• Têketin
  • Ziman
Di nav pêlên penaberiyê de jiyanên baskokirî û lêgerîna hêviyê

Di nav pêlên penaberiyê de jiyanên baskokirî û lêgerîna hêviyê


barkirin: Gelawêj 24, 2013, 7:32


Hevpeyivîna Netice Bozkurê digel nivîskarê Kurd Fawaz Husênî

Netice Bozkur: hûn dixwazin bi derûniya lehengên berhemên xwe bandoreke çawan li ser xwendevanan bikin, binhişên lehengên we çima ew çend tevlîhev in, çima xewnên wan biêş in?

Fawaz Husên: Lehengên min ne wek qehremanên efsaneyan in û ez dikarim bêjim ku ew tersî, berevajoyî wan in. Ew ne cihangîr û şoreşger in, şûr û klaşnîkovên wan ne di destên wan de ne û nabêjin ne bijî filankes serok, ne bimire bêvankes bênamûs. Ew ji serê çiyayan hema Kurdistanan azad nakin û serê dêw û marên ziya û dijminan nabirrin. Di baweriya min de, erê qehremanên rasteqîn (wek Ghandî û Mendela) bandorek mezin li civakan dikin, lê ew pir hindik in û wek kerengan şîn nayên. Ez di romanên xwe de bêhtir behsa kesên wek me hemûyan dikim., kesên ku di nav gumanên mezin de dijîn û piraniya wan ji ber aloziyên jiyanê û siyasetên seqet hatine şikestin û hêviyên wan qurmiçîne.

Ta ku ev yek ji her kesî re diyar be, ez bi nivîs û lehengên xwe ji binî ve naxwazim bandorekê li ser xwendevanan bikim. Ez bi saya berhemên xwe tenê dixwazim piran di navbera me de ava bikim û bi dirêjayî li ser şikestinên mirovantiyê binivîsim. Ez nizanim çima, lê di vê dunyaya pelepûç de, kesên lawaz bi xurtî bala min dikişînin. Ez dixwazim jiyana wan li ber çavan raxînim û bêjim çawan ew di nav agir û dûmana gumanên eksistansiyel, wicûdî, hebûnî de bêhnçikiyayî dibin. Berhemên li ser egîdan hene û gerek hebin û ez yekcar ne dijî wan im. Lê ew tîhn û birçîbûna giyanê min naşikînin.

Belê, ez di nivîsên xwe de behsa mirovên bi binhişên tevlihev dikim ji ber ku kesên wisa li dora min pir in û ez bixwe yek ji wan im. Di « Barê şevê » de, ez li ser penaberan, Kurdên ku li gepek nan û qetek welat digerin, dinivîsim û hundirên wan yên hûrhûrî li ber çavan radixînim. Ez li ser wan dinivîsim ji ber ku ez wan dinasim û mirov tenê dikare xweş li ser mijar û babetên nas bi kûrahî binivîse.

Lê lehengên min bi rastî ne ewqas qels û aware ne. Wek lehengên Albert Camus yên qonaxa pelepûçiyê, lehengên min jî ji jiyanê narevin, li xwekuştinê nagerin û bi ser de jî, ew xwe berpirsyarên tevgerên xwe dibînin. Vebêjerê Amîdabad û Parîsabadê ji xweşikbûnê hez dikin, lê dizanin ku ew demguzar û fanî ye. Di « Barê şevê » de, Dara û Rustemê Zal û Şêrko xwedî armanc in, dixwazin wan bi cih bînin, lê ew serwext in jî ku ev cihan xapînok e û ji kesekî re namîne. Tenê Sîno, lawê Gundoro, cihê xwe di vê pelepûçiyê de dibîne, dibe şûrê di destê Mirinê de û vê cihanê bi wate dibîne.

Netice Bozkur: Di navbera civaka Kurd û civaka fransî de cudahiyeke çawan heye, Kurdên koçber û penaber di hêla civakî de bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin?

