• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bihar û Şer

Bihar û Şer


nivîskar: Siyamed Sîpan
barkirin: Adar 11, 2016, 3:00


Cîhan bûye odeyek reş û tarî…

Çav nema çava dibîne di van rojan de…

Ji alîkî ve agir bi cîhanê ketiye û mirovahiyê dişewitîne…

Xemsarî û xemgînî xwe dike krasê şevê û şev bi dawî nabe…

Qûr qûra gura, dengê wawîka, bazdana roviya di guhê min de diçe û tê…

Agir bi dilê min dikeve û li şûna wê darek Sêvê şaxê xwe lê vedide û bihar tê…

 

Bêhna biharê tê ji welatê min…

Bêhna biharê carînan xema Adarê ye jî…

Bi tîrêjê rojê re, wê şerê „Agir û Rojê“ li himber tariyê destpê bike…

Roj tirêjên xwe vedide û dengê topan di guhê min de mîna morîkê tisbiyekê diqete…

Xwêdana ser eniya rojê dibe agir û ewê bibare li ser zalimên ku dijminê xwezaya pîrozin….

Roj berbi Agirê Newrozê ve dibeze û agirê Newrozê sonda tolhildanê dide zarokên vê axê…

 

Bihar û şer tê…

Bi bihatina biharê re hêvî hildikşe…

Tiştek bi min re nîne, ji bilî bîranînên te…

Bîranînên ku min di bêrîka dilê xwe de veşartiye…

Agir gûr dibe û dişewitîne bajarên şîn ku me lê hêviyên xwe veşartibû…

Histiriyên zilma neviyên Ehrîman di bejna min de radibe û birînên kûr dihêle li dû xwe…

 

Heyv diçe û bihar tê…

Stêrk ji ezmanan koç dike…

Piştre jî penaberiyek bê navber dibê para me…

Ez dimînim li ber neqeba şerê azadiyê ku ewê dawî li zilmê bîne…

Dar dişewite û hevalên minî rûken tevlî refên cangoriyan dibini û difirin…

Difirin berbi rojên azad ve, heger roja qiyametê be jî, ewê were welatê agir û rojê…

 

Şer tê bi Newrozê re…

Û di albûma min de tenê wêneyek heye…

Wêneyekî ku roj ji kenê te dibare û ronî dike cîhanê…

Ji bilî vî wêneyî tiştekî din azadiya min nikare raxe ber çavan…

Afirandiye ji xwere zarokên şevê cîhanek ji derewan û vedixun her roj ji xwînê…

Ew xwîna ku bûye çem li ser bejna welatê agir û rojê û dihere berbi okyanûsên bê binî…

 

Bi hêrs ev ax…

Li benda bihara tolhildanê…

Me hemû hêviyên xwe û li benda biharê hişt…

Way bihar hat û emê tola darên şewitî û dilên jikestî bigrin…

Emê îsal ji zanîngeha azadiyê perwerda xwe xelas bikin û darên rengîn biçîne…

Darên rengîn emê bikin berhûr, bikin diyar û ji Rojê re bişînin ku niha di xerîbiyê de girtiye…

 

Têbinî: Ji bo bîranîna Sêvê Demir û Bihara 2016

dîtin: 888

Pêveker:

bihar û Şer