ber bi kêliya dawîn ve diçin, karesateke mezin bi ser wan de tê.   

Çîroka destgir a DAIŞê

Di çend salên derbasbûyî de, di bin navê qaşo “Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê”  anku DAIŞê de, “bablîsokekî” rojeva cîhanê da berxwe. DAIŞ û rêxistinên mîna wî salên dirêj bi destê îstîxbaratên hind dewletan di kurikê de bûn, maka wan ew amade kiribûn, ku di demeke wiha de derbikevin holê.

Kom û kesên tundrew ên ji hemû zibildankên cîhanê hatibûn berhevkirin, qaşo ji bo “cîhadê” li Iraq û Sûriyê hatine birêxistinkirin, bi defdana wan, gelek bajar û rûbereke mezin a axê dagir kirin.

Hemû cîhanê bi çavê serê xwe dît ka çawa ji çar aliyên cîhanê çekdar bi rêya hinek dewletên dagirkerên Kurdistanê, bi destê îstîxbaratên wan hatine perwerdekirin, bi çek hatine arastekirin û gihiştin Sûriye û Iraqê.

Tevlêheviya li welatên erebî, rik û kîna li hember rejîmên dîktator û mezhebperestî jî bingeha geşedana rêxistineke wiha bihêztir kir.

Zêde bi ser ve neçû, ku DAIŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşê Kurdan kir. Ji xwe nedibû Kurdistan jî li derveyî vê çembera bi agirî mabaya.

Li hember vê bablîsoka çêkirî, yan jî destgird, qaşo hevpeymaniyeke navdewletî, bi serpereştiya Amerîkayê hate avakirin. Kurdan jî li Başûr û Rojava di nava vê hevpeymaniya navdewletî de cîh girtin.

Hêzên Kurdî ji bo parastina xaka welatê xwe, bûne hêza pêşeng a meydanî ya şer. Yekemîn car cengawerên Kurd karîn vê babelîskê bitefînin û paşde vegerînin. Cîhanê jî destê xwe bi pişta Kurdan re birin û anîn, pesnê wan dan û ew bilind kirin.

Çi ecêb e, ku hêzên Kurd  bi piştgiriya wan dewletan şer kirin, ku hercar çarenivîsa gelê Kurd di berovajiyê berjewendiyên wan de dinivîsin.

Bê guman destkeftiyên Kurdan jî çê bûn. Beriya her tiştî Kurd di cîhanê de bûne xwedan îmaj û pêgeheke bi hêz û bi rêz.

Bi hatina DAIŞê, li Başûrê Kurdistanê ew bajar û navçeyên kurdistanî yên di bin desthilata Iraqê de, ketin bin destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Bi awayeke defakto li gel Başûrê Kurdistanê weke dewleteke serbixwe reftar hate kirin, berpirs û dîplomatên dewletên cîhanê rasterast li gel Hewlêrê şêwirîn. Ji bo demekê Hewlêr bû navendeke giring a dîplomasiyê di Rojhilata Navîn de.

Li Rojavayê Kurdistanê jî çepera li dora statûya bi pêşengiya hêzên Kurd hatiye avakirin, qahîm bû. Ji aliyekê ve bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî û bi şer xwe gihandine naverasta Sûriyê, ji aliyekê din ve jî pergala wan dixwest biceribînin derfetê pratîkê peyda kir. Di qada navdewletî debû xwedan pêgeh.     

Destkeftiya mezin referandûm û Kerkûk

Ji bo Başûrê Kurdistanê destkeftiyên piştî Raperîna Mezin a sala 1991ê çi be, kontrolkirina Kerkûk û navçeyên din ên kurdistanî jî heman tişt e. Başûrê Kurdistanê bi Kerkûk, Xaneqîn, Xurmato, Şingal û navçeyên li Deşta Nînova ve Başûr e. Ev dever tev de weke nîvê axa Başûrê Kurdistanê ne.

Li gorî madeya 140 a Destûra Iraqê, divêya çarenivîsa van navçeyan, ku jêre tê gotin navçeyên nakok, bi riya referandûmê bihata diyarkirin. Lê hikûmeta Iraqê her car bi hincetekê ev yek paşxist û ev pirs wisa hilawistî man. 

