• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hevpeyvîn li gel Eli Eşref Derwêşiyanî

Hevpeyvîn li gel Eli Eşref Derwêşiyanî


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Rezber 26, 2017, 10:43



Hevpeyvîneke dûr û dirêj bi nivîskarê kurd yê navdar Elî Eşref Derwêşiyanî re

Wergerandin ji farisî: Dêrsim OREMAR

Sal 2008

»Elî Eşref Derwêşiyan di edebiyata çîrokê ya Îranê de navekî nas kiriye. Kesek e ku ”Gulşîrî” (1)  nasnavê : pak û bê xel û xeşa edebiyata Îranê daye wî. Ew nivîskarê Kurd di edebiyata farisî de xwedî karnameyek berbelav û tejî ye. Ew di warê nivîsandinê de xwedî nêrîn û şêwazeka taybet û cuda ye, ku herdem li ser vê şêwaza xwe bi israr e û piştgiriyê lê dike …«

»Elî Eşref Drwêşiyan: Edebiyata Kurdî edebiyateke cîhanî ye.«

– Destpêkê ji me re behsa serdema zaroktî, mamostatî û nivîskariya xwe  bike, wan salan ku te di jûrên şêdar û tarî de ders digotin, salên bi strês û evrî ku te nivîsandiye, bi vê hêviyê ku tu caran tîna rojê ji bo kesekî neçe ava…

E. Derwêşiyan: Ez li Kirmanşanê ji dayik bûm. Min pêvajoyên xwendina destpêk, navendî, paşnavendî  û beriya zanîngehê li Kirmanşanê bi dawî anîn. Di sala 1958ê de ku tam 18 salî bûm û li gor soza ku min dabû ji bo mamostatiyê ber bi Gîlana rojava ku yek ji qezayên Şaabad ”İslam Abada îro” bi rê ketim. Gîlana rojava çîroka xwe heye, xelkê vê derê gelek xizan û destteng bûn û xan û axayên xwedan pere li ser wan zal bûn. Kurteçîrokên ”li wî welatî” zêdetir li ser atmosfera Gîlana rojava ne. Xelkekî dilovan, xizan û sade li vê derê dijiyan. piraniya Zarokan bi pêxasî û hejarî dihatin xwendingehê, gelek  ji wan nedikaribûn bên xwendingehê, ew dixebitîn û di karên çandinê de hevkarên malbata xwe bûn. Ez bi qasî sê salan li Gîlana rojava mam û  piştre bo Şaabadê hatim şandin.

Min bi qasî pênc salan jî li wê derê dersbêjî kir. Piştre, min li peymangeha xwendina bilind ya Tehranê û zanîngeha Tehranê (li herduyan bi hev re) dest bi xwendinê kir. Di sala 1971ê de, ji ber xebatên siyasî û belavkirina kurteçîrokên ”Li wî welatî” hatim binçav kirin û heya sala 1978ê di  girtîgehê de mam û bi çêbûna şoreşa islamî li Îranê serbest hatim berdan.

– Rewşa civakî, kulturî û siyasî ya civakek ku te têde hewil dida bibî nivîskar, bi civakek ku niha têde nivîskar î, çawa didî berhev?

