• Têketin
  • Ziman
Ji Cemil Bayik derbirînên giring

Ji Cemil Bayik derbirînên giring


barkirin: Gelawêj 24, 2015, 2:13


Cemil Bayik; Ne Tirkî ne jî em nikarin bi çekê arîşeyê çareser bikin.

Rojnamevanê Rojnameya Die Welt ya Elmanî Yucel Deniz li gel Hevserokê Konseya Rêvebiriya KCK Cemîl Bayik hevpyevînek pêk anî.

Hevserokê Konseya Rêvebiriya KCK Cemil Bayik, di derbarê banga hevserokê HDP Selahattîn Demirtaş de got; Ne tenê wî bang kir, vê bangê em hêja dibînin. Li gorî ne me Tirkî ne jî em vê arîşeyê nikarin bi rêka çekan çareser bikin.

Bayik, ji Yucel Deniz ya Die Welt re axifî û got; -Ji neha û pêve êdî agirbesta yekalî çênabe.- û mercên agirbestê weha rêz kirin.

Dewlet jî divê bi rengekî fermî agirbestê ragihîne. Divê herdu alî jî şandeya çavdêriya agirbestê ava bikin. Dayin û sitandin divê di mercên wekhev û azad de bêne meşandin û Rêber Apo wekî serê dayin û sitandinan bête pejirandin. Aliyekî sêyem pêwiste ku navgîniyê bike. Tevayî helmet û tevgerên leşkerî divê bêne rawestandin, kesên vê taliyê hatî binçavkirin divê azad bibin. Eger na em dê çawan bawerî pê bînin ku Tirkî sibê dîsan hertiştî inkar nake?-

Bayik ji bo derewderxistina Emerîka ya – Em bi Emerîka re hev dibînin – dîsan daxuyaniya xwe piştrast kir û got; -Welatên Yekgirtî yên Emerîka dixwaze Tirkî jî tevlî şerê xwe yê dijî DAÎŞ bike, ji bo vê yekê zimanekî diplomatîk bikar tîne û ziravbihîstyariyên Tirkiyê dide pêş çavan.-

 

Dirêjiya hevpyevînê wehaye;

Tirkî, beriya çar heftiyan pêşî dijî DAÎŞ paşê jî dijî PKK helmeteka leşkerî destpê kir. Ji wê demê ve DAÎŞ qels bûye an na?

Di rastî de DAÎŞ derbeke mezin xwaribû. Sedema êrîşa dijî PKK ya Tirkiyê parestina DAÎŞ e. Tirkî dijî DAÎŞ şer nake.

Şer nake?

Sedî sed. Erdoxan dixwaze li Rojhilata navîn desthilat be, di pey xelîfebûnê ye. DAÎŞ parçeyek ji eniya Sunnî ye, ya ku dijî Kurdên Rojava û Esad e. DAÎŞ ji bo Erdoxan ne tenê amûreke lê belê nêzîkbûna wan ya ramyarî jî heye. Dijî Tirkiyê helwest zêde dibû, Tirkî ji bo navê xwe diviya tiştinan bike.

Lê hîna nû DAÎŞ ê li Tirkiyê bi rêka Vîdeoyekê gef xwar.

DAÎŞ di wê vîdeoyê de dibêje; Tirkî ji aliyekî ve bi PKK ji aliyê dîtir ve bi seferên Xaçperestan hatiye dorpêçkirin. AKP jî hema peyv bi peyv heman tiştan dibêje. DAÎŞ xwedî li Erdoxan derdikeve, Tirkî dijî heman dijminan hişyar dike.

Erdoxan Agirbest xirab kir.

Kê Agirbest xirab kir?

Erdoxan. Ev şer wisan bi kuştina 2 polîsan li Serê Kaniyê dest pê nekir. Piştî 5 ê Nîsanê tevayî peywendiyên li gel Rêber Apo birîn. Erdoxan hemî gavên hatî avêtin tune hejmartin. – Dayin û sitandin tune, alî tune, arîşeya Kurd tune- got. Piştî wêya bi siyaseta hevrakêşanê hizirî ku dê hilbijartinan bidest bixe û biser bikeve. Wiya hizirî ku dê Gerîlla bersiva komkujiya xwepêşandana HDP ya Amedê bike. Dê ev yek bo rawestandina hilbijartinan wekî biyano bikar anîbane.

Lê em neketin vê xefkê. Di hilbijartinan de HDP ê xeyalên Erdoxanî xistin avê û AKP ji desthilatê xist. Wekî tolhildanê piştî hilbijartinan êrîş berdewam kirin.

Kuştina polîsan li Serê kaniyê PKK kir?

Na. Komekê kir ku ji xwere dibêjin –Apocî-

Lê we kuştin şermezar nekir…

Piştî ewqas êrîş li himber me pêk hatin, şermezarkirina vê bûyerê ji bo me dê encamên nebaş derhênabane.

Lê hun neha ketin şer.

Em neketine şer, em tenê mafê xwe yê parestinê bikar tînin.

Heftiya bihurî dîmenên li bajarne wekî Silvan ê dîmenên şer bûn…

Li wira, gel dijî êrîşên dewletê bi rengekî naşî(amator) dixwaze xwe biparêze. Dewlet bi hemî hêza di destê xwe de bersiv dide. Ji ber vê yekê me Dewlet hişyar kir; Eger hun bi vî rengî bi ser gel de biçin, em dê fermana ketina bajaran bidin Gerîlla.

Wate hun dê têkevin şer, newisa?

Tirkî di vê siyaseta xwe de bi dakokî be, Gerîlla dibe têkevê şer. Lê daxwaza me ne eve. Ji ber ku em dizanin armanca bingehîn ya vê tevgera leşkerî valaderxistina projeya HDP ye.

Çawa?

Bi siyaseta Tirkiyê ya tunekirin û inkarê ve hemî nasname li ber tunebûnê bûn. Dawî Kurd mabûn. Lê Kurdan li ber xwe dan û bi xwere nasnameyên dîtir jî zindî kirin. Di dawî de, hemî nasnameyên ku dixwazin bêne tunekirin veguhestine Parlemenê. Neha Erdoxan wekî ku qet hilbijartin pêk nehatine nêzîk dibe û ji bo di hilbijartina zû de di bin bendê de bimîne HDP ê reş dike.

Giringbûna HDP ê, ji bo PKK windakirina giringbûnê nîne gelo?

Eger em ji HDP nerehet bane, ji bo pêkhatina hilbijartinan em ewqas nediketin nava hewldanan. Tiştê HDP derxistiye holê tekoşîna PKK bû. Rêber Apo ji bo çareserkirina Arîşeya Kurd û arîşeyên welat yên dîtir; Kurd, çepgir û hêzên demokrat kişandine Parlemenê. Erka HDP evbû. Ji ber vê yekê jî çareseriyeka bê HDP çênabe.

Agirbesta yekalî tune

Hun bi gotina xwe ya – Mafê xwe yê  parestinê- xisarê nadin HDP?

Na. Hesabê Tayyip Erdoxan weha bû; -Ez dikarim êrîş bikim. PKK dijî vêya nikare raweste. Raweste jî ez dikarim vêya dijî Kurdan bikar bînim. Wate him dijî HDP, him jî bi tekoşîna DAÎŞ ê ve, dijî PKK di warê navnetewî de navekî paqij dixwaze bidest bixe. Dihizire ku em xistine xefkê de. Helxelitiye.

Pilaneka baş serkeftî ye…
Na. Ji ber ku herkesî zanî bê Erdoxan çima êrîşî PKK kir. Lê belê pêvajoyek destpê kir. Erdoxan ji ber ku Meclîs tune dît, gel dest bi avakirina demokrasiya herêmî kir.

Selahattin Demirtaş bang kir ku herdî alî destê xwe ji çekan bikşînin.

Tenê ne wiya. Em tevayî bangan hêja û binirx dibînin. JI ber em dizanin, êdî ne Tirkî ne jî em arîşeyan bi çekan nikarin çareser bikin. Hetanî neha, me heşt caran agirbesta yekalî ragihand. Dawî me destpêkir Gerîlla şûnve kişand. Lê Dewlet, pêşî em mijûl kirin, paşê jî tevayî gavên di çarçoweya pêvajoya çareseriyê de hatî avêtin inkar kirin.

Ji bo hun agirbestê ragihînin çi divê hebe?

Ji neha û pêve dê agirbesta yekalî nebe. Dewlet jî divê bi rengekî fermî agirbestê ragihîne. Divê herdu alî jî şandeya çavdêriya agirbestê ava bikin. Dayin û sitandin divê di mercên wekhev û azad de bêne meşandin û Rêber Apo wekî serê dayin û sitandinan bête pejirandin. Aliyekî sêyem pêwiste ku navgîniyê bike. Tevayî helmet û tevgerên leşkerî divê bêne rawestandin, kesên vê taliyê hatî binçavkirin divê azad bibin. Eger na em dê çawan bawerî pê bînin ku Tirkî sibê dîsan hertiştî inkar nake?

Aliyê Sêyem kî dikare bibe? WYE?

Me gelik caran ev pêşniyar kir. 

Peywendiya we li gel Welatên Yekgirtî yên Emerîka heye?

Heye.

Hikumeta Emerîka got derewe…

Welatên Yekgirtî yên Emerîka dixwaze Tirkî jî tevlî şerê xwe yê dijî DAÎŞ bike, ji bo vê yekê zimanekî diplomatîk bikar tîne û ziravbihîstyariyên Tirkiyê dide pêş çavan.

Emerîka helmeta çekdarî ya dijî PKK ê erê kir?
Vekirî nabêjin lê Emerîka gilopa kesk vênexistibane ev tevgera leşkerî pêk nedihat. Emerîka dizane herî bi hêz Tevgera Azadiya Kurd dijî DAÎŞ şer dike. Di Hevpeymana Navdewletî de him pêdiviya xwe bi Tirkiyê heye, him bi PKK ê heye. Nakokî ji vêya derdikeve.

Çareseriyeka mayende dê çawan pêk bê?

Tirkî divê vêya bi pejirîne ku Arîşeyeke Kurd heye. Erdoxan jî hertim qala – Arîşeyên hemwelatiyên binemaya xwe Kurd- kir. Tu carî wekî arîşeya azadbûna gel hilnegirte dest. Arîşeya Kurd divê bikevê jêr parestina yasayên bingehîn de. Zordestiya li ser çanda Kurdî divê bidawî bibe. Zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdê bête pejirandin û Kurd bi rêvebiriyên herêmî xwe birêve bibin.

Evana tev pêk bên hun dê çekan radest bikin?

Dest ji tekoşîna çekdarî berdan û berdana çekan tiştên cûda ne. Hetanî arîşeya Kurd çareser nebe, metirsiya DAÎŞ berdewam bike, tu kes nikare berdana çekan li ser me dakokî bike. Em ne tenê ji bo Kurdan şer dikin, Şerkirina dijî DAÎŞ, şerkirina ji bo Mirovatiyê ye.

 

 

Wergêr: Agirî Soran

dîtin: 1159

Pêveker:

ji cemil bayik derbirînên giring