• Têketin
  • Ziman
Hêkên Bi Proteînên Benîadem

Hêkên Bi Proteînên Benîadem


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 9, 2019, 9:15


Zanyarên li Îskoçyayê di xebata xwe a li ser guherandina DNAya mirîşkan de biserketin. Zanyarên li Îskoçyayê bi guhertina DNAya mirîşkan, hêkên bi proteînên benîadem bidest xistin.

 

Zanyarên ji Roslin Instituteê bi University of Edinburghê dixebite, radigihînin ku bi xêra xebata nû dê buhayê hinek dermanên girîng ên weke artritis erzantir bibe. Zanyarên ji Îskoçyayê xeebata xwe ya nû a li ser DNAya mirîşkan di kovara BMC Biotechnologyê de eşkere kirine.

 

Zanyar ji bo çêkirina vîrûsan ku di dewsa derziyê de dihatin bikar anîn, serî li hêkên mirîşkan didan û jê sûd werdigirtin. Lêbelê zanyarên li Îskoçyayê bi xebata nû gavekî din pêşve diherin û li DNAya mirîşkê proteînan zêde dikin. Ji ber vê jî proteînên li DNAya mirîşkê hatine zêde kirin, beşek ji proteînên hêkan dadigirin û pê re jî mirîşk hêkên bi proteînên benîadem dikin. Xebatkarên ji Roslin Instituteê diyar dikin ku proteînên li DNAya mirîşkan dihêne zêde kirin, bandoreke xerab an jî xesarekî nagihîne mirîşkan.

 

Zanyar bi xebata xwe biserketin ku du cureyên proteînê ên beşek ji muafiyeta benîadem in, li hêkên mirîşkê zêde bikin. Hêkên bi proteînên benîadem dê bi kêrî xebatên li ser tedawîkirina nexweşiya kula heftpençeyê dihêne kirin, bihên. Lissa Heron wiha dibêje; “Ji ber ku meriv hinek proteînên cihêreng nikare di laboyê de sentez bike, çêkirina proteînan pirr zehmet û pirr jî buha ye. Pêdivî bi organîzmayên zindî heye daku meriv pê proteînan çêbike. Proteînên em qalê dikin, proteînên bi molekûlên mezin û pirr tevlehev in.”

 

Zanyarên ji Îskoçyayê dê di destpêkê de bi gelemperî hêkên bi proteînên benîadem di xebatên xwe ên laboyê de bikar bihînin û dû re jî ji hêkên bi proteînên benîadem dermanan çêbikin. Zanyar radigihînin ku bi sê hêkên bi proteînên benîadem, dermanên cihêreng bidest bixînin. Dîsa bi bîr û baweriya zanyarên li Îskoçyayê bi vê xebata nû dê buhayê çêkirina proteînan dabike û bi pereyên bermayî xebatên nû destpê bikin.

 

Çavkanî: BMC Biotechnology

dîtin: 198

Pêveker:

zanyarî mirîşk zanist xebat