• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gelo kê wê lêborînê ji Êzîdîyan bixwaze?

Gelo kê wê lêborînê ji Êzîdîyan bixwaze?


nivîskar: Pirîskê Mihoyî
barkirin: Gelawêj 30, 2014, 5:08


Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo kê wê ji êzîdîyan ji bo komkujîya wan lêborînê bixweze?

Amêrîka decal? Ya ku ji bo berjewendîyên xwe eva sed sale bûye cendirma navnetewî? Ya ku «gopalê xwe ba dike» û niha Rojholata Navîn kirye gola xwînê, «bahara ereban» ji ber xwe derxist û ew «bahar» bûye «zivistan», bûye bela serê Rojhilatê? Ne, axir Amêrîkayê Seddam mezin kir, çeteyên El Qayîdê, du ra jî hovên DAÎŞ`ê talîm-tore kir?!
Hûn bawer nekin, Amêrîka tu caran lêborînê ji êzîdîyan naxweze!

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo kê wê ji êzîdîyan ji bo komkujîya wan lêborînê bixweze?

Avropa «pêşverû»?
Ya ku eva sed sale li vir û li wir wek dêlika geveze her tiştî tevî li hev dike û dû ra pişta xwe didê û dikeve tolana xwe?
Avropa «dilovan»?
Ya ku rê daye erebên zengî, ku li bajarên wê aza û bêminet bigerin, dêr û mizgeftên wê biherimînin?
Avropa bêwa?
Ya ku musulmanên radîkal di paşla xwe da xwedî û mezin dike û dû ra wek gurê har berî li ser axa Mêsopotamyayê dide?
Hûn bawer nekin, Avropa tu caran lêborînê ji êzîdîyan naxweze!

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo kê wê ji êzîdîyan ji bo komkujîya wan lêborînê bixweze?

Îrana fêlabaz û bi ruhanî şevekorî? Ya ku ji bo navê Kurd û Kurdstan mamostan û xwendekaran digre û darda dike? Ya ku li ser fetisandina tokoşîna gelê kurd dewleta xwe zor û xûrt dike? Ya ku nehîşt, ku rêberê kurdan Qazî Mehmed gazîya berbi gelê xwe ya berî mirinê heta dawîyê bixwîne? Ya ku ji bo musulmanên şihî xwe vediçirîne û dil-hinavê xwe zer dike?
Hûn bawer nekin, Îran tu caran lêborînê ji êzîdîyan naxweze!

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo kê wê ji êzîdîyan ji bo komkujîya wan lêborînê bixweze?

Tirkîya osmanî? Ya ku 2 mîlîyon ermenî qir kir û qet negot «of!»? Ya ku gelkûjîya Dêrsimê, qetilyema Gelîyê Zîlan pêk anî, serhildana Agirîyê bombebaran kir, Şêx Seyîdê kal darad kir? Ya ku got, ku tirko pirsa kurdan heta-hetayê li serê çîyayê Agirîyê binax kirîye? Ya ku êzîdîyên Serhedê xeza kir û devera Qersê ji êzîdîyan vala kir?
Tirkîya vê demê? Ya ku sîyaseta xwe wek haşa jina qehbe dimeşîne, ya ku sibê lingê te dalêse û li bin te ye, lê êvarê radibe li ser te û xençerê dilkê te ra dike?
Tirkîyayê heta niha ji kurdan û ermenîyan lêborîn xwestîye?
Hûn bawer nekin, Tirkîya tu caran lêborînê ji êzîdîyan naxweze!

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo kê wê ji êzîdîyan ji bo komkujîya wan lêborînê bixweze?

Rûsya, Ermenîstan û Gurcistana xrîstayan? Derdên van welatan jî pirr û girane, ew bi xwe bûne şehîdên musulmanîya radîkal! Raste, ew bi çavên rehmê û bi dilovanî li êzîdîyan û kurdên musulman mêze dikin, lê ji ber «dînya ereban» êzîdî bona wan yanê hene yanê tunene! Lê dîsa mala van dewletan ava be, ku êzîdî qir nekirine, lê li gorî derfet-mikanên xwe rê li ber wana vekirine, ku ew bibine weyê nasname, çand û dîroka xwe!..

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo kê wê ji êzîdîyan ji bo komkujîya wan lêborînê bixweze?