Beriya êrîşên DAIŞê di bahara 2014ê de nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gihiştine asta herî jor. Bi hatina DAIŞê artêş û hêzên çekdar ên Iraqê ji van herêman reviyan û pêşmerge ew der kontrol kir û bi xwîna xwe parast. Herwiha pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî ji ber şert û mercên awarte hatine paşxistin.

Bi bidawîbûna çîroka DAIŞê li Iraqê jî Kurdan xwestin çarenivîsa xwe diyar bikin û ji Iraqê veqetin. Ji bo vê jî biryara referandûma serxwebûnê hate dayîn, ku ev biryar 3 sal bûn di rojevê de bû. Bi referandûmê di heman demê de wê çarenivîsa navçeyên nakok jî bihata zelalkirin.

Lewma, bi tevê hemû dijberiyên navxwe, herêmî û navdewletî, roja 25ê Îlona 2017ê, referandûm hate kirin. Ji sedî 92yê beşdaran dengê “belê” bikar anîn. Vê referandûm û encamên wê ji niha navê xwe weke bûyer û qonaxeke giring di dîroka Kurdistanê cîh girt.

Bi nêrîna min dijberiya mezin a cîhanî ya li hember referandûmê rastî û meziniya referandûmê jî nîşan dide. Herwiha belge û destekteke mezin a tekoşîna serxwebûn û azadiya Kurdistanê ye.

Her ev yek bû, ku bû dewletên dagirkerên Kurdistanê di dijbereyê de bûne yek. Careke din eşkerer bû ku dema mijar dibe “Kurd” hemû dewletên dagirker bi heman hizir, hest û heman rewşa hîsteriyê tev digerin, nakokiyên xwe davêjin rexekî û li dijî Kurdan disekinin.  

Tirkiye û Îranê dest bi helwest, biryar û dorpêçên giran kirin li dijî Herêma Kurdistanê. Qet nexwestin referandûmê û encamên wê bibînin. Ji ber vê yekê di dema êrîşa Kekrûk û navçeyên Kurdistanî de bi derfet û hêzên xwe piştgirî dan Iraqê. Pasdarên Îranê û îstîxbarata tirkan di nava plan û pêkanîna êrîşê de cîh girtin. Him jî li ber çavê hemû dinyayê.

Bi gotina wan, divêya Kurdan berdêla daxwaza serxwebûn azadiya xwe giran bidana. Pozê Kurdan bihata şkandin û ji hespê bihatana peyakirin û li kerê siwar bibana. 

Ji mêj ve dihate zanîn, ku di dawiya dawîn de wê mîlîsên şîe Heşda Şebî rûbirûyê pêşmerge bibin. Referandûm û Kerkûk û navçeyên nakok jî bûne sedemek. Bi dawîbûna şerê DAIŞê, rêya êrîşan jî vekir.

Kurdan tenê Kerkûk wenda nekirin. Ji sedî 50 ya axa Başûrê Kurdistanê wenda kirin. Baweriya bi hêza xwe, baweriya bi hev û baweriya ji derve jî ji dest dan. Bi hezaran kes dîsa koçber bûn, mal û milkên xwe wenda kirin. Kurdan hêza siyasî û aborî wenda kirin.    

Hevpeymanên qaşo “stratejîk” ên Kurdan, Amerîka, Fransa û welatên din ên rojava, durûtiya xwe nîşandan. Ji xwe Brîtanya bi awayeke eşkere û bêyî şerm, ji bo rêkeftina di navbera kompanya petrolê ya British Petroleum (BP) û hikûmeta Iraqê ya li ser petrola Kerkûkê, Kurd firotin. Nehiştin di beyanameya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekgirtî de peyva “misogerkirina mafên Kurdan li Iraqê” jî cîh bigre.

Bêbextî tenê ne ev hinde jî bû. Dîrok dubare bû. Kurd bûne xwediyê rûreşiyeke din a bi navê îxanetê û careke din jî eşkere bû, ku ji bilî çiyayan dostên Kurdan nîne.  

