• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
HDPê namzedê xwe yê serokkomariyê eşkere kir

HDPê namzedê xwe yê serokkomariyê eşkere kir


barkirin: Gulan 5, 2018, 9:12


Navenda Nûçeyan/ Duh çarê Gulanê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi awayeki fermî nazmedê HDP'ê yê Serokkomariyê aşkere kir.  

Di civîneke çapemeniyê de ku li Amedê hat lidarxistin Hevseroka HDPê Pervîn Buldanê ragihand: “Selahattîn Demirtaş weke berbijarê gelê Kurd û tifaqa partiyên siyasiyên Kurd hatiye destnîşankirin.”

Herwiha di aktivîteyê de peyama namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edirneyê hate xwendin.

Demîrtaş di peyama xwe de gotiye: “Divê her kes bi awayeke aktîv di xebatên hilbijartinê de cih bigire. Ez jî li vir bi qasî ji destê min tê, alîkariya we bikim. Hûnê bibînin, tişta herî baş a di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bê kirin wê em bin.”

Buldanê di dawiya axiftina xwe da ragihand, hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê ji bo Kurdan û tevahiya Tirkiyê giring e.

dîtin: 30

Pêveker:

hilbijartin serokomarî hdp selahattîn demirtaş