Erebistana musulmanîya kevneşop? Erebistana genefisî? Ya mixenet û qelp, ya decal û hov, ya bê nan û xwê, ya bê şeref û namûs? Ya ku di mala êzîdîyên Şengalê da êvarê nan dixwar, lê sibê tûyî nanê wan dikir? Ya ku herdem çav berda bû mal û milkên êzîdyan? Yanê ew erêbên qiralê eware, yên gundên li dor-berê Şengalê wê lêborînê ji êzîdîyan bizwezin? Yên ku zarokên xwe dikirine pêşa êzîdîyên dilsax, yên ku bi fen digotin: «êzîdîyo, kirîvo, merheba!»? Yên ku bi çavê mixenetî êzîdyan, qîz û bûkên wan dinhêrîn û ew arxayîn kirin, heya wehîşê DAÎŞ`ê bên, ku bavêjine li ser mala «kirêvê êzîdî» û zênkarîyê bikin?
Kijan ereb wê lêborînê ji êzîdîyan bixweze, Vîyan Dexîla nûnera me?
Yên li Bexdayê yanê li Qeterê? Yên wek qiralê gemar û nexwendî? Yên ku salê carekê li qumistanê li ser çavên xwe dişon?
Hûn bawer nekin, dinîya Erebistana musulman tu caran lêborînê ji êzîdîyan naxweze!

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo kê wê ji êzîdyan ji bo komkujîya wan lêborînê bixweze?

Çima hûn nizanin, kê wê bixweze?
Gelê me bi xwe wê lêborînê ji êzîdîyên Şengalê bixweze! Yê Kurdistana başûr û Kurdistana bakûr, yê Kurdistana rojhilat û Kurdistana rojava! Yê li Avropayê û Amêrîkayê, yê li Sovîyêta berê û welatênê dinê! Yê ku rabûn û bangî hewara şengalîyan kirin! Lê çi destê wan hat û ew kirin!

Çima hûn nizanin, kê wê ji êzîdîyam lêborînê bixweze?
Kurdên musulman berê her tiştî wê lêborînê ji êzîdîyên Şengalê bixwezin! Yên ku di malên xwe da êzîdî nan û av kirin û niha jî dikin, yên ku li ber dilê êzîdîyan da hatin û derdên wan sivik kirin! Yên ku çi ji qewata wan hat, alîkarî dan, lê ger tiştek jî ji destê wana nehat, wê bêjin, birayên me, êzdîno, li me biborin!
Hûn bawer bikin!..

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo kê wê ji êzîdîyan ji bo komkujîya wan lêborînê bixweze?

Hemû parazvanên Şengalê! Yên ku xwînê dirêjin, çi gêrîlayên YPG û HPG, çi pêşmerge û çekdarên êzîdîyan yên qerehman, ku çi destê wan hat û tê vê gavê ew dikin! Lê çi nikaribûn, ewê bibe mijara lêborîna wan!
Bêfitîya, çend «fermandar û berpirsyarên» Herêmê jî wê lêborînê ji êzîdîyan bixwezin, ku li ber êzîdîyan gunekarin û ew neparstin. Û ewê bêjin, wekî Xwedê giravî haj tu gilîya tûnebûn, wana nizanibû, ku dinîya wa ye û ereb wana dixapînin!
Hûn bawer bikin!..

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo îdî kê wê ji êzîdîyan ji bo komkujîya wan lêborînê bixweze?

Êzîdîyên bi xwe lêborînê ji xwe bixwezin, ku dilê xweye saxin û dibêjin: «Xwedê tu bêyî hewara 72 netewan, dû ra bêyî hewara me!».
Hûn bawer bikin û şaş nemînin!..

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo êzîdî lêborîna kê wê qebûl nekin?

Êzîdî lêborîna xwe her tenê wê qebûl nakin, xasma lêborîna hinek êzîdyên tirsonek û xayîn!..
Hûn bawer bikin û şaş nemînin!..

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo êzîdî wê sipasîya xwe bidine kê?

Bêguman, ewê sipasîya xwe ya bê hed û hesab bidine hemû parazvanên Şengalê, şervanên Êzîdîxanê û qerhemanên Kurd û Kurdistanê!
Bêguman, ewê bejan xwe bitewînin li ber bîranîna hemû şehîdên Şengalê!
Lê dîsa û dîsa wê sipasîyê xwe bidine gelê Kurdistanê yê sîvîl, dilovan û dilrehm!

Gava Şengal rizgar û aza bibe, gelo êzîdî wê sipasîya xwe bidine çi?

Lê dîsa û dîsa wê sipasîya xwe bidine Lalişa Nûranî, ku çi ferman bê li serê wan, ew navenda ola me ya kevnar û batinî êzîdîyan diparêze û xwedî dike!..

dîtin: 282

Pêveker:

gelo lêborînê ji Êzîdîyan bixwaze