• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hevditina Partiyên Kurdî jibo Hilbijartina Tirkiyê

Hevditina Partiyên Kurdî jibo Hilbijartina Tirkiyê


barkirin: Gulan 5, 2018, 10:24


Navenda Nûçeyan/ Pênc partiyên Kurdistanî, PDK- Bakur , PSK, PDK-T, Hereketa Azadî, PAK  di asta serokatiyê de ji bo avakirina eniya Kurdî ya di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de, seredana Partiya Demokratîk a Gelan HDPê kirin.

Her  Pênc serokên partiyên Kurdistanî li navenda HDPê ya Şaxa Amedê ji aliyê Hevseroka HDPê Pervîn Buldanê û siyasetmedar Ahmed Turk ve hatine pêşwazî kirin.

Piştî civînê Hevseroka HDPê di axiftina xwe da got ku hilbijartinên 24ê Hezîranê dê çarenûsa Kurdan diyar bike, Buldanê bal kişande ser girîngiya hevgirtina Kurdistanî: “Em niha ber bi hilbijartinan ve diçin ku têde çarenûsa gelê Kurd nîşan dibe, jibo vê yekê jî bi taybetî em li Amedê civiyan. Ez dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku hevgirtina partiyên Kurdistanî wateyeke mezin dide.”

 Bi hevgirtina  Pênc partiyên Kurdî bo cara yekem firehtirîn eniya Kurdî ya ji bo hilbijartinên Tirkiyê ava bûye.

Di nava  partiyên Tirk de jî, Partiya Komarî ya Gel (CHP), İYİ Partî, Saadet û Partiya Demokrat gihîştin hemahengiyê û ew bi yekgirtin beşdarî hilbijartininê parlementoyê dibin.

dîtin: 30

Pêveker:

hdp chp pdk psk