• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hesta Kolektîv û Medyaya Sosyal

Hesta Kolektîv û Medyaya Sosyal


nivîskar: Omer Dilsoz
barkirin: Pûşper 19, 2017, 11:00


 

Bi pirseke aktuel, “Aya sînorên medyaya sosyal çi ne?” em kuçeyekî dawejêrin nav gerrê. 
Ev pirs, bawer im, li hemû dinyayê, li hemû welatan, di nav hemû civatan de pirseke hilawîstiye? 
Gelek bernameyên TVyan rojane vê pirsê didin ber meşteran û vedikolin, heta vedikarin û dixwazin vê biyava nû, di nav qir û gelşa jiyanê de deynin cihekî û bi qewlê rûspiyên me ‘kirasekî jê re bidurin?’
Ma kîjan aqlê siyasî, otorîteya ayînî û bîrewerî dikare sînorekî ji vê pirsê re deyne?
Çimkî êdî ev ‘gopalê sêhrewî’ yanî bikaranîna medyaya sosyal, temendî bişkokên telefona destan nêzî ‘her kesê’ ye. Lewre jî, pirs ev e: Gelo kîjan hukim hin destdirêj e ku bişêt hukmî li tilîpêçên her ‘take’yî bike û ‘eyarekê’ bidê!
Wek çavê rojê ron û aşkere ye ku bersiva vê pirsê, di dinyaya îro de tune ye. 
Bêguman hin desthilatên totalîter dibe ku heta astekê hevsarê vî gopalê sêhrewî zeft kiribe û bi hin bergiriyên ‘sîber’î hewl dabe tixûbên wê bertengtir kiribin, lê ev tenê çareyên pîne/palyatîfane ne û tenê xwê bi birînê dikin, ango birînê sûrtir dikin.
Em nakevim pey wê pirsê ka kî bi çi mebestê medyaya sosyal bi kar tîne, lê tiştekî aşkere ye ku ev malperên medyaya sosyal ên gelek berbelav û naskirî, piranî bi mebesteke îstixbaratî ji aliyê sazîyên sîxurî yên navneteweyî ve hatine damezrandin. Zelal e ku li ser van malperan bi hêsanî dikarin her kesê ‘kontrol’ bikin û tevna xwe ya sîxurî bi berfirehî raçînin.
Hêjayî gotinê ye ku ev mijar, di gelek fîlm û senaryoyan de jî hatiye bilêvkirin û bal kişandiye ser xwe.
Herçendî hinekî nîgaşî be jî, bi vê riyê, karê xwe dimeşînin. Bêguman, ev ji kerî tenê guh in. 
 Îja ez bêm ser taxa me. Di vî gundê gerdûnî de, heçî taxa me kurdan e, taxeke veder e. Em wek ‘gecekondiya’ /warê ku feqîr û peregende lê vedihewin’ me kurdan e, di vî gundepolê de, girareke rijî ye û di rûnê xwe de diqijile.
Li taxa me jî, patenta herî zal a vî gopalê sêhwerî di destê ‘garana polîtîk’ de ye. Garanên dîtir dengê wan zêde bilind nabe. Lê heçî ‘garana siyasî’ ye, vî gopalî bi zarê xelkê bi kar tîne, lewre jî zêde bandora wê li bikarhênerên dîtir nabe. Hema bêje, ew bi xwe defa xwe lêdixin û ew bi xwe jî li ber direqisin.  
Welê xuya ye, di vê qewareyê de, tiştê herî diyarker û mirovan li xwe digire, “peydabûna hesteke kolektîv e”, her alî, her bîr û ray, her liv û bizav, her lêgerîn û dilbijînî xwe li “hesteke kolektîv” dipêçe û tevna xwe ya sosyal li dora wê hestê çêdike. 
A me jî, tenê hesteke me ya kolektîv heye, ew jî “zimanê me ye”, nexwe, di medyaya sosyal a taxê me de, bi dehan bîr û rayên cuda cuda yên îdeolojîk, dînî û felsefî hene… Belkî di jiyana rastîn de, ev kesane çu carê neyêne heman tiştî; çimkî berê yekê li mizgeftê yê din li dêrê ye; lê kurdî wan, li vê bênderê digihîne hev…
Bêguman, piştî demekê medyaya sosyal, ligel peydakirina “hesta kolektîv”, der barê bikarhêneran de jî têgihîneke bernas çêdibe, êdî hema bêje her kes bi awayekî, li ser parvekirin, nirxandin, uslûb û reftaran dizane ka kî çi tevn û çi rîs e!...
Çimkî di rastiya xwe de, em hemû, bi nexweşî û xweşiyên xwe li vê meydanê ne. Yanî beranê bisko li mala babo çi be li jêr û jor jî her heman nifş û toxm e.     
      

 

 

​​​​

dîtin: 151

Pêveker:

hest kolektîv omer dilsoz