• Têketin
  • Ziman
HDP Entegrebûn e Yan Qebûl kirdin!

HDP Entegrebûn e Yan Qebûl kirdin!


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Rêbendan 14, 2015, 12:17


HDP bi min dixwaze mafê netewên tê bişaftin, cinsen tê perçiqandin ji terora dewletê biparêze, pergal û şêwazên serdestan binpê bike, bi hesreta vejîneke nû dikare ji bindestan aj bike. HDP ji berê bêhtir elaqe dibîne li metropolan ev nîşaneyên xêrê ye. Ne ku girîngî didim parlementoriya kurdan li parlemena Tirkî ji bo zelal kirina rewşa me, ji bo bazara sitatûya me wek qonaxekê lê dinihêrim. Kesên ko deng didin(wekalet didin) Akp ji bo çareser kirina pirsgirêka sitatûya kurdan, dikarin mil bidin partiyeke wek HDP ji dil dixwaze vê pirsgirêkê bi hiqûqî bigihîne çareseriyê.

Hinek Kurdistaniyên hêja dibêjin em çima entegreyî ‘Tirkiyeyîbûnê’ dibin? Belê ez jî heman ramanî dişopînim. Em jixwe têra xwe ‘Tirkiyeyîbûn’, bila hinekî Tirkiyeyiyên qompleks bibin Kurdistanî yan nebe bila dev ji qemçika me berdin ko em jî rêya xwe bigirin…

Em kurd şer dikin, li bajar û gundan berxwe didin, dikevin zindanan, xisarên madî-manewî ketiye civakên me, li başûr-rojava pergalek nû ya xweseriyê pêşve dibin…hwd. Ewqas bar û lebat pişta gele me xûz kiriye. Madem hinek tirk/tirkone bi berxwedana me ya legal dixwazin bi me re bimeşin bila keremkin! Jixwe em kerixîne, bila ew werin hinek ji bo mafê me bixebitin. Heke derew derket, me tehammûl nekirin hingî jî yê ko xwe pêş ve birî em in.

Bi min HDP di siyaseta xwe de deriye rexneyê, ji bo kesên derve tên vekirî dihêle lê di nav kurdan de têra xwe wê kamiliyê nikare pêşxe. Mînak; ciwaneke kurd gelek ked dide lê demekê yan jê nayê yan hin sedemên din ji partiyê dûr dikeve. Min gelek sahidî kiriye, lê reş dikin û êtiketin pêve dizeliqînin. Heta ez dikarim bibêjim carna hin kes di nava partiyê de hene sernavê partiye gefan jî dixwin. Lê min nedîtiye rojek vê bêhûrmetiyê hane ji bo çepgireke tirkan yan jî tirkeke tevlî partiya wî/wê buye bike. Dema min lîse dixwend tê bîra min me gelek civîn partiyên çepan re dikir heta hinek kesên wan tevlî me dibûn dû re me didît ji nişka ve diçûn partiyeke din ya çep. Hevalên me gotineke xirab li wan kesan nedikir wek tercîhekê, biryareke şexsî didîtin hûrmet digirtin. Lê bo kurdeke malbata wî/wê ji orjîna partiye hatî ewçend bêhnfirehî xeber nedidan, gotinên tûj digotin.

Malbatên ji welat terikandî li metrapolan jî her avahî berdel didan lê çepgireke tirk hefteyekê de bawerî dida partiyê, ji me hêsantir rûtbe digirt. Belê me dixwest wana bikşînin nava berxwedana xwe ya mafdar lê gelek caran ew tenê beden bi me re bûn, xwe wek aqilmendê me didîtin, xwe tatmin dikirin ji rewşa me û dengê xwe jî nedidan me. Ez jî heyîrî dimam mêvanperwerî, qedirgirtin,hezkirina kurdan ya li hember biyaniyan. Û ez dîsa heyîrî dimam bê tehemmûlî, kirêt kirin, rikgirtina kurdan ji bo kurdên din. Kurd bi hev re haleke jihev nefret kirî berxwe didan, hij dijminê xwe dikirin wek evîndareke evîna xwe ji xwe veşartî. Hinek jin ji mêrê xwe lêdanê dixwin û dibêjin mêrê min qenc e, ez jî zede ser ve çûm… Qebehatê bi xwe de dibîne, kesayetiya xwe li erdê dixe, wî mafdar derdixe tevî zilma ku jê dîtî.

Lêbelê vê taliyê dibinîm ko ev rewş jî hinekî diguhere, em hêdî hêdî wek giyan li başûr-rojava digihin hev, hişkiyên hev dihesin, derbasî merxela hînîhevbûnê-qebul kirinê dibin.