Fawaz Husên: Civaka Kurd û ya fransî pir ji hev cihêwaz in. Di warê zanyarî, wêjeyî û civakî de, Fransî bi gelekî ji me pêşketîtir in û jixwe cihêwaziyên di navbera civak û bajarvaniyan de ev mijar in. Wan ji mêj ve dane ser rêya felsefeya bexteweriyê û em Kurd hîna zindaniyên gepa nanê rojane ne û bi ser de jî, me hîna bingeha dewletê ji xwe re saz nekiriye. Erê gelek ji me Kurdan li bajaran dijîn, lê em gelekî gundî mane û pêwendiyên malbatî û eşîrtî, nemaze di van demên aborî û civakî yên zehmet de, hîna xurttir dibin. Ez ji tiştekî ewle me: Fransî naxwazin û wê nebin wek me, lê em ê, eger baweriyek xurt û desthilatek wek dîn dest û mejiyê me kilît neke, em ê piştî gelek salan bibin wek wan.

Eger pirs bê ser Kurdên koçber û penaber ên ku li Fransayê, an li welatekî din yê ewropayî, dijîn, rewşa wan wek rewşa koçberên beriya wan e. Li Ewropayê û li Amerîkayê, li welatên têr û pêşketî, pêlên penaberan wek yên deryayê li ser hev siwar dibin û her kesê biyanî tê li bigewdekirina xwena xwe digere. Lê tiştekî muftî belaş tune û Kurdên li Fransayê jî hin bi hin ji ferhenga welatê xwe dûr dikevin û dikevin hembêza rabûn û rûniştinên welatê nû û kesên ku li ber nigan dirin helbet bê hejmar in. Piraniya Kurdên ku tên Ewropayê ji ber birçîbûnê û rewşa siyasî direvin. Ji ber ku piraniya wan ji gundên piçûk in, ew naxwînin û dibin pîzaçî, dunerfiroş, terzî û di lêkirina avahiyan de kar dikin. Paşê, nifşê duyem û seyem, keç û kurên wan wek Fransiyan mezin bibin û wek Fransiyan jî dibin her tişt û xwediyên meslek û pîşeyên corbicor.

Tiştê ku bala min di van sîh salên dawîn de dikişîne ew e ku kêm Kurdên Kurdistana Bakur bi zarokên xwe re bi Kurdî dipeyivin. Bêyî ku kesek zorê li wan bike, ew şildim bilidima tirkî nadin bi hezar Kurdistanan. Navê hemûyan li ber dostan Egîd û Zagros û Cûdî û Ba û Bahoz e, lê di nifûsê de, navên wan hemûyan Sogan Mogan û Bariş Mariş e. Derdê me Kurdan nezanebûn e û dijminên me vê yekê dizanin û ji destpêka Dîrokê ve bi qeder û enînivîsa me dilîzin.

Netice Bozkur: Li gor we mîtolojî li ser wêjeyê xweyî bandor e an na, di berhemên we de çîrok, efsane û sembolên mîtolojîk xweyî roleke çawan in?

Fawaz Husên: Wêje di destpêka mirovantiyê de devkî bû. Tiştekî girîng ku ez li ser efsaneyan dixwazim bêjim, ew e ku mîtolojî ne çîrok û çîvanokên bê serî û bê binî ne, wek ku me bawer dikir. Bi saya lêkolîn û lêgererînên li ser bingeh û peyama destanan, em dibînin ku rastiya rasteqîn û hemû derûn û binhişê mirovantiyê di mîtolojiyê de ne. Odîpos, Odyseos, Sîsyfos, Penêlopê, Fêdrayê, Antîgona, Memê Alan, Zînê, Bekoyê Ewan û Mîrza Mihemed li her derê û di her demê de hene. Xwedê dizane li dora dîwarên reş yên Amedê çend lehengên Homerosê yewnaniyê kor û Firdewsî farsî hene! Ji ber vê têgehê, min di romana « Barê şevê » de navê Kurdê ji Amûdê kir Rustemê Zal û navê kevaniya wî Tehmîne. Ma ne ev du stûnên şahnameyea Firdewsî ne!

