• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gelo hûn sudên Şîlanê dizanin?

Gelo hûn sudên Şîlanê dizanin?


barkirin: Êlûn 27, 2013, 2:04


Şîlan fêkiyeke kûviye ku bi darên driyan ve şîn dibe û nava wê bi pûrte. Rengê wê sore û mîna Gwîjê ye, lê ne giruvele, hêkî ye.  Payîzan li gelek deverên Kurdistanê Şîlan peyda dibin. Fêkiya herî bi sûd û mifa yê vîtamîn C Şîlane. Dema nû jî dihête bi karanîn û dihête hişk kirin jî. Derman û çaya wê, her weha şerbeta wê jî dihête çêkirin.

Dihête zanîn ku Şîlan ji bo çareseriya nexweşiyên pençeşêr û şekirê jî gelekî bi mifa ye. Li Japonyayê lêkolînek li ser Şîlanê hatiye kirin û bi dendikên Şîlanê derman hatiye çêkirin. Ev derman asta rûnê zêde yên laşê mirov dadixe. Ji bo mirovên qelew dermane.

imgres

Sudên Şîlanê evin:

1-Li hember nexweşiyan, xweragiriya laşê mirov zêde dike. Hêz dide laş û çavan.

2-Daxwaza hezkirina seksî ya mirov zêde dike.

3-Gera xwînê ya di nav demaran de leztir dike û xwînê paqij dike.

4-Ji bo dilê mirov biçe xwarinê îştahê vedike.

5-Bo destavê har:îkarî dike, ji bo bawesîrê başe.

6-Îshalê anku zikçûnê dibre û bo qabiziyê jî başe.

7-Kurmên nav uruviyên mirov paqij dike.

8-Ji bo êşên ba yê başe

9- Bezên li ser gurçikê diparêze û alîkariya hilberina hormonan dike.

şilan

Rewanbej.com

 

 

dîtin: 160

Pêveker:

gelo hûn sudên Şîlanê dizanin