• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hebûna îro ji êşên wendabûnên duh hatiye – Rêjîn Ezîz Weysî Banî

Hebûna îro ji êşên wendabûnên duh hatiye – Rêjîn Ezîz Weysî Banî


barkirin: Êlûn 12, 2013, 9:44


Nivîs bi wêne ve ji Avestakurd hatiye wergirtin.

Piştre jî bi dengê teqîna qûmbelan, ji bo çend çirkeyan hemî cîhan û mirov bêdeng man, wekî ku ne bi tenê mirov, lê herwesa çiya, gelî û banî jî dixwastin têbigehên ka çi li wan rû daye.
Piştre jin û zarokan dest bi qêrîn, qîjîn û gîriyanê kirin.
Ez ji cihê xwe rabûm  û min hest bi bêhneke nexweş jî kir.
Bi wî jiyê xwe yê biçûk, zehmet bû ez bizanim çi tê rû dan, lê ew qêrîn û gîriyan û ew bêhna ku bêhna mirineke dijwar bû, hemî cîhanê derdora min dagîr kiribû.

Dema mezinan em di jorekê da kom kirin, betaniyên terr xistine dergehê, gotinên li dora me zivirîn ew bûn: “Seddam kîmiya li me da”, “Be’siya em jehrî kirin”, “vêrê jî wek Helebçe lê kirin“.

Herçend deyîka min digot “netirsin, çi nîne” jî, bêhna min gelek kurt bibû û ew bêhna nexweş wek marekê nediyar li stûyên me xwe daland, çavên me gez dikirin û rondik jê dibarîn.

Di wê rojê de gelek tiştan rû da bûn, hemî gundê Baniyê rabibû ketibû rêkê, hemî kesekî ev gazî kirina mirinê guh lê bibû. Wext çawa derbas dibû, roja wê sipê de çawa bilind bû, germiya havînê çewa hengav bi hengav ketibû nav gundê Baniyê û gundiyên me hesta çi dikirin, ez nizanim. Lê ew dîmenê ku li bîra min maye, ew qêrîn û ew bêhna mirinê keşekê wesa çêdikirin, wekî ku dijmin berî şevekê drust dike li derûberê te û paşî li te bide, tu nikarî wî bibînî û bi tenê daxwaza te ewe ku nefeseke zêdetir werbigirî ji bo jiyanê.

Keleha Nizarkê

Em li tirektorekê siwar bûn û ber ve Garayê çûn.

Zarok û jin û ewên ku nikaribûn zêde bimeşin li tiraktorê siwar bibûn.

Bavê min digel hevalên din yên pêşmerge li pey me dihatin.

Em gehişitine cihekî li Garê.

Ez nû dizanim ku ew gundê Sevrê bû, ku dibêjn Sevra Xerab.

Li wêrê û liwê rojê çi çêbû, çi çênebû, ew wurdekarî pişitî mezin bûn min ji kesên din wergirtin. Lê li vêrê tenê ez dixwazim ew tişitên di bîra min de maye binivisînim.

Li wê şeva ku em li Sevrê bûn, ez çawa razam nizanim. Tê  bîra min ku bavê min hat, em hişiyar kirin û em yekser bi rê ketin. Zehmetiyên rêkê, tênî û birsîbûn dihête bîra min.

Ew tirsa di nav xelkî da belav bibû û digerya, min jî hest dikir. Min dizanî ev koçberî şêwazekê ne normal e. Em li jêr metirsiyeke rast da bûn.

Helbet ew roj ji bo xelkên wê demê yên têgehişitî hîn zêdetir zehmet û giran bûn.

Li rojhelatê Baniyê, birîndarên wê kîmiyabaranê çêbûn ku rastiya kartêkirina wan qumbelên kîmiyayî ez dê hêlim ku ew bixwe binivîsin yan bêjin. Ji ber zarokek nikare van hemî tiştan têbigehê.