Hezkirina min ji wêjeyê re bi « Kêzê kêz xatûnê » û « şenga min Penga min » û « Mîrza Mihemed » û « Sîmir » dest pê kir! Dar bê reh nabe, û rehên dara min ya afirandinê di zaroktiya min û vê çanda gelêrî de belav in.

Netice Bozkur: Di berhemên we de naverok benaberî û koçberî ye lê lehengên we di gel serma, birçîbûn û mirinê dîsa jî naxwazin vegerin welatê xwe. Gelo tê kengî lehengên we biryara vegerê bidin, ji bo ku vê biryarê bidindivê welat dereke çawan be?

Fawaz Husên: Lehengên min venagerin ji ber ku mirovê ku demek pir dirêj dûrî axa xwe bimîne wê nikaribe vegere ser wê axê. Di « Parîsabadê » de, vebêjerê min vedigere, lê dibîne ku hertişt hatiye guhertin û dê û bav û xuşk û birayên wî bûne kesên biyanî. Di romana « Evdo û çend bêhnikên şadiyê de », lehengê min bi bedena xwe li Parîsê ye, lê bi mejiyê xwe herdem li Helebçeyê ye, lê Helbeçeyek ku nema heye, Helebçeya zaroktiyê û evîna yekem  û qurmiçî.

Ez aniha dixwazim romanekê binivîsim û lehengê min biryara vegerê dide, le wek hezretê Mûsa, ew ê « axa sozdayî » ji nêzîk bibîne, lê ew ê pê lê û ew ê jê bê par bimîne. Veger ne mumkin û pêkan e. Tenê hêza xeyalê heye ku ew vê valahiyê dagire û birîna bêrîkirnê hinekî bikewîne. Wêje terapî ye, dermanê nexweşiyekê ye navê wê « Jiyan » e.

Netice Bozkur: Li gor we di bikaranîna ziman de tiştê herî giring çi ye, Kurdiya we ya ku we ji Amûdê bi xwe re biriye têra çîrokên Parîsê dike an na. Li gor we gotinên pêşiyan, biwêj û sembolên çandî divê bi şekleke çawan di berhemên wêjeyî de cih bigrin?

Fawaz Husên: Di baweriya min de, kesê ku bixwaze berhemekê biaferînê tenê da ku  xweşikbûn û dewlemendiya zimanê xwe nîşan bide, ew kes wê dûrî armanca nivîsandinê be. Rast e ku kesê nivîskar gerek xwedî zimanekî berfireh û dewlemend be, lê ziman berdestê mijarê ye û kizîr nabe mîr û serdest.

Di baweriya min de, armanca nivîsandinê berî hertiştî afirandina jiyanek din e, jiyanek bi xweşikbûn û bi kirêtiyên xwe, lê jiyanek din, jiyanek mumkin, pêkan, bi fransî û inglîzî « possible ». Afirandin di hemû zimanan de zehmet e û kesê ku bawer nake, bila here li destnivîsên Victor Hugo û James Joyce û Marcel Proust binihêre. Afirandina bi Kurdî hîna zehmettir e û her kes dizane çima û ne girîng e ku ez rave bikim. Tê bîra min rojekê Mehmed Uzun ji min got ku ji ber nivîsandina « Bîra Qederê » porê serê wî spî bû û ez jê bawer dikim. Rewşa nivîskarê Kurd bi ser keviran de jî ne ye! Ez bi hezarên kîlometran ji welatê xwe dûr ketim da ku rastî xwe û zimanê xwe bêm. Li Amûdê kê dikarîbû bi Kurdî binivîse û jixwe pirtûkên Kurdî nebûn û qedexe bûn. Li Fransayê û li Siwêda welatê hirçan û pezkoviyan, ez fêrî zimanê xwe bûm û min ew dewemend kir. Min di van bîst sî salên dawîn de zimanê Kurdî ji xwe re kir dîlberek û min di hembêza wê dîlberê de da ser rêya dilgermiyan. Bi saya xebatê û hezkirina xwe ji çanda xwe re, min zimanê xwe yê kulekî kir zimanekî rewan û herikbar. Kurdî, bi kurmancî û bi soraniya xwe hîna rûneniştine û « standard » nebûne, lê hin bi hin ber bi vê pêvajoyê ve diçe.

