• Têketin
  • Ziman
Gotara Mizgîn Ronak “em we dibînin”. Rewşa penaberên Kobanî…

Gotara Mizgîn Ronak “em we dibînin”. Rewşa penaberên Kobanî…


barkirin: Gelarêzan 4, 2014, 3:27


Em we dibînin
Mizgîn Ronak
Ka biskek bisekinin û hin dîmenên dewletluyan bînin ber çavên xwe. Dîmenên wan ên ‘xêrxwaz, mirovhez-humanîst- û şefqetdar.’ Wêne û dîmenên ku li bin wan wiha nivîsandine: “Başbakan ve eşî siginmacı kampini ziyaret etti. Başkan çocuklari sevdi.” Îcar bi awayekî ecemî û hindikok be jî ev dîmen û wêneyên ‘xêrxwaz û mirovhez’ li jiyana me jî dibarin.
Hêj wekî nûçeyên biçûk in û wêneyên ligel wan jî hê nikarin ji xwe re cihên sereke vekin. Lê jixwe hewce jî nake. Lewre evqas bes e û zêde ye jî. Şaredara/ê nizanim ku derê çû serdana penaberan û xelatan li wan belav kir! Erê… Em çi bikin? Wê/î vî peywira xwe ya ‘qedirbilind û payebilind’ pêk anî û ‘bilind’ bû. Îcar em çi bikin? Peywira me faniyan çi ye? Helbet di wan dîmen û wêneyan de dewlet heye. “Başqanên me” di rola yên dewletlu de ne û yên din jî ‘yên din’ in. Penaber in, jar, reben û perîşan in. Belengaz û muhtacê başqanên me ne! Helbet gere hingê em wiha nefikirin: Ew ne jar, belengaz û parsekên bavê kesê ne. Ew ên ji ber têkoşerî û rûmetdariyê koçber kirine û digel qoltix û textan jî di rastî û manewiyatê de tu ferqa wan ji ‘başqanan’ tune ye.
Heta ku dikare were gotin, ew di ser tevî xêrxwaz, mirovhezî û başqantiyên wan de ne. Na. Gere em wisa nefikirin. Bêjin şikir ji xwedê re, way başqanên me jî xêrxwaziyan dikin. Li xwe datînin ku biçin û xêra xwe û bavê xwe destên xwe yên bi manîkur û pedîkur di serê penaber û zarokên wan de bidin. Her bijî her bijî! De ka em rabin ser piyan û wisa li çepikan bixin.
Mixabin, hin qirêjî û mîkrop wekî tîremaran hêdîka û bi dizî xwe bera nava civaka me ya azadîxwaz, têkoşer û Rojavahez didin. Kes nabêje ma hewceyê nûçeyek wiha heye? Ma ev jî nûçe ye. Ger nûçe be, çi ferqa me û dewleta dagirker heye û ya herî girîng: Ma li Rojava û Kobanê jî ‘başqan’ û dîmenên bi vî rengî hene? Pêwîst e em jî çapemeniya azad jî di xalên wekî vêya de şiyar bin û rê nedin ên ku karên herî pêwîst û xwezayî jî wekî reklam û forsê dikin û didin nîşan. Ma kapîtalîzm jixwe li ser reklam û bazirganiyê bilind nabe! Divê her kes zanibe ku Kurdistana bû Kobanistan tu carî fen û fûtên wiha danaqurtîne û dibêje: “Em we dibînin, way hûn bi zarê (teqlîdê) başqanên faşîst û dagirker dikin, hem jî li ser navê azadî, wekhevî û sosyalîzmê! Em we dibînin. Armanca we ne ked û têkoşîn e, qoltix, xapandin, xweveşartin û dizî ye.
Hûn dixwazin ‘rast lêxin û çep vegerin!’ Xwe li asîman, gel jî li erdê, li ber pêlavên parsekan dibînin. Hest û fantaziyên xwe yên kapîtalîst û her dem birçî li ser navê nirxên pîroz têr dikin û destên xwe yên qirêj, didin ser serê penaberî û koçberiya me. Em we dibînin û xwe dibînin dema ku em bi cezba dilkêşiyê dikevin. Loma jî em ê tu carî rê nedin xwewindakirinan, em ê her em bimînin. 1’ê mijdarê vê heyvê Roja Dinyayê ya Kobanê bû. Hezar spas ji bo Kobanê ku me gihîştand rûmeteke wiha.
Azadiya Welat.
Wêne:Şivan Zeren

dîtin: 399

Pêveker:

gotara mizgîn ronak