• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gotar: ‘Peyam’Xan’a ‘Peyam’nêr a Bêwar Brahîm- Reşo Ronahî

Gotar: ‘Peyam’Xan’a ‘Peyam’nêr a Bêwar Brahîm- Reşo Ronahî


barkirin: Gelarêzan 26, 2014, 10:08


 ‘Payîzokine Çavşil Ji Dilê Xewnê’ romana Bêwar Brahîm e ku çend meh berê ji Weşanxaneya Lîsê derketiye. ‘Peyam’ ku min di sernivîsê de jî bi kar aniye navê lehenga romanê ye.

Ez ewilî behsa romanê bikim, dû re ez ê di derheqê wê de rexneyên xwe vebêjim. Kalik û pîrika ‘Peyam’xanê ji eslê xwe ji bakûrê Kurdistanê ne. Ji ber zordariya Osmaniyan berê xwe didin başûrê welêt, li wir ji wan re gelek zarok çêdibin lê tev dimirin, tenê kurikekî(bavê “Peyam”ê) difilite, ew jî piştî xwendinê û filan û bêvan diçe li Elmanya bi cîh dibe, lê diya xwe û bavê xwe jî digire cem xwe û li wir dijîn. ‘Peyam’xan û birayê xwe Dêvêd (bi gotina kalik; Dilo) li Elmanya tên dinê û li wir mezin dibin. Hetaaa ku ji bo lêkolîneke zanîngehê bi birayê xwe re berê xwe dide başûrê welêt, qet welat nedîtiye. Lê kalik û pîrikê her tim ji wan re qala welêt kirine, ew hînî ‘zimanê welêt’ kirine, hewl dane ku bi çanda welêt rabin… Roman, bi çûyîna ‘Peyam’xanê û birayê xwe ya başûr dest pê dike û bi berfirehî bi çavên ‘Peyam’xanê qala têkiliyên civakî yên başûrê welêt û rewşa civaka wê ya piştî bi destxistina statuyekê dike. Ji sunnetkirina jinan bigire, heta bêxwedîmayîna malbatên cangoriyan, heta burokratîzma rêveberiya başûrê welêt, heta tiraliya civakê, heta şervanên kevin û bêxwedîhiştina wan, heta û heta… Tabî nivîskar van bûyeran hemû bi dîtina ‘Peyam’xanê û bi devê ‘Peyam’xanê digihîne me.

Rojnamegeriya ‘Peyam’xanê û Zimanê Romanê:

Em di serî de fêm dikin ku ‘Peyam’xan li zanîngehê rojnamegeriyê dixwîne û ji xwe lêkolîna ku ew dê li başûrê welêt bike jî ji bo wê ye. Temam, baş e, bila ‘Peyam’xan ji xwe re ji bo perwerdehiya xwe ya rojnamegeriyê lêkolînan bike, lê dema ku ‘Peyam’xan bû vebêjera romanê diviyabû dev ji zimanê rojnamegeriyê berda. Di rojnamegeriyê de sazkirina tekstekê, ji bingeha xwe ve, ne sazkirineke metaforîk e. Ji ber wê yekê ye cudahiya rojnamagerî û wêjevaniyê. Divê ‘Peyam’xanê ji bîr nekira ku ew lehenga berhemeke wêjeyî ye.

Belê, rast e; tiştên ku ‘Peyam’xan tîne ser zimên rast in, tiştên hatine jiyîn û tên jiyîn in, lê ev tişt çiqas rast bin rastiyeke wêjeyî jî heye; ‘Peyam’xan, ez heyran, divê tu nebûya “Peyamner”a nivîskara xwe.(A rast te di hinek cihên pirtûkê de ji peyamneriyê jî derbas kiriye, tu bûyî “peyam” bixwe)

Ev tiştên ku ‘Peyam’xan rexne dike, encama lêgerîna azadiya Kurdan e. Kurdan di vê rê de berê serokên eşîrên xwe rexne dikirin, bi hînbûna salan êdî siyasetmedarên xwe jî rexne dikin (temam ne ewqas zêdê, lê ew rê vebûye hinek), oxweyş jî dikin. Lê ‘Peyam’xan divê te vêya bi ziman û şêwaza siyasetmedaran nekira, tu lehenga romanê yî ha.

Wekî ku ‘Peyam’xan çûbe li başûrê welêt roportajan bi wan mirovan re kiribe û ew roportaj, zimanê wan roportajan bûbin zimanê vê romanê. Ne ku min ev jixweber got. Wekî mînak bi gera ‘Peyam’xanê re gêja mirov diçe. Temam ‘Peyam’xan, diya te û bavê te li Elmanyayê li hêviya we ne ku tu û birayê xwe zû vegerin malê, temam me fêm kir, lê xwendevanê/a ku xwe bi ser pirtûkekê de xwar bike qet û qet ecela wî/wê tuneye. Diviyabû te hêdî hêdî jê re bihoniya.

Yanê wekî ku Rîta Felskî jî di pirtûka xwe ya bi navê Uses Lîterature de dibêje “Eger mirov ji bo naskirinê şibandina rasterast pêwîst bibîne, mirov hêla metaforîk a temsîla edebî înkar dike”. Ji ber wê yekê ez dibêjim ‘Peyam’xan ne kesekê ku di nûçeyeke rojnemeyê de derbas dibe ye, ew lehanga romanekê, lehanga berhemekê ye ku bi metaforan ava dibe.

Teknîk û Xeniqîna Di Gerîneka Rojhilata Navîn De

Wextê mesela teknîkê vebe, tabî gelek berhemên mînak hene lê yê min ji ber ku nirxandina Theodor Adorno ya di derheqê berhemên Kafka de di demeke nêzîk de min xwend, ez li ser wê pê de diçim. Bi kurt û kurmancî Adorno dixwaze bibêje “Yaw ma mijarên ku Kafka li ser wan nivîsandine ne wilo mijarên ecêb in jî malmîratan. Lê em nikarên şîroveyên klasîk li ser wî Gregor Samsayê kêzik bikin” Yanê jiyana Gregor Samsa di serdema kapîtalîzmê de, li gelek gelek derê cihanê, li gelek gelek civakan, di şexsê gelek gelek kesan de bi hêsanî wê bê dîtin lê veguherîna Gregor Samsa tenê di pirtûka Veguherînê de tê dîtin.

Îcar em berê xwe bidin xwe. Mijar mijareke ji rojhilata navîn e, mesele meseleya kurdan e. Lê tiştê ku me ji Kafka fêm kiriye berhem, bi teknîk dikare bibe ya herkesî. Lê ew jî nîn e. ‘Peyam’xan teknîk binpê kiriye û daye navê. Di derbarê vê mijarê de G.H. Mead jî wekî Adorno xwestiye hinek tiştan bibêje û xwe ranegirtiye û gotiye; “Gava ku mirov pirtûkekê bixwîne, kesê/a, tiştê/a ku mirov bibîne divê ji bo gelek mirovên li gelek deverên cîhanê watedar be”. Erê belkî ‘Peyam’xan û peyamên wê yên rasterast ji bo kurdan watedar bin lê ji bo kêsên din peyama ‘Peyam’xan nîn e. Ji ber ku nemaze li ser bûyeran kûr çûye, xwe di gola jiyana rojane de wer kiriye.

‘Peyam’xan ricaya min e; tu zû vegerî mala xwe û li van meselayan bihizirî û belkî bersivekê bidî min, an na tu yê-ji ber teknîkê- di gerîneka başûrê welêt de bixeniqî ha!

 REŞO RONAHÎ.

dîtin: 358

Pêveker:

gotar