• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Heftê rojên dîlgirtinê vegotin…

Heftê rojên dîlgirtinê vegotin…


barkirin: Rezber 15, 2014, 10:36


Mîna ku ji serdemên berê hatibûn. Pêkanîneke bi tenê ya însanî li cem wan tinebû. Her kesê didît, bi rêbazên hovane dieciqandin. Jin ji bo wan xenîmet bû. Bi dehan, bi sedan, bi hezaran desteser kirin. Bi mehan di mercên li derveyî mirovahiyê ragirtin. Gelek jê ji yên mîna xwe re hatin firotin, radestî destavêtinê hatin, hin jê xwe kuştin. Û li ber firotinê hin ji wan reviyan…
Şeva 12’ê Cotmehê saet 01.00. Pênc zarokan piştî heftê rojan firsend dîtin birevin. D.X.H. a 11 salî, R.S. a 13 salî, L.H.K a 15 salî, S.Î.M a 15 salî, M.K.A. a 16 salî, bi mehan di mercên derveyî mirovahiyê de hatin ragirtin, ji hovîtiyan re şahidî kirin, gef li wan hatin xwarin, bi daran li wan hat xistin, ji pêlikan hatin wergerandin, li pêş çavê wan hin jinan dawî li jiyana xwe anîn.
Her pênc zarok, berî wan bibin Sûriyeyê û bifiroşin, di 12’ê Cotmehê de ji gundê Rambosî yê Şengalê reviyan û xwe gihandin herêmên gerîlayên HPG’ê. Zarokan hovîtiya bi serê wan de hat ji ANF’ê re vegotin.
Ji gundê Til Kesapê L.H.K a 15 salî diyar kir ku ew li cihekî nedisekinî û çîrova reva xwe wiha anî ziman: “Dema çeteyên DAIŞ’ê ketin Şengalê, em li gundê Til Kesap bûn. Bi wesayîtê direviyan, lê pêşî li me girtin. Dûre em bicih cihekî avî. Ji wir yekser em birin Mûsilê. Li wir 16 rojan em ragirtin. Di roja heftan a li wir de em ji ferdên din ên malbata me cihê kirin. Hemû keç ji malbatan cihê kirin. Malbatên me birin Tileferê, em jî ji Mûsilê birin Badoşê. Piştî ku şevekê em li wir ragirtin, em birin Til Benatê. Piştî deh rojan jî em li wir man, em birin Koço. Em li Koço bi qasî mehekê hatin ragirtin û dûre em birin Rambosî. Piştî şevekê em li Rambosî man, ji bo me bifiroşin, wê di şeva duyemîn de em bibira. Dema nobedar razayî bûn, bi şev em reviyan. Dema em ber bi Çiyayê Şengalê ve dihatin, du gerîlayên PKK’ê em pêşwazî kirin.”
JINEKE CIWAN REHÊ DESTÊ XWE JÊ KIR Û XWE XENIQAND
L.H.K diyar kir ku barbaran xwestine dotmama wê D.X.H a 11 salî bifiroş in, ji ber ku li dijî wan li ber xwe daye bi daran bi dijwarî li serê wê dane û got, “Ji bo bifiroş in du caran xwestin dotmama min ji cem min bibin, dema ez li dijî wan derketim, bi daran li serê min dan. Dûre birin, di pêlikan de wergerandin. Debance da serê min. Min ji wan re got; eger hûn dotmama min bibin ez ê xwe bikujim, hingî dest jê berdan.”
L.H.K da xuyakirin ku jineke derdora bîst salî, li cihê lê rûniştî kefiya xwe li stuyê xwe gerand û xwe xeniqand. L.H.K axaftina xwe wiha dewam kir: “Roja ku wê jinek li cem min ji bo firotinê bibirana, wê jina ciwan li cihê rûniştî hem rehê destê xwe jê kir hem jî bi kefiya xwe, xwe xeniqand. Ji ber ku rehê destê xwe jî jê kiribû, xwîn jê diçû. Eger me nekarîbû birevin û xwe rizgar bikin, me yê jî heman rê hilbijarta.”