Li bîra mine em li ser rê bûn û ji nîşkê ve careke din dengê hewar û qêjiyan hat û gotin leşker li pêşiya me ye. Ew çiyayê li hindava me li aliyê pişitê dengê fîşekan dihat. Hemiyan digot “bila zelam derkevin û jin û zarok teslîm bibin “. Li dîmenê ku di bîra min da maye, ev gotine hêşta zindî ne:

 

“Evane kafir in! rehmê li kesî nakin! dê hemiya bikujn!
Min dît hemî jin û zarok li dora min digriyan û ez jî ji ber wan giriyam, lê min bi encamê rastî yê ku ew ji bo çi digrîn, nedzanî. wê demê min hîn guh li peyva roja Heşrê û roja Qiyametê nebibû. Bes demê ku ez nûke dinvîsim, dixwazim ew dîmenê ku heta îro digel min mayîne pêda biçim û dibînim ku bi tevayî di wesfa Qiyametê da çêdibin.

Lê ev griyana jinan, qîjiyên zarokan, berdewam li bîra minin wmin gûl dengê bavê xwe û gelek ji zelaman bû, digotin “em nahêlîn jin û zarok teslîm bibin, bi çi rengî be bila em digel xwe bibin

Piştî hatina bavê min û hevalên din, hemî zelam vegeryan ku pêştir ji nav me derketibûn. bi biryareke giştî, dîsa em berev bilindahiya çiyayî çûn. Ez li ser millê bavê xwe bûm. Barê wî yê giran û çekê wî li evrazê Garê gelek îz’aca min dikir. Bavê min dibêje, “demê em wê rojê berev evrazê Garê serdikeftin, te digot, “tu min wekî jinan hildigirî”

Birçî û tênî her barê meyê herî giran bû. Em malbatên gundî hemî nêzîkî hev bûn. Li rex me mala jinekê ew dotmama bavê min bû, navê wê Safiya bû ku jina şehîd Mecîdiye û deyîka çar şehîdan e, şehîd Mecîdî  pismamê bapîrê min bû.

Bavê min digote min: “wê demê  tu diçûyî cem mala şehîd Mecîdî û te digotê ‘safê ez ya birsî me”. Wê demê min gelek hest bi lawazbûnê kir. Erê min neşiya zikê te têr bikim. Hîç nanek li def me peyda nedibû hemî jî wekî me bûn, nanê wan jî nebû belê diyare ew jî hewlldaneke te diviya bikî”

Ya duwê, bavê min dgot: “em hejde kes bûn û bi tenê me yek metereyê avê hebû. Heta ez diçûme ser kaniyê û dihatm, sê demjmêr dikêşan. Hemî carekê, her kesekî me bi tenê bi qeramkê metereyê (qepax) bes devê xwe terr dikir. Heta çûm û dihatim, di wê germa havînê da gelek tî dibûm. Min xwast bi metereyê avê vexûm, lê te digote min: “babo, wusa nabît, bi qeramkê metereyê vexwe”

Belê ew rojên wesa bûn ku me abûrî bi dilopeka avê jî dikir.

Hîn li bîra mine, dema em li çiyayi bûn, meta min kiçek îna dinyayê ku navê wê Revîn e. Paşê têgehişitm ko dayîk û babê Revînê ji neçariyê li hîviyê bûn ku wê zarokê li çolê bihêlin, bes babê min qebûl nekir. Heta niha jî Revîn ji me hemiyan zêdetir xoşitviya babê min e.

Babê revînê li sala 1991ê rimane pêve peqî û şehîd bû. Ew wek qehremanê şoreşa Gulanê dihête nasîn. Piştî têkçûna şoreşê yekem meferezeya pêşmerga bûn ji îranê vegeryane kurdistanê, babê revînê jî dgel bapîrê min şehîd weysî banî hatibû. babê revînê binavê şehîd ‘ecîl dhête niyasîn.

li bîra mine ko pşitî çend rojan babê min xatira xo xwast. lê vê carê bi şêwazekê hêmintir em ji êk cûda buwîn. wê carê berê me kete devera akrê û em hatin ko teslîmî rjêmê bibîn. ewçax gotina lêborîna gşitî,”‘efûya ‘am” li hemî cihan belav bibû û hîviyek dida xelkî ko êdî mirin nema. herçende li bîra mine, dengê hndek kesan bilind dbû, bi taybet jnan, dgotin: “ûlle dayê sedidam bêbawere, dê me hemiyan kujît “, “kafre, hîç reḧm di dlê wî da nîne û ew çi kesî ‘efû naket. ”

pşitî wê leşkrê ‘îraqê em grtîn û krîne di hndek tirumbêlan da wînayine dhokê li cihekî kom krîn ko navê wê qel’a nzarkê bû.