E. Derwêşiyan: Her serdem û qonaxekê girift û taybetmendiyên xwe hene. Ger bixwazin şert û mercên wê serdemê û niha bêxin berhev, bi giştî behs û peyamek dûr û dirêj digire berxwe. Lê hetanî ku peywendî bi edebiyat û hunerê hebe, lazim e bêjim di her pêvajoyekê de sansor girifta serekî û mezin bûye! Di salên navbera 1930 û 40an de herçend zext û zor û sansor zêde hebûn jî, lê kitêbên gelek baş û gelek bi mifa li ber destê ciwanan de hebûn. Di destpêka sala 1951ê û di wan du salan de ku ”Dr.Mihemed Museddiq” (2) li Îranê serokwezîr bû, civaka me ezmûna xwe di warê demokrasî û azadiyê de wergirt, pirtûk, namîlke û rêzepirtûk zor dihatin weşandin. Her di vê serdemê de bû hogirî û xwendina pirtûkan bi awayekî ciddî di hundirê min de serî hilda. Me li xwendingehê rojnameyên serdîwarî çê dikirin, gelek saziyên edebî hebûn, piştî kudetayê hertişt hat guhertin. Sansor û şewitandina pirtûkan dest pê kir, lê xelik dîsa hatin serxwe, bi awayekî ku di sala 1961ê de nivîskar û şairên di vê meydanê de peyda bûn û berhemên edebî vejiyan. Her di vê serdemê de bû Yekîtiya Nivîskarên Îranê (3) wek rêxistineke serbixwe ji bo jinavbirina sansor û xebatê ji bo bidestxistina azadiya bîr û ra û pênûsê serî hilda, lê ji ber zext û zor û sansora bêsinor, ciwanan dest bi xebata nihênî kir û metoda çekdarî girt berxwe.

Piştî çêbûna şoreşa îslamî heya yek- du salan, xelkî bi awayekî azadane bîr û ramanên xwe derdibirîn, lê piştre dîsa sansor liser wan zal bû. Ew gorr û têhnatî, ew meraqa  ji bo xwendin û zanînê, ew rêzên dûr û dirêj yên xelkê yên li ber dergehên pirtûkxaneyan ji bo kirrîna pirtûkan neman û tev çûn. Lê ferqek jî di navbera sansora wê serdemê û ya îro de heye! beriya sala 1978ê sansor pirranî siyasî bû, lê îro sansor tu qanûn û sinoran nas nake. Dîsa bi henceta nehiqûqîbûnê derfeta karkirinê neda saziya nivîskaran. Di serdema berê de nivîskarê weke Semed Bêhrengî (4), di temenê xwe yê ciwantiyê de hat fetisandin, di vê serdemê de jî nivîskarên weke ”Mihemed Ceifer Puyendê (5) û Mihemed Muxtarî” (6) hatin revandin û piştre hatin xendiqandin. Em dibînîn ku di her pêvajo û dewranekê de rewşenbîr li jêr çawdêrî, zor û işkenceyên sansorê de bûne.

– Tu ji nêrînên ”huner ji bo huner” yan jî ”huner ji bo gel” kîjanê qebûl dikî?

E. Derwêşiyan: Bi ronî û aşkera ez huner ji bo gel qebûl dikim, ji ber ku ez di vê  baweriyê de me ku pêwîst e berhemên hunerî di qazanca morala civakî yan siyasî de bin. Li wir amanca min ji siyasî ne xebat ji bo bidestxistina desthilatê ye, belku beşdarbûn di paşeroj û çarenûsa xelkî û nivîsandina bi şêwaza civakî ye. Di encamek wiha de lazim e huner li gor asta qazanc û mifaya xwe bê nirxandin û bikeve ber rexneyan. Ne tenê bi pîvana statîkê lê binêrin, ew statîka ku di rastiyê de gelek ji statîka hunerî berbelavtir e. Tenê hunermendine ku dikarin û lazim e li pey rastiyan bin, û tenê mafê wanê rewa heye ku rastiyan bibînin û wan veguhêzin. Ji ber ku mirov di civakê de jiyana xwe birêve dibe û di civakê de jî ji dayik bûye. Wezifeya ku dikeve ser milê nivîskaran vegotina rastiyên civakî ne. Ez bawer im afirandina hunera dewlemend û cewherdar bê êş û jan nabe, ez ji ber vê, giringiyê didim hunera sosyal, ez şêwazên din yên hunerê red nakim, huner pir berbelav e, pir rengîn e, di her warekî de şêwazên gelek cuda digire ber xwe. Nabe tu astengî li hember afirandinê bên danan.
    
– Cih û rolê nivîskaran di Îranê de çawa dibînî?