L.H.K. diyar kir ku ji ber narkotîka diavêtin nava xwarina wan ew ji ser hişê xwe diçûn û got, “Li Badoşê em 21 zarokên keç bûn. Rojekê derman avêtin nava xwarina em û em hemû xistin xew. Dema em ji ser hişê xwe çûn, em ji hev cihê kirin. Fermandarên wan dihatin li ser kursiyekê rûdiniştin û li me temaşe dikirin. Dûre jî yên bedew hildibijartin û bi xwe re dibirin.”
DEMA MIN DI DEVÊ KÛÇIK DE DESTEK DÎT, EZ BIZIYAM
Zaroka biçûk D.X.H. a wê jî xwe rizgar kir anî ziman, ku dema di devê kûçikekî de wê destê însanekî dîtiye ez bizdiyaye û got, “Min destê mirovekî di devê kûçikekî de dît. Gelekî tirsiyam. Li Rambosî du zarokên reviyan kuştin. Min ji ciha min cihê kirin, diya min û tevahiya malbata min birin Tilefer, min jî birin Mûsilê. Der heqê dê û malbata xwe de gelekî bi fikar im. Nizanim ka dijîn yan na. Piştî Mûsilê ez birin Beecê. Zarokeke keç a li cem min, dema fêm kir ku wê bê firotin, xwe kuşt. Ez gelekî ji vê rewşê tirsiyam. Bi giranî bi daran li me didan û di pêlikan de em werdigerandin. Bi komên ji deh kesan em li malan radigirtin.”
LI MÛSILÊ 400 ZAROK HENE
R.S. a 13 salî da zanîn ku keça ciwan a bi navê Sîba ya 20 salî, piştî ku xwe xeniqand, kincên wê hatine komkirin û dema behsa hovîtiya DAIŞ’ê ya di dema dîlgirtinê de dike, gelekî zehmetiyan dikşîne. R.S. a ji gundê Koço yê Şengalê anî ziman ku dema çete destpêkê hatin ew li Kinê bû û got, “Gundekî avî ye. Em ber bi Çiyayê Şengalê ve reviyan, pêşî li me girtin. Destê mêran girê dan û em birin Şengalê. Piştî ku şevekê em li wir ragirtin, em birin Tileferê. Du şevan jî em li wir girtin û birin girtîgeha Badoşê. Em li wir heft rojan man. Piştre diya me, malbata me ji me cihê kirin û birin Tileferê. Zarokên keç jî birin Beecê. Ji bo bikin Misilman li Beecê birin mizgeftekê. Piştre ji wir em birin Girzerik. Em li wir çar rojan hatin ragirtin û dûre em birin Tilbenatê. Piştî ku mehekê em li wir hatin ragirtin, em birin Koço. Li dû hefteyekê em derbasî Rambosî irin. Di şeva duyemîn de, berî ew me bibin ji bo firotinê, di şeva 12’ê Cotmehê de saet di 01’ê e em reviyan. Gotin ku wê me bibin Sûriyeyê û bifiroş in. Jina bîst salî ya bi navê Sîba ya li cem me, roja ku wê ji bo firotinê ew bibira, bi kefiya xwe, xwe xeniqand. Piştî vê bûyerê, kefiyên me hemûyan kom kirin.”
R.S. da xuyakirin ku li Mûsilê bi sedan zarok hene û got, “Em li Mûsilê 400 zarokên keç bûn. 200 ji van birin Mûsilê, 200j î Beecê. Ji her fermandarî re 14 keç hatin firotin. Destpêkê yên bedew birin. Yên din jî bi demê re difirotin. Tevahiya malbata me di destê DAIŞ’ê de ye.”
ANF -DILŞÊR ERNESTO – ÇIYAYÊ ŞENGALÊ

dîtin: 161

Pêveker:

heftê rojên dîlgirtinê vegotin