Neteweyê ko xwe ji netewên din kêmtir bibîne zehmete xwe nav lapê bişaftinê xilas bike. Pêşî em xwe baş binasin, baş bişopînin ev yekane kare me ye!

 

Em çima ewqas xwe mesela entegrebûyînê diêşînin, jixwe em entegre bûne. Ka em çawa dikanin bingeheke netewî, hevbeş amade bikin, çawa hîmên kesayetiya netewa xwe biparêzin, bi çi liv û tevger divê ji bo zextên li pêşiya zimanê xwe bidin alî… Çima em enerjiya xwe ji van meselan re xerc nakin? Bila tirkên xwe nêzîkî me dibinin dêvla me bixebitin ji ber ko em mecburin hin tiştan bi deste wan bidin dewletê qebûl kirin. Ji xwe siyaseta heyî rûhiyeta gelek malbatên me kiriye kavil. Bila ew jî hinek dêvla me berdêl bidin. Belkî xwe li dêvla me bibînin baştir me têbigihin.

Gava AKP got ewqas parlemenê min nijad kurd hene, HDP jî bibêje parlamenê min jî nijad tirk hene çi buye yanê. Dikane parlemenên xwe yên nekurd bide pêşiya hin nîqaşên wan beredayî. Bila ji bo mafê kurdan tirk, bi tirkan bide qebul kirin. Em jî hêlîna xwe ve mijûl bibin, war û yekîtıya xwe geş bikin.

Ez naxwazim di hemî qadan de tene bibazim bila ew jî ji bo me sere xwe hinekî biêşînin, parezeriya me bikin. Dibînim valahiyeke mezin heye di nav tirkan de, derfeteke mezin ketiye deste HDP, careke bendav hilweşand pêde pêşiya wê gelekî vebe. Wek ekola partiyên dîndaran dibe ko civak bêxê bandora xwe. Sempatiyek xuyayî, mecbûrî hiştiye ko MHP-CHP-AKP dixwaze bendav di bin HDPyê de bimîne. Her yek ji menfaatekê dixwaze lê ya mûhîm kes nikare parlemeneke bê siyaseta kurdan tehayyûl bike. Bêyî HDP herkes dizane AKP gelekî bihêz be, sîstem biguheze monarşiye. Ka em di hin beşan de wekaletê xwe bidin hin demoqratên bêbizav mayî, bila hinek dijhev rabin û em jî hinek beşên din ya civaka xwe derman bikin. Çawa di mesela me de AKP kesên wek M.Metîner derdixe pêşiya me, hewceye em jî hinek tirkên demoqrat deynin pêşiya wan, bin ve Kurdistanê jî ne bi gotinan bi biryar û kirinên xwe ava bikin.

Lê hewceye HDP di vê navbeynê de ji bo partî û saziyên kurdan bîne ba hev bixebite. Ji bo dilê tirkan xweş bike gotinên nexweş ji bo bişkivîna ramanên netewî ya gelê xwe bike jê re nebaş e.

Tu ji bo dîndarên kurd jî xebatin taybet nemeşînî , tuyê neheqî li gele xwe bikî!.. Mînak dikare namzetên wek Altan Tan deynê bajarên Ruha, Çewlik, Bedlîs, Elazîz… Osman Baydemîr li Ruhayê, Selehaddîn Demîrtaş li Stanbolê herêma sêyem qeweteke mezin bide partiyê. Amedê jî wek Leyla Zana sembol û zanayên zîrek lazim in. Colemêrg û Şirnex êdî kesên ciwan û aktîv dixwazin. Êdî wek berê gotina kerek jî deynin ewê qezinc bikin nabêjin, dibêjin em berdêl didin û em kesên ji cıvata xwe dixwazin. Îzmîr û bajarên dorê dikarin gelek namzetên jin û demoqratên Elewî deynin ewder gelekî mûsaîd e ji bo namzetên sosyalîstan. Edene, Mêrsîn, Hatay û hin cihên girîng hene gerek baş rawestin ser. Hêvîdarim beriya hilbijartinê tevî cûdatiyên wan rêxistinên din ya kurdan himêz bike, layiqî bi dil û kedên me namzetan derbixe. Serokatiya Selehaddîn, HDPya di lêgerînê de ev hêvî dide me…

Gava HDP bendav hilweşand cîhan nabêje tirk deng dan kurdan, ewê bibêjin kurd bêhtirîn nêzî azadiyên xwe, îdeayên xwe yî mirovî ji bo cîhanê rihettir pêşkeş bikin.

dîtin: 477

Pêveker:

hdp entegrebûn e yan qebûl kirdin