• Têketin
  • Ziman
Heger Emerîka bêje derbeye hingî dibe derbe!

Heger Emerîka bêje derbeye hingî dibe derbe!


barkirin: Pûşper 6, 2013, 11:39


Peyamnêrê bi navû deng yê rojnameya Independent yê Rojhilata Navîn Robert Fisk, di nivîsa xwe ya rojnameyê de ku bi ser nivîsa ‘Derbeyek kengî nabe derbe?’ nivîsiye rexneyên balkêş li Emerîkayê dike.

Rojnamevanê xudan ezmûn yê Independentê Robert Fisk di nivîsa xwe ya bi navê ‘Derbeyek kengî nabe derbe?’ bersiva vê pirsê dide û dibêje; ‘Çi gava Emerîka biryarê bide wê demê dibe derbe’. Fiks di nivîsaq xwe de ji ber ku Emerîka destkariya artêşa Misirê weke derbe nabîne rexneyan digre. Fiks wiha dibêje; ‘Di dîroka cîhanê de cara yekê derbeyek ne derbeye. Artêş dest daniye ser rêvebiriyê. Serok komarê ku bi rêya hilbijartinên demokratîk hatiye ser kar ji wezîfeyê digre. Destûra bingehîn dide rawestandin. Qenalên televîzyonê didixe û zirxê xwe dixe nava paytextê. Lê ji nav lêva Barack Obamayê pîroz gotina derbe dernakeve, nikare bêje. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê bê hêvî jî nikare gotinek wesa yê êrîşker bilêv bike. Eve ne ji ber hindêye ku Obama çi tiştî nizane’.

Fisk di berdewama nivîsa xwe de der barê Obama de dibêje; Çima devê xwe girtiye. Erê ji ber hindê ye ku bi milyonan Misirî alîgirê vê derbeyêne. Gelo ma Obama ji wê yekê tirsiya ku heger bêje eve derbeye dê biba sedem ku Emerîka li dijî Misirê gemaroyê dayne. Bi vî awayî dê zerarê bigehîne têkiliyên Misir û Îsraîlê ku her du welat di nava aşitiyê de ne? Yan nexwe, heger bigota wan derbe kirine dê piştgiriya Emerîkayê ya 1.5 milyar dolarî wenda bikira?

Fiks di nivîsa xwe de dide zanîn ku Mursî bi hilbijartinên demokratîk hatiye ser desthiladariyê, dengên ku Mursî di hilbijartinan de standiye ji dengê hind serokê welatên Rojava zêdetire û wiha dipirse; ‘Ma dema ku serokên Ewrûpayê ketin bin rêjeya pêncî ji sedî dê artêşên wan welatan derbeyê bikin?

Fiks pirsên xwe weha didomîne;

‘Gelo ma dê destûrê bidin ku Birayên Musliman beşdarê hilbijartinên dema pêş bibe? Ne xwe dê bihête asteng kirin? Heger beşdar bibe û namzetê wî cardin ser bikeve dê çi bibe?

Fiks di nivîsa xwe de dibêje çi kas vê gavê ji Beşar Esad bextewertir nîne û îdîa dike ku Îsraîl jî vê gavê ji rewşa Esad razî ye.

Çavkanî: BBC

dîtin: 297

Pêveker:

heger emerîka bêje derbeye hingî dibe derbe

Babetên nêzîk