Bê guman di vê têkçûnê de sedemên navxweyî jî hene, ku herî zêde ev babet dilê mirovan kul dike. Başûrê Kurdistanê piştî 26 salên nîv serbixweyîbûnê, eger encameke wiha re rûbirû dimîne, teqeze divê serkirde û berpirsên wî ji xwe bipirsin. Di serî de jî PDK û YNK û herwiha Tevgera Goran.

Çawa dibe di dirêjahiya van salan de nekarîne hêvina hevgirtina xwe bihêz bikin? Çima nekarîne bibin xwedan stratejiyeke nîştîmanî û hêzeke hevpar a berevaniyê? Çima gel ev hinde ji nakokiyên navxweyî bêzar kirine? Pirs bi vî awayî dikarin werin zêdekirin.

Derz û perçebûna di nava hêz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de, hema bêje di asta dijminahiyê de ye. Di refrandûmê de hewayeke yekîtiyê afirî û vê yekê hêvî û şewq da hemû Kurdistanê, Kurdên li hemû cîhanê. Ji ber ku ji bo xewn û xeyaleke pîroz a hezaran salan bû, ti takekî Kurd nedikarî bêje ez li dijî serxwebûn û azadiyê me.

Lê di bûyera Kerkûkê de eşkere bû, ku dema hêzekî Kurdî dikeve, ya din amade ye dehfê bide, yan jî tenê lê binere. Çawa li hember dijminê xwe ne yekgirtî ne, wiha jî li hember hev nehez û enirokî ne. Ev kêmasiya hemû aliyan e. Bi ya min yek ji ya din ne dirustir, ne paqijtir, ne cidîtir, ne bêgunehtir û ne rastir e. Lewma jî dijmin bi hêsanî dikarin ji vê rewşê sûdê wergirin.

Rewşa li Başûrê Kurdistanê dil û wîjdanê hemû Kurdan diêşîne. Ez dîsa dibêjim, ji bo Başûrê Kurdistanê hemû tiştek bidawî nebûye. Hêvî her heye. Dema mirov ji pêncera mezin ve lê dinere, hevsengiyên herêmî û planên navdewletî şirove dike, dibe her kêliyê ev tablo berovajî bibe.

Rojava dikare destkeftiyên xwe biparêze?

Pirseke din ê sereke jî îro ev e. Gelo li Rojavayê Kurdistanê jî heman xeter heye yan ne? Eger heman tişt li Rojavayê Kurdistanê jî dubare bibe, anku Kurd destkeftiyên xwe ji dest bidin, ev yek dê bibe sedema travmayeke mezin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî heman mîna Başûr, piştî destpêkirina serhildanan, rejîma Sûriyê hêzên xwe vekişand û ji Kurdan re derfeteke dîrokî peyda bû. Çend were rexnekirin jî siyaseta Rêveberiya Xweser a li hember rejîma Sûriyê, an jî li hember rejîmê şer nekirin, ji ziyanê zêdetir feyde da Kurdan. Bi vî awayî hebûna xwe parast.

Geşedanên Rojavayê Kurdistanê, ji bo tekoşîna li Bakûrê Kurdistanê jî bû hilmijîna bêhnvedanê.  Ev jiber peywendiya raste rast a PKKê û PYDê ye bê guman.

Piştî êrîşên DAIŞê û xweragiyiya Rojava, çavê cîhanê zivirî ser vê parçeyê jî. Xweragiriya li hember DAIŞê ji avantajeke mezin bû ji bo şkandina tecrîda ser Rêveberiya Xweser. Berpirsên PKKê bixwe jî dibêjin, Amerîka ji ber berjewendiyên xwe, li gel YPGê têkîliyeke taktîkî pêşxist. Herwiha Amerîka dixwaze PYDê bikêşe ser xetekî nijadperestî û dewletnetewe.

Hinek jî bi palpiştiya Başûrê Kurdistanê, hêzên Rojavayê Kurdistanê jî bûne hevpeymanê Hevpaymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê herwiha bûne havlbendê Amerîkayê. Eşkere ye, ku him li Başûr û him jî li Rojava, di şerê li dijî DAIŞê de, hêza esmanî, şêwirî û giraniya hevpeymanan, ji bo hêzên Kurdî pir diyarker bû. Ne bi bombebarana giran a wan firokeyan ba, dibe hêza DAIŞê ew hinde zû nehatiba têkbirin.