Rast e, Kurdiya min a Amûdê têra jiyana min a Parîsê nedikir, lê min ew li bêjinga evîn û bengîniyê xist û min genimê zêrînî ji nav zîwan û zuxalê da alî. Wek nimûne, li Amûdê, mirov dibêje « Mi ji şibakê nerî û min menzerek ecêb dî. » Bêyî ku ez ji ruhê risteya Kurdî dûr bikevim, min nivîsî û got « Min ji pencereyê nihêrî û min dîmenek seyr dît. » Ruh û giyan herdem Kurdî ye, tenê bi cil û bergên nû û paqij û ûtîkirî. Hezkirin dikare çiyayan bîne xwarê û mirovê ku dibêje Kurdiya wî qels e û tirkî an erebî ketine xwîna wî derewan li mirovantiyê dike û tembel û tiral e.

Eger em bên ser giringiya xwenûkirinê, çiqas zimanê nivîskarekî dewlemend be, gerek ew herdem xwe dewlemendtir bike. Di baweriya min de, nivîskarê Kurd gerek wek mar be, her salê kirasê xwe biguherîne lê giyan û xwîn û lêdana dil gerek Kurd bimînin.

Da ku ez bersiva movika dawîn ji pirsê bidim, gotinên pêşiyan, biwêj û sembolên çandî gerek bi şêweyekî nûjen bêne ristin û honandin. Roman li Ewropayê hatiye afirandin û tenê ew ji kêmî sedsalekê li Rojhilata navîn heye. Di baweriya min de, gerek haya me ji teknîkên honandina romanê hebe û em wan teknîkan li gor ten û bedena zimanê Kurdî bidirûn. Motîv û mijarên civaka Kurdî gerek bi şêwazên nûjen, çi ewropayî, çi navnetewî, bêne honandin û ristin.

Netice Bozkur: Çima di nav lehengên we yên sereke de jin tinenin, mirov di berhemên we de bi berfirehî pêrgî derûniya lehengên jin nayê. We xwestiye rewşa civakê nîşan bidin an sedemên din hene?

Fawaz Husên: Rast e, di nav lehengên min yên sereke de jin pir kêm in, lê mêr jî kêm in. Tenê helwest û dîmenên, ango « tabloyên » çorbicor li pey hev rêz dibin û dibin beden û tevna berhemên min. Ez bawer dikim ev yek girêdayî ye bi helwesta min ji romanê. Erê haya min ji romana klasî heye, lê ez pir jê dûr. Ez bêhtir dixwazim tabloyên derûnê mirovan û ne kar û barên wan wek libên tesbihyê an morîkên gerdeniyekê riste bikim.

Peyva herî nêzîkî « jin »ê peyva « jîn » e û bi rastî ez ji herduyan dûr im. Ji roja ku ez xwe dinasim, ez bi tenê me û fêrî vê yekê bûme û wek Georges Moustakiyê stiranvan, ez jî dikarim bêjim « Na, ez bi Tenahiya xwe re ne bi tenê me. »

Di romana « Evdo û çend bêhnikên şadiyê » de, Nazenîna Kurd û neh jinên yewnanî hene. Lê rast e, Nazenîn bi jehra xerdelê di 1988ê de çûye û jinên yewnanî jin û banûxweda ne û ew bêhtir di xewn û xeyalan de xwe dispêrin mirovan.

Dilê min pir û pir bi rewşa jina Kurd ve ye. Eger mêrê Kurd bi agirekî dişewite, jina Kurd, dayikên me, xuşkên me, dotmamên me, jin û dîlberên me bi sed agirî diperitin. Di baweriya min de, jina Kurd bi sed carî ji mêrên Kurd jîrtir û dilsoztir e û di baweriya min de, eger siyasetmedarên cihanê bê simbêl û jin bûna, rewşa me bêguman wê bi gelekî xweştir bûya.

Jêder Kulturname

dîtin: 433

Pêveker:

di nav pêlên penaberiyê de jiyanên baskokirî û lêgerîna hêviyê