E. Derwêşiyan: Cîhê îroyîn yê nivîskaran li Îranê pirr lerzok e, ji ber ku sansorê bawerî û girîngiya afirandina berheman nehiştiye. Sansor egera rêgir û sutêner e li hember afirandina hunerî de, heya sansor hebe nivîskar û hunermend nikarin jiyanê bi hemû aliyên wê ve veguhêzin. Weha edebiyata me ya îroyîna nabe edebiyateke cîhanî, lazim e nivîskar bikaribe bi awayekî azadane bîr û bawerên xwe derbibire. Hizr û pênûs lazim e azad bin, ew yek ji bingehên xalên serekî yên destûrnameya saziya nivîskarên Îranê ye. Heya roja ku nivîskar bo dadgehan bên vexwendin tu hêvî ji bo pêşkeftinê nîne û nivîskar bê mifa li dora xwe digere û nagehije tu encamekî.

– Mixabin di civaka me de pirraniya rexneyan vedigerînin ser nivîskarî, heta şiroveya babet û nivîsên wî, dîtinên te di vê derbarê de û herwiha cihê rexneyê di civaka me de çi ne?

E. Derwêşiyan: Di navbera nivîskar, raman û herwiha dîtinên rexnegiran li ser rewşa civakê de peywendî heye. Li wir her grup û desteyek têdikoşe û dixwaze grupa xwe bide nasandin. Ew jî tenê nasandin e, ne rexneya entelektuel û zanistî ye. Ew nivîskar li ser yê din dinivsîne û yê din jî di quncikekê de behsa karê kesên din dike. Rexneyên bi wî awayî jî gelek bê biha û xirab in. Ji ber ku rexne li gor pêwîstiyan nîn in, û ji bo serrastkirina şaşiyan tu mifayekî  nagehînin nivis û nivîskarî. Hevaltî, dostayetî, daxwazkirin û diyarkirina rexneyê ji aliyê hin nivîskaran ve adet û karek berdewam e, lê çi ji wan komployan li ser xelkê ku xwendevanên serekî ne bi bandor nîne û hevkariya darêjerên wan pilanan nake. Ji ber ku dibînîn ku asta rêjeya çapa pirtûkan berdewam ber bi kêmbûnê ve diçe.

– Gelo edebiyata kurdî hêjatî, şiyan û taybetmeniya vê yekê heye ku bibe cîhanî?

E. Derwêşiyan: Edebiyata kurdî ya niha bi hebûna kesên weke: ”Bextiyar Elî, Şêrzad Hesen, Şêrko Bêkes û Refîq Sabir” edebiyateke cîhanî ye. Wiha xuya dike ku romanên ”Êvara perperîkê”,”Henara dawî ya dinyayê” yên Bextiyar Elî dê bingeheka qurs û bihêz di astê cîhanî de bidest bixin. Şîirên Şêrko Bêkesî giha ye guhê xelkê hemû dinyayê. Bi mirina Seddamî û helweşîna dîktatoriyeta bi tirs ya wî, edeb û hunera kurdî niha baştir ber bi pêşve diçe. Niha asta belavok  û belavkerên edebî û hunerî li Başûrê Kurdistanê ji Îranê zêdetir e, û hinek caran naverok û şêweya vê digihîje pileya herî bilind.

– Ta çi radeyî nasiyarî û şahrezatiya te li ser kultur û edebiyata nivîskî ya kurdî heye?

E. Derwêşiyan: Ez rojname û belavokên edebî yên başûrê Kurdistanê dixwînim û bi nivîskar û şairên kurd re hevaltî û naskirina min heye. Herwiha min komek ji çîrokên kurdî wergerandine ser zimanê farsî û di demeke nêz de di du beşên pirtûka min ya bi navê ”Li benda baranê” de wê bên belav kirin. herwiha wergera hin ji wan çîrokan jî di belavokên edebiya Îranê de çap kirine.

– Rewşa îroyîn ya çîroknivîsiya Îranê çawa dibînî?

