• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gelo kê kî xapand?

Gelo kê kî xapand?


barkirin: Befranbar 22, 2018, 3:29


Vê carê kenê min hat. Di rojeka wisan de mirov dixwaze xwe bike bimbe û bi ser rûyê dijminan de biteqîne. Di rojên wisan de ne kar, ne malbat, ne nav û ne paye û pileya nava civakê bêwateye û derveyî siyasetvanan herkesek dixwaze xwe di cendekê noker û dijminan de biteqîne.
Lêbelê ne tenê dijmin me hers dike. Rêberên Kurdan jî mirovan hêrs dikin lê bi daxuyanî û nêzîkatiyên xwe kenê mirovan li xwe tînin.

Fermandarê YPG Sîpan Hemo gotiye "Rusya li me xayîntî kir, em firotin"

Heyf û mixabin. Mirov şûna vê gotinê bike, harakiri bike baştire.

Meha Cotmehê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyanî da û got; "Emerîka Xayîntî li me kir"

Ev çanda serok û rêberên Kurda ne ji îro ve tê.
Ji Serhildanên salên 1840 an ve tê. Piştî serhildanên dijî Osmaniyan, di dema komara Tirkiyê de jî,  bi Şêx Seidan berdewam kir. Qazi Mihemed, Qasimlo hetani bi Evdile Ocalan hetani bi roja îro tê.
Baweriya xwe bi hêzên dagirker an jî hêzên navnetewî tînin lê paşê şîreta li gelê Kurd dikin û dibêjin "Baweriya xwe bi dijminan tu cari neyênin"

Formulekî pir hesan û basît pêşanî we bidim.

DAÎŞ Kok û bingeha xwe ji kîjan hêzê digre an ku kê daîş derêxist? Kê bi xêra DAÎŞ ê reng û awayê nexşa rojhilata navîn, weznên rojhilata navîn guhertin? EMERÎKA
Başe serokê DAÎŞ ê kî bû? TIRKÎ Û rejîma Erdoxan.
Ey Serok Barzanî, madem bi dehhezaran Pêşmerge dijî Daişê ketin nava şer, we çawan baweriya xwe bi rejîma Tirkiyê anî û we pala xwe da Tirkîyê? Zarokekî Kurd jî dikarî vêya bibîne û bizane gelo we nedizanî? Beriya Wefata Mele Mistefa çend nameyên wî yên di doşeka koçkirinê de, ji bo rayedarên Emerîkî nivîsîn bê bersiv man? Qey we jibîr kiribûn?


Piştî ketina Kerkûkê herkesekî ev pirs pirsî. "Gelo dê Emerîka xayîntîyê li Rojava bike?"
Di serî de min û bi hezaran kesên ne siyasetvan  eve gotin; "Kurdistan li Rojava ava bibe jî, heman weki talaban û el qaide wê emerika û Rûsya piştî karê wan bidawî hat dê destê xwe ji Kurdan bikşînin û bi navê" PKK" dê hêzên dîtir bera Kurdan bidin.

Bêguman li gel Emerika û Rûsya karkirin ne şaşîtîye. Siyaseteke rast bû, lêbelê di vê zanebûnê de siyasetkirin, karkirin giring bû. Diviya neyête wê astê ku rêberên Kurdan bibêjin "Rûsya an jî Emerîka xayîntî li me kir"

Wezîrê derve yê Emerîka dihûne daxuyanî da û got. "Tirkî hevkarê me yê deverê ye, ji neha û pêve em dê pêkve li devere kar bikin."

Heman wekî dema Selahaddînê Eyubi Kurdan vê carê jî bi çek û canê xwe ne tenê erda xwe parest, ji bo welatên Rojava û welatên dûr şer kir. Dawî jî wekî ku henekê xwe bi wan bikin Kurd bi tena serê xwe li ber devê gûran hiştin.

Başe Kurd têra xwe hene an bi tena xwe nikarin tiştekî bikin?

Bersiva vê yekê jî pir basite. Yasayên xwezayê û civakê jî ev piştrast kiriye. Herkes bi hêza xwe û bi karîna xwe ve heye. Ew hêz û potansiyela Kurdan heye dijminên xwe serkut bikin û wan wekî seyên ber deriya serçemandî bikin.

Lê ev jî bi formûla pir hesan çêdibe. Neku bi dehan Gerilla li Çiyayên Şemzînanê û Geverê û Colemêrgê, li ser Çarçêla,  li Zap û Avaşîn an jî di hundur de şer bikin û herroj şehîd bêne dayîn. Herkes jî dizane ku dewleta tirk bi wî şerî naşike,  têk naçe û qels jî nabe.

Yek rêk heye; Eger hêzên Kurd ji dil serkeftinê dixwazin. Divê bi lez li nava bajarên Tirkîyê derbên kuştinê, derbên têkbirinê, derbên tirsandinê li dewletê, hêzên dewletê, çavkaniyên dewletê, berdevkên dewletê bidin.

Her çend ez weha dibêjim jî, ya rastî qet bawer nakim tiştekî wisan bibe. Ji ber herkes bi salane jimin baştir dizane tenê yek rêkeçare heye û ew jî eve. Mixabin PKK vê yekê nake. Ji ber wêya jî şer dibe lê serkeftin nabe. Şer dibe lê encam nabe, şer dibe lê zilma dijminan kêm nabe, şer dibe lê tirk û dijmin bêhtir har dibin.

Xaleka dîtir ya herî giring jî ewe, herkesek li ser lêdana dijminan û têkbirina hêza dijmin,  têkeve nava hewldanê û her Kurdek ji aliyê xwe ve, xwedî li Kurdbûna xwe, li erz û rûmeta xwe derkeve. Tu tiştekî em ji tirkan bigrin tune lê di warê netewperestiyê de tirk gelekî li pêş Kurdanin. Bi dîn Îman, huner, zanist, dibistan, sazî, her tiştê xwe ve dijmindariya Kurdan dikin.

Kurd divê hemî hestên xwe yên "Însanî, demokrasî, wekhevî, humanistî, aştîxwazî, cîhanî bûn û giloverîzma xwe daynin alîyekî, bêyî tiştekî li benda hêzên Kurd, daxuyanî û helwestê hêzên Kurd bihêlin têkevin nava tevgerê. Bi gotinekê, bi nivîsekê, bi çalekiyeke jî be dijî dijminan rawestin. 

Herkes peywendiyeke ji bo kurdan lê kes. Ne doste. 

Çalekiyen qaşo demokratîk jî tu sûda xwe li ser bazirganîya çekan ya Ewrûpa û Tirkîyê nake. 

dîtin: 643

Pêveker:

Şer bawerî îxanet xiyanet rûsya