• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Guhdarîkirina mirinê… Ehmedê HUSEYNÎ

Guhdarîkirina mirinê… Ehmedê HUSEYNÎ


barkirin: Gelarêzan 8, 2014, 10:04


Ji boyî guhdarîkirina te dijîm, Tika ye bêdeng nebe! Qevd bi qevd bageran diyarî te dikim, xewnan bi rê dikim da ku li cendekên xwe bigerin… û zarokên welatê min, êdî ji temaşakirina darbestan ditirsin… Êdî kîjan hibrê ji boyî şînîgiriya te hilbijêrim? Kîjan peyvê bi gunehên xwe rapêçim, û li bin barana çavên te raxînim? De tariya dilê min bi azadiya xwe vêxîne!

De pinpinîkên bendewariyê Hînî derengmayîna min bike! De çîrokên xwe li ber tava bêrîkirinê zuha bike! û bi tenê bêdeng nebe Çunkî ji boyî guhdarîkirina te dijîm! Li te guhdarî dikim, Dimdim, An Helepçe? Newala Qesaban An Sînemaya Amûdê? Geliyê Zîlan An qewlên Şengalê? Deşta Surûcê An Arînên Kobanê? Cemşîdê Serêkaniyê An Çekjînê bobelatê?

Helepçeya min a biçûk û şêrîn An tovên mija ji hesin? Bêdeng nebe! Gîha li ser gora min şîn tê Kavil di dilê min de direqisin Min dikirin Min difiroşin Lê li welatê xwe dimînim û li te guhdarî dikim… Li goristanên te Li serbirên te Li awazên te Li siwarên te û li aşiqên êşa te Guhdarî dikim.

Azadiya Welat

dîtin: 405

Pêveker:

guhdarîkirina mirinê… ehmedê huseynÎ