Hêzên Rojavayê Kurdistanê nekarîn Efrîn û Kobanê bikin yek lê ji aliyê başûrê rojavave xwe gihandina Reqaya paytexta “Hovistanê.” Cîhanê her gaveke li vî aliyê Sûriyê bi baldarî şopand.

Niha şerê DAIŞê li Sûriyê jî bidawî dibe. Qet nebe, êdî eniyên şer tên guhertin, hêzên li hember hev jî diguherin. Nayê zanîn ka dê hevpeymaniya  Kurdan a li gel Amerîka û hevpeymanan heta ku derê berdewam bibe. Wate ji bo Rojavayê Kurdistanê jî qonaxeke nû dest pê dike.

Êdî Sûriye û hevpeymanên wî, bi taybetî jî Îran, bi dengeke bilindtir gefan li Rojavayê Kurdistanê dixwin. Daxuyaniyên Serokê Sûriyê, cîgirê wî, herwiha berpirsên pilebilind ên Îranê yên di rojên dawî de, îşareta şerekî nû ya li dijî Kurdan dide. Eşkere dibêjin, ku ew yekparçebûn û serweriya Sûriyê diparêzin û qebûl nakin ti kiyan û statûyeke cuda li bakûrê Sûriyê, anku Rojavayê Kurdistanê were avakirin. Herwiha eşkere dibêjin eger pêwîst be dê hêza leşkerî bikar bînin.

Ji aliyê din ve, Tirkiyê ji destpêkê ve pişt li Rojavayê Kurdistanê girtiye, şûrê xwe li ser serê Kurdan dihejîne. Wate, herweke li Başûrê Kurdistanê, li Rojava jî heman dewletên dagirker li dijî maf û azadiyên Kurdan in.

Pirs ev e; gelo eger destwerdaneke leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê jî çêbibe, wate Sûriye, Îran û Tirkiye eger êrîşeke leşkerî bikin, dê Amerîka û hêzên hevpeymaniya navdewletî çiqas piştgiriyê bidin Kurdan?  Kurd dikarin pişta xwe bi proje û berjewendiyên Amerîkayê yên li Sûriyê ve girê bidin? Di demekê de têkîliyên li gel Amerîkayê taktîkî ne. Hêza xweragiriya Kurdan jî li hember vê klîkê diyar û sînordar e. 

Rast e, PYD û hevalbendên wî daxwaza dewleteke serbixwe nakin. Ji xwe îdeolojî û bîrdoziya wan jî dewletbûnê weke “xefik” dibîne ji bo civakê. Lê belê statuya ew hewldidin ava bikin jî qaşo dewletê red dike û bi awayeke din werarê sîstemeke dewletbûnê dibe.

Navê wê çi dibe bila bibe, sîstema birêxistinkirina civakê çiqas demokratîk, komûnî, bi wekhevî û bi azadîbexş dibe bila bibe, xwe ji xefika dewletê ya ew xwe jê vedidizin, rizgar nake. Bê guman ev bi serê xwe mijareke din ê nirxandinê ye. 

Serxwebûna Kurdistanê ji bo hemû dewletên dagirker xeta sor e. Di heman demê de ew statuya li Rojavayê Kurdistanê jî dixwazin ava bikin, ji bo heman dagirkeran xeta sor e. Çimkî ew hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan binyad dikin. Sed sal in wiha hatiye û dixwazin her wiha jî berdewam bibe.

Çarçoveya giştî, hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn û plan û projeyên navdewletî û berjewendiyên dewletên zilhêz li kêlekekî, gelo dibe ezmûna li Kerkûkê li Rojavayê Kurdistanê jî dubare bibe? Ji bo ev yek dubare nebe, Kurd dikarin çi bikin?

Ya ji hemûyan jî giringtir, piştî ev hinde berdêlên giran, xwîn û rondik û ked, dê Kurd bikarin çarenivîsa xwe êdî bi temamî biguherin?

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

dîtin: 71

Pêveker:

gelo dibe ezmûna kerkûkê li rojava dubare bibe?