• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Girtiyekî Kurd li Tebrîzê hate darvekirin

Girtiyekî Kurd li Tebrîzê hate darvekirin


barkirin: Gelawêj 9, 2015, 10:57


Hat ragehandin girtiyekî siyasî yê Kurd bi navê Sîrwan Nijawî, piştî çar salên girtîgehê li bajarê Tebrîz a welatê Îranê hatiye darvekirin.

Li gor Navenda nûçeyan rêxistina çalakvanên mafê mirovan li Îranê ’’HRANA’’ yê ji zarê birayê Sîrwan Nijawî, Husêyin Nijawî roja yekşemê 9ê Tebaxê rayedarên girtîgeha Tebrîzê di peywendiyeke telefonî de jî vî xwestine ji bo wergirtina cenazeyê birayê xwe serdana girtîgehê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku duh HRANA yê di nûçeyekî de veguhestina du girtiyên siyasî yên Kurd bi navên Sîrwan Nijawî û Elî Ehmed Silêman bo hucreyên takekesiya girtigeha Tebrîzê ragihandibû.

Birayê Sîrwan Nijawî dosya birayê vî hatibû ragirtin û xebera darve kirina vî di rewşekî de ye ku rayedarên girtîgehê ji bo hevdîtina dawiyê malbata wan haydar nekirine.

Sîrwan Nijawî di sala 2011ê de li bajarê Kerecê hatibû girtin û bi tawana endamtiya PJAKê û muharibê(şerê bi xudê re) hukmê darvekirinê jê hatibû birîn.

Ev hûkim di sala 2012ê de di liqa yek a dadgeh a İnqilab a bajarê Mehabadê hate ragehandin û piştre li liqa 31 a dîwana bilind a Îranê de hate erê kirin.

 

Mesûd Şems Nijad, parêzerê girtiyê dsiyasî yê Kurd, Elî Ehmed Silêman egera darvekirina navbirî red kir. Navbirî ji HRANA yê re ragehandiye tawana Elî Ehmed Silêman kuştina du endamên spahê pasdarên Îranê ye ku bi lêxweş bûna malbata wan kesan mesela darvekirina vî bi dawî bûye.

Elî Ehmed Silêman ji Kurdên başûrê Kurdistanê ye û di sala 2005ê de hatiye girtinû bi tawan peywendiya bi PAJAKê re û kuştina du pasdaran hûkmê darve kirinê jêre hatibû birîn, lê bi lêxweş bûna malbata pasdaran hûkmê darvekirina vî hatiye rakirin.

 

Rewanbêj

dîtin: 260

Pêveker:

girtiyekî kurd li tebrîzê hate darvekirin