• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gotar: Kobanî û Wêje… Fêrgîn Melîk Aykoç

Gotar: Kobanî û Wêje… Fêrgîn Melîk Aykoç


barkirin: Gelarêzan 5, 2014, 2:54


Dehaqên demê bi gemariya mejî û tîbûna xwînmijînê dor li Kobanîka birîna dilan girtine, her li pey sotin, ruxandina xweşiyan e. Ev Dehaqê rûreşî û bêbextiya mirovahiyê geh di rengê Erdogan û Davûtoglu de geh wek siya wan a qirêj dibe Daîş a paşverûtiya hezar û çarsedsal berê, rûyê xaka pîroz, rêbaya bijûn diherimînin. Bi xiniziyeke mejîgenî li çavên cihanê dinêrin; carna ax û latan disoje, carna dibe jehra polêsên dehaq bi gaz û kêr li qirika mirovahiyê dipiçike,. War wêran, şênî bela, êş giran e.

Şêrên Roj û Kawayên hemdemî tev kulîlkên Anahîta bi vîna pola ji durrê berxwedan diafirînin, bi hêzeke yêzdanî her êrişî li valahiyê difetisînin. Ev dibe kul, Deheqê bi tirsa têkçûnê her li Enqerê har dibe har. Olana çîroka Newroz û Kawa tenê li Rojhilata Navîn vedabû, Lê olana diyardeya Kobanî ne tenê li cihanê veda, bû hêviya berxwedana gel û bindestan. Gelo li cihanê ji bo helbest, çîrokan, şano û romanan çevkanîyeke wisa dewlemend wisa fedekarî dagirtî, reşahiya paşverûtiyê qelaştî heye? Bawer nakim. Di vê mijarê de bareke giran dikeve ser milên wêjevanan.

Vê mijara Kobanê ne tenê di warê dîplomasiyê de ew çembera bêbextiyê çirand, wê ev çavkaniya wêjeyê li ser bingeha berxwedana yêzdanî li cihanê rêya wêjeya Kurdistanê jî veke. Divê wêjevan di têgihîştina vê rastiyê de wek erkeke pîroz nêzê vê mijarê bibe. Hin hewldanên sivik li çengeyên ragihandina dîgîtal hene, lê gelek kurt bi hestên wê kêliyê, bi dirûjmeyan dagirtî ne. Ev ne wêjeya tê xwestin e û ne bes in.

Divê bi awayeke taybet rojên çalakiya çanda vê berxwedanê afirandî jî werin birêkxistin. Her çendî li başûrê Kurdistanê çend şevên helbestê di bin serenavê „Ji bo Kobanê“ hatibin li darxistin û gelek helbestvanên hêja tê de cih girtibin jî, lêbelê tisî mane.

Helbestvanê hêja birêz Xizan Şîlan wek mînakekê helbesteke hêja pêşkêşkiriye: „Fanosa dilê reben /… qêrîna Şengal û Mexmûrê / di germa hembêza xwe de / aşt bikim…/di newalên Cudî û Qendîlê re biherikînim…./ kal û pîr û zarokên bêxwedî/ di qonaxa dilê xwe de bihewînim…../ bedena xwişk û birayên canfedayî/ bi keskesora rengîn…./ li bejna agirê azadiyê bipêçim/ di berxwedana şerê Kobanê de/ çirûskên hêviya şervanan bibiriqînim…/ û li ser axa pîroz ya şaristaniyê / Kurdistaneke serbixwe pêşkeşî Cîhana virek bikim“

Adar Jiyan jî di Azadiya Welat de bi gotarekê wek ceribandinekê wêjeyî hewl daye, Wisa dinivîse: „…Ji bo wê kul, di wateya gelek tiştên neyinî yên din de jî tê bikaranîn Lewre kul, elem û azar e. Kul, qîrîn û hawar e. Kul, keser û axîn e. Kul, girî û nalîn e. Kul, êş û jan e. Kul, derdê bêderman e… „

Divê li vê xaka Ewropa bi tevlêkirina wêjevanên cihanê, di asteke berz de şev û çalakiyên wêjeyî werin li darxistin, ku em bikanin bi rêya helbest, çîrok, şano û romanên gerdûnî olan êş dijwarî şahadetên di giyanan de wek tirîjên hêvî û êşê diçirûsin ragihînin vê gerdûna hê jî bi dileke nîv mirî nêzê vê rastiyê dibin.

Xendan

dîtin: 170

Pêveker:

gotar kobanî û wêje