• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
HÊDÎ ŞÛR Û XENCERÊN XWE DANIN

HÊDÎ ŞÛR Û XENCERÊN XWE DANIN


nivîskar: Nizar Buldan
barkirin: Gelarêzan 3, 2015, 8:31


Piştî encamên hilbijartinê yên ji serî heya binî hîle, bi sed hezaran deng ji berê bi awayek amade ji bo AKP’ê hatî bikaranîn derketî holê, hinekan bi zanabûn û hinekan jî bê zanabûn, tenê ji ber rast ne xwendina encama rewşa derketî holê destdan şûr û xenceran û dest bi êrişên ser HDP’ê kirin.

Hêdîka wan şûr û xencerên di destê xwe de danin û dest ji êrişan berdin.

Di serî de Kurdên me yên şkestinek hestiyarî jiyanbûne, bêhnek kûr bi kêşin. Bi mejiyek aram bi fikirin. Hûnê bibînin kû yek ji armancên sereke yên AKP’ê şikandina hêvî û baweriya me ye. Wisa diyare di beşek ya me de dem kurt jî be karîne wê hêvî şkestinê çêbikin.

Dîsan xwestin em êrişî partiya xwe bikin, sinorê rexneyan derbaz bikin û heqaretan li partiyê bikin. Divê di demek zûde em xwe ji vê derûniyê xilas bikin.

Pêwîste em çekek bivî awayî bi destên xwe nedin destê dagirkeran kû me pê bi kuje. Li şûna şûr û xenceran em mertalan rakin û hem partiya xwe hem jî civaka xwe bi parêzin.

Bê gûman hinek aliyên HDP’ê yên em rexne bikin hene. Emê bi awayê herî tund jî rexne bikin. Emê rexneyên xwe ji bo hêvî û serkeftinê bikin. Ne ji bo şkandinê.

Lê divê em vê bi zanin! Tiştekê kû me winda kirî nîne. Mafê me, tiştê aidême yê ji me hatî standin heye.

Parlamenterî ji welatê me ne bi nirxtire. Welatê me ji me standine. Ji me dizîna çend parlaneteriya ne dawiya dinyayêye. Ya girîng winda ne kirina hêviya bi serkeftinêye. Pêwîste em hêviyên xwe zindî bihêlin. Weke rêber APO jî dibêje;’’ Hêvî ji serkeftinê bi nirxtire.’’

Ez dizanim niyeta vê aciziya me başe, lê encama wê xirabe. Ji ber kû niyet xirab pirin.

Lêbinêrin; ji nivîskarên di dilê xwede lîberal û demokrat bigire heya yên nijadperest û dijminên Kurdan ji wana bigire heya hinek kesên di dilê xwede Kurd û dijminahiya Kurdan dikin hemûyan bi yek dev û dengî êrişî HDP’ê kirin. Başe ji bo we jî ecayêbiyek di vî karî de nîne?

Çawa çêbû hemû bi hev re di êrişkirina HDP’ê de dibin yek dev û deng. Ev rewş gotina wezîrê berê yê çand û tûrîzmê Ertugrul Gunay tîne bîra mirov kû di got:’’ her tişt ji bo dibin bendê de hiştina HDP’ê bû.’’ Wisa diyare herkes ji vê rewşê agahdare, tenê em nebin.

Eger em standart û yasayên hilbijartinê weke pîvan bigirin; em dikarin bêjin kû, bêyî HDP bikeve hilbijartinan kariye benda hilbijartinê derbaz bike. Ev serkeftineke. Serkeftinek ne ji rêzêye jî.

Pîvanên hilbijartinê çine?

Beyannameya hilbijartinêye. Bi biryara dadgehê belavkirina beyannameya HDP’ê qedexekirin.

Mîtingin. Ne hiştin mîtingan jî bike. Li Amed, Pîrsûs û Enqerê bombe dinava HDP’yiyan de teqandin. 110 mirov kuştin.

Dîsan ji bo HDP mîtîngan neke, wêne û lîsteyek ya DAIŞ’ê belav kirin kû di gotin ketine Tirkiyê û dê xwe bi teqînin. Di rastiyê de ew DAIŞ’î ji xwe li Tirkiyê bûn. Dewletê cihê wan baş dizanî, lê ji bo HDP mîtîngan çêneke MÎT’ê ew xistin bazarê.

Bi dehan şaredarên Kurd girtin xistin zîndanan.

Bi hezaran xebatkar û rêveberên HDP’ê girtin.

Bi çete û mafyayên weke Sedap Peker li dijî HDP’ê mîting dan çêkirin. Derket got; dê weke cûkan xwîn bi herike.

Şaşeyên tevayî Tv’yên weke kû li HDP’ê hatibin qedexekirin. Qet HDP’yî dernexistin Tv’yan.

Bi kurt û kurmancî; ji bo HDP dibin benda hilbijartinê de bi mîne AKP û dewleta Tirk ya dagirker;

Polîs

Leşker

Îstixbarat

Dadgeh

Çete, mafya

Xayîn, xwefiroş

û

DAIŞ bi karanî.

Ji ber tevayî van sedeman encama derketî holê serkeftineke. Ji ber wê jî ji her gavê zêdetir pêwîste em îro xwedî li HDP’ê derkevin. Ji ber kû dewlet bi hemû sazî û pêkhateyên xwe ve, bi kemalîst, faşîst û îslamofaşîstên xwe ve êrişî HDP’ê dike.

dîtin: 375

Pêveker:

hÊdÎ ŞÛr Û xencerÊn xwe danin