demê em keftîne di wê qel’ê da, tşitê cara destpêkê li ber çavê min ket û hêşita li bîra mine, xwîna terr û bêhna wê xwînê bû. herwesa hêrrşên leşkrî lser xelkî û qêjiyên grtiyan û ew lêdanên bi zelaman dhatine kirin lber çavên mene, hêşita dîmenên zîndîne lber çavên min. herwesa ew der şînwarên sêdaredanê bûn, ko werîs me didîtin, gotin “b van werîsan xelk xendqandîne “. bo xwînê jî dgotin vêrê xelk kuşitîne. griyana zarokan li wêrê bo pariyekê nanî çi cara min jbîr nekrîne.

bo çi evro min xwast van serpêhatiyên xo binvîsm?

li roja salivegera enfal, lrêkeftî 5 ـî eylulê rêzdar nêçîrvan barizanî li heman qel’a nzarkê da ko hêşita bîrewerya têkoşîna wan deman zîndiye, lpêş xelkê dhukê axftinek pêşkêş kr. lwêrê û bi gotinên rêzdar nêçîrvan barizanî, carekadî wek zarokekê wî demî min ew hestên wan rojan jiyan kirin. min bêriya wan mirovan kriye ewên ko ne amadene van destkeftên mezn yên evro û ev pêşkeftina evro li welatê me çêdbîtin bibînin.

şêwazê hevçerx yê rêveberya ko em têda jiyan dkeyin, evro wekheve dgel astê herî bilind yê welatên pêşkeftî yên cîhanê.

min bêriya gelek kesên wan demên dijwar kriye ko min hîvî dkr ew jî roja evro bibînin ko ew sedidamê kafrê ko wî demî bêreḧm komkujiya jn û zarokên me dkr, ew ḧesen mecîdê ko paşan navê wî bû ḧesen kîmiyawî, ew be’sa rjêma faşîst ko me paşan niyasî, ew partiya be’es ko remzê zulmê bû, hemî hate rûxandin û têkçûn; sedidam wḧesen mecîdê kîmiyawî hatine sêdaredan. min ḧez dkr ewana yên ko rojên reş yên wê enfalê bi gelek êş û azaran kêşayin, ko êk ji wan pîra min bû bi navê xecê û bo min hem dayk û hem jî babîtî dkr, evro jiyan krba û bi çavên xo dîtiba ev qel’a ko têda zordarî lme hatibû kirin, evro dbin saya hêjabûna serokê ḧkûmetê rêzdar nêçîrvan barizanî da dbîte miyuziyema enfalê.

li min biborin, di van rojên serkeftinê da ko hewe pêdivî bi xoşî, bextewerî û wêneyên dliveker hene, min tabiloyeka tirajîdî daye pêş çavên hewe ko dlopeke ji eqiyanosê tirajîdiya enfalê ye.

dîsan li min biborin, belê jbo ko nfşên pêş me, nijadê kurd yê demên pêş bzanin. hebûna evru ji êş wundabûnên duhî hatiye, nrx û bihayê azadiya evro bzanin û jbo parastina vî wulatê azad, her demê ko pêwîst bû amade bin bo fîdakirina canên xo, min pêwîst dît ko van gotinan binvîsm.

es zor supas dkem û qerdarê wanm ewên ḧeta evro di saya partî dîmukratî kurdistan û serokatiya vê partiyê da çi caran çok nedanaye ‘erdî û lser xeta berxudanê rjd buwîne, briyara xo ya têkoşîn wkêfaretê neguhartîne, bi îrada xo ya mezn û nehj û siyaseta xo ya rast û aqlane û bitektîkên xo yên pêşkeftî em înayine vê rojê.


Rêjîn Ezîz Weysî

(Master di Mafên Yasayî de)
6 / 9 / 2013

dîtin: 265

Pêveker:

hebûna îro ji êşên wendabûnên duh hatiye rêjîn ezîz weysî banî