• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Google vê carê dest avête zimanê Kurdî

Google vê carê dest avête zimanê Kurdî


barkirin: Gelarêzan 3, 2015, 10:58


Mitora lêgerînê ya herî mezin Google piştî salên dirêj dawiya dawî zimanê Kurdî him Kurmanciya jorîn, him ya jêrîn xiste nav bernameya xwe de.

Google li gel pir daxwazî û bendêmayîn û serlêdanan hetanî neha hewl nedida ku zimanê Kurdî bixe nava bernameya xwe ya wergerê de.

Lê van roja google dest bi projeyeke nû kir û ne tenê zimanê Kurdî gelik zimanên di cihanê de fermî nayêne naskirin xiste nava bernameya wergerê de. Ji bo vê yekê di nava amadekariyê de ye.

Jiber sazî û dezgeheke berbiçav ya li ser zimanê Kurdî nîne, google ziman û peyvên wergerê rasterast ji bikarhêner an ku mirovên ser torê werdigre.

Pergala google pêş xistî bi zimanê hun dixwazin peyvê derdixe pêş we divê hun bi Kurdî bersiva wê an jî beramberê wê binivîsin û berdewam bikin.

Google tevan kom dike û yên herî nêzîkî hev weki bersiva rast dipejirîne.

Dê zimanê Kurdî bi vê rêkê çiqasî rast bête bikaranîn nayê zanîn. Jiber ku nivîskar û zimannasên Kurd di mijara teknîkê de ewqas ne çalekin ku li ber google runên û bersiva binivîsin. Ji neha ve gelik peyvên çewt û gotinên tevlîhev hatine barkirin. Jiber vê yekê dibe ev yek rê  bide ku zimanê Kurdî yê di pergala wergera google de cih bigre çewt be.

Jiber vê yekê bi taybet kesên bi Kurdî dijîn, li ser zimanê Kurdî şareza û desthilat bin divê hindek dema xwe bidin û serê xwe biêşînin û zimanê Kurdî di google de bicî bikin.

Aliyekî dî metirsî ewe ku kesên peyvan bigrine ser dive bi ingilîzî jî zanibin.

Bi du rêkan hun dikarin tevlî bibin. Yek kurdiya peyva ingilîzî divê hun binivîsin ya duyem jî tiştên hatî nivisîn hun dê hizra xwe bidin ka raste an ne raste hun dê destnîşan bikin.

Ji vira hun dikarin beşdar bibin.
https://translate.google.de/community

image

image

dîtin: 149

Pêveker:

google carê dest avête zimanê kurdî