E. Derwêşiyan: Çîroknivîsiya îroyîn ya îranê ber bi teoriya jiyanê diçe, herçend ew yek pir cihê tirsê ye. Eger ew rewş berdewam bibe, paşeroja kurteçîrokê û heta romanê jî weke ya şîirê dibe. Nivîskarên ciwanên me, beriya ku ezmûnekê bidset bixin û dest bi xwendina berdewam û hûr li ser wergera kitêban bikin, bê liberçavgirtina pêwîstî û rewşê dest bi karê nivîsndinê dikin, di rewşek wiha de xwendevan tûşî şêwandin û teoriyên ne rast û bikêr dibin. Herçend niha bandora wan gotinên min tune ye, lê dema pêşwazî li nivîs yan jî belavokekê nehat kirin, ew nehat firotin û nivîskar tûşî zirarê hat, wê demê belku ew bi xwe bihese û pêdaçûnekê di karên xwe de bike.

– Hûn di warê nivîsînê de, li serrêbaz û mektebeke taybetî diçin? Bi giştî dîtinên we li ser rêbazên edebî çi ne?

E. Derwêşiyan:  Ez hetanî niha bi nivîskarekê/î rû bi rû nebûme û min nedîtiye ku bêje ez destpêkê li gor rêbaz yan mektebekê çûme û piştre dest bi karê nivîsandinê kiribe. (xên jî ciwanên îro ku pêştir berê xwe didin rêbaz û mektebeke cuda  û piştre dest bi nivîsandinê dikin). Ez di vê bawerê de me ku rêbaz û mektebên nivîsandinê xwe bi xwe serî hil didin, ji aliyê din dibêjin şêwaza nivîsandin, herwiha mektebên cuda heman kesayetî û ezmûna jiyana nivîskar bi xwe ye ku bi awayekî xwezayî di dema nivîsandinê de, şopa wê li ser berhemê bi cîh dîmîne. Rêbaz û şêweya nivîsandina kesekê/î ku di nava xelkê de jiyabe, kar kiribe, herwiha êş û azarên xelkê bizanibe di gel şêwaza  kesekê/î ku ji civak û xelkî dûr bûye cuda ye. Yek ji wan rewala xwe ya rojane û berdewam peyrew dike, yê din ji hestên û navxwe. Herkes li gor şiyan û asta jiyan û ezmûnên xwe dinivîsine.

– Di nivîsandina berhemekê de, naveroka wê girîng e yan form û qebareya wê, yan jî hevsengiya di navbera herduyan de?

E. Derwêşiyan:  Ew herdu jî, yanî naverok û form du babetên bi hevre ne (ji hev nayên cuda kirin), her naverokekê formek taybetî û li gor xwe heye. Di berhemeka edebî de cudakirina form û naverokê çênabe. Di naverokê de hêvênek ku di hizra hunermendî de heye, bi babeta ku derdibire tevlihev dibin û bihevre beşekê ji giştî pêk tînin, ji ber wê yekê ye ku bi hêsanî ji hev nayên cuda kirin û heman ew gişt ya ji hev cuda nekiriye ku weke naverokê tê nas kirin. Bi wî awayî naverok tenê ewa ku tê nîşan dan, weke hizir, yan hestên xwediyê berhemê nîne, belku têgeheştin û xwendina nivîskar ji hêvêna sereke derdixe ku encama dîtinên hunerî û civakiyên wî ne.

– Çîroka baş û çîroknivîsek baş lazim e xwediyê çi taybetmendiyan bin?

E. Derwêşiyan: Çîrokek baş ew e ku balkêş be, yanî dema xwêner dêra yekê jê bixwîne êdî nekaribe dest jê bikşîne û li ser xwendina wê berdewam be. Çîroka baş ew e ku xewê ji çavên xwendevan birevîne û heya hemûyê bidawî neîne hest bi aramiyê neke. Çîroka baş û çîroknivîsê baş, li gor başî û xirabiya civaka xwe berpirsiyar û dilsoz e, hevdil û hevraz e, xwendevanan ber bi asteka bilind ve dibe, aştî û aramiyê cêgir dike, li hember zilm û zordariyê serî hil dide. Nîvîskarek baş tu caran xwe sansor nake, û bi sepandