• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Gotara Nadia Muradê | Dêrsim Oremar

Gotara Nadia Muradê | Dêrsim Oremar


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Rezber 5, 2018, 9:51


Navê wan DAIŞ bû, hatibûn me bişînin cehenemê û li ser riya xwe biçine cenetê. 
Dawetname di destê wan yê çepê da û bi tiliya şehadeya destê rastê esman nîşan didan! 

Diya min ji bo sex a şer'î gelek pîr bû û tama huriyên biheştê jê nedihat, ew kuştin, xûşka min a biçûk weke berxeka nû gihiştî hilgirtin. Ew bakîre bû! mîna Meryemê, hindek meisûmtir, hindek Kurdtir, weke avê zelal! 
Lazim bû xuha min bibe jina Emîr El-Ekber! 
Xwedê şahid bû, em bê çek bûn, me sirûda "xuwaye weten awa key" dixwend! 
Xwedê şahid bû me guldan av didan û kulîlk dibişkivandin! 

Xwedê şahid bû hatin û bavê min kirine du perçeyên ne wekhev; serê wî ji bo welat bi cîh hêştin û laşê wî di bin axê da veşartin ku bibe petrol! 

Xwedê şahid bû birayê min yê biçûk tazî li ber rojê hiştibûn û hînî vegotina şehadeteyinê dikirin; lazime bigota: Elah mezintire! 
Xwedê şahid bû ew ji têhnatî û bê aviyê mir! 
Xwedê şahid bû reş bûn, zilamên ji welatê Hecer û agir û me ji zimanê wan fêm nedikir, lê kiryara wan...! 

Zilamên bi rîhên dirêj, mejiyên kurt û baweriyên dijwar! 
Navê wan dûpişk, kulî û susmar bû! Leşkerek ji genî av, peşm û baweriyê! 
Hatin û hêviyên min kuştin, wan bi rehîne banî min dikirin! 

Ez êdî Nadia nebûm, vê rojê ez keçikek bûm bi ruhekî birîndar ku ji nefesên min xwîn diherikî, vê rojê meçêtireke nazik bûm ku peywendiyên xwe bi cîhanê ra qut kiribû, di hundirê min da mirovahî miribû û laşeyek bûm ku eger biba mûmiyayiyeke hezar salî jî dîsa bê buha bû, vê rojê ez mirinek bûm di nava ruhekî da! 
Piştî wê jinek dimir, jinek ducanî dibû, jinekî xwe dikuşt, yekê xwe dişewitand...û jinekê hezar rekaetên nimêja Cebrê dixwend! 
Piştî wê hin jin, ji êşê hemile bibûn, jinên ku tenê rojjimêrek dinasîn: roja yekem a dest dirêjiyê, rojên piştî wê ezab! 
Piştî wê, dîrok bû du beş: beriya roja reş - piştî roja reş! 
Piştî wê jinan tenê riya cadeyeka ser rast dizanîn, dawiya cadeya nexweşxaneya nexweşên derûnî! 
Piştî wê jinan tenê awazek dixwendin: " Mirin li kuyî? Jiyanê ez kuştim". 
Piştî wê jin tabût bûn û zarokên di zikê wan de miriyên hezar salî! 
Piştî wê jin peykerek bûn ku li navenda bajêr ji bo ibreta dîrokê hatibûne danîn! 
Wê rojê hewa gerim bû, xwedê şahid bû, zilamek hat, ez kuştim û dua dixwend ku cardin zindî bibim! 

Nîşe: Ev nivîs bi zimanê farsî li jêr navê gotara Nadia Muradê di malpera "Faratab" ê da hatiye weşandin. Îdîayek heye ku nivîs ji aliyê Dilşad Xizrî ve hatiye nivîsîn. Rastî yan nerastiya vê nizanim, min tenê wergerandiye ser zimanê Kurdî. 

Ji farsî: Dêrsim Oremar

dîtin: 151

Pêveker:

gotara nadia muradê dêrsim oremar