• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gotar-TC û DAIŞ: Hesabên Kobanê. Mervan Serhildan

Gotar-TC û DAIŞ: Hesabên Kobanê. Mervan Serhildan


barkirin: Rezber 27, 2014, 1:11


Di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de, gelo hevkariyeke çawa heye? Tê zanîn ku DAIŞ; bi hişmendiya “suniyocîhadîst” êrîşî ser ol û baweriyên cuda dike, êrîşî ser nirxên mirovahiyê dike, êrîşî ser îradeya gelên Rojhilata Navîn dike û her wiha êrîşî ser aramî û îstikrara “hînterlanda musluman” dike. Êrîşkariya mezhebî, di asta barbariyê de pratîze dike. Tecawuzî êsîran dike, jinan li “bazara koleyan” difroşe, dîlên şer serjêdike, gund û bajaran wêran dike, sivîlan qetil dike, mal û milkên civakan talan dike, mafê hebûn û jiyana ‘civakên derîslam’ binpê dike û hwd… Serweriya tirk di warê ‘kevneşopiya desthilatdariyê’ de, xwediyê tecrubeyeke berfireh e.
Hem bi nûnerên gelê kurd re, qaşo “hevdîtin û muzakere”yan dike; hem jî bi DAIŞ’ê re “koalîsyona têkbirina îradeya kurdistaniyan” pêk tîne. Konseptên “dualî” bi rê ve dibe ku pêvajo bi kîjan hêlê ve beralî bibe; serkeftin li kêrê be, ji wir de geştan bihevde. Tirkiye, hevkariya DAIŞ’ê dike. Dixwaze ku bi hêz û dînamîkên ‘îslama cîhadîst’ meşrûiyeta kurdan têk bibe, dixwaze ku statuya xweser û federal a kurdistaniyan rûxîne. Tirkiye, bi vîzyona mezhebî tevdigere; hevalbendiya tevahiya bizav û navendên sunî, “mubah” dibîne. Çi Îhvan, çi DAIŞ, çi El- Nusra, çi Taliban û çi El- Qaîde… Di xebatên “têkbirina îradeya gelê kurd” de, kîjan rêxistin pêşketî be; Tirkiye li pişta wan radibe. Lê ji aliyê din ve jî, dixwaze aktoriya xwe ya herêmî qewîn bike ku li hemberî hêzên sereke, “amûrên bazarê” têxe destê xwe.
Heke bi destê DAIŞ’ê, li Kobanê kurdan têk bibe, ew ê kurdan bi ebayê (mafên takekesî) “razî” bike û vegere ser hêzên kurewî, bibêje “Hem herêm û hem jî Tirkiyeyê ket bin xetereyê. Heke hûn geşta min ‘duqat’ bikin, ez amade me ku her cure alîkariyê bidim hewldanên têkbirina DAIŞ’ê”. Tehekumkerî û hêzperestî, rewişteke sereke ya serweriya tirk e. Quretî û qibetiya wê, ji vê bizavê dertê. Heta roja ku alîkarî û piştgiriyê ji YE’yê, DYA’yê, NATO’yê û hwd wergire, ji ser pişta kurd û kurdistaniyan venagere; helwesta xirpanî, qubedetî, dagirkerî û mêtinkarî naterikîne. Ev rastî, “bivireke dudev” e.
Heke dizanibe ku ew ê biferikîne, ‘bêfikar û bêgûman’ ew ê Amerîkayê jî daqurtîne… Çavên wê ji kê bibire, tê nabuhure. DAIŞ bi dagirkirina Kobanê, gelo hesabên çi dike? Li herêmê modernîteyê têk dibe; hegemonyaya Xelîfetiyê berfireh dike; ala bîrdoziya “suniyocîhadîzm”ê hildide; derfetên talankirin û xespkirina nirxên Rojhilata Navîn zêde dike; piştgirî û piştevaniya Tirkiyeyê werdigire; îslama desthilatdar (Muaviyetî) pratîze dike; nûnertiya ‘îslama şovenîst û mezhebperest’ misoger dike; her wiha di riya serkeftin û birêvebirinê de, ceribandina her cure ‘rêbazên hov’ (xesp, talan, kujerî, çetekarî, derbekarî, tecawuzkarî û hwd) mubah dibîne û muslumanan bi ber ev rûreşî û bextreşiya bêteşe ve, beralî dike… Encax berxwedana gelê Kobanê, bala rayagiştî ya navneteweyî kişand ser xwe; sempatiyek efsûnî bidest xist û gelek hesabên êrîşkaran têk bir.
Gelê Amerîkayê û navêndên stratejiyê, berxwedana Kobanê xistin rojevê; rêveberiya YDA’yê bi nûnerên îradeya gelê Kobanê (PYD’ê) re ‘têkiliyên rasterê’ danî, alîkariya eskerî dayê, lihevhatina partî û rêxistinên Rojava teşwîq kir, di qada navneteweyî de meşrûiyeta berxwedana Rojava “teze” kir… Gelo wateya vê helwestê çi ye? Êdî diyar e ku hem gelê amerîkî û hem jî navendên stratejiyê yên welatên Rojavayî; feraseta civaka demokratîk, ‘hêjayî ceribandinê’ dibînin.
Madem ku “modernîteya demokratîk” xwebirêxistinkirin û xwebirêvebirina tevahiya bawerî, ol û civakan misoger dike; ceribandina rêveberiyên demokratîk û misogerbûna vê felsefeyê jî, rewa ye… Êdî dagirkerên herêmê, nikarin hesabên “tarî” li ser îradeya gelê kurd ferz bikin. Çawa ku ew kurdistaniyan bi ‘çavên elektronîk’ dişopînin; hemî tevger û pêngavên wan jî, di bin çavan de ne… Civaka demokratîk, neteweya demokratîk û dewleta demokratîk; aştî, wekhevî û azadî; jiyana etîk, wijdanî û exlaqî; civaka dadmend, xweser û xwezaparêz; ji Kobanê û vê de, gelo çi tînin bîra we? Ez dibêjim rewa ye, hêja ye û pêkan e!.

Azadiya Welat

dîtin: 248

Pêveker:

gotar tc û daiŞ hesabên kobanê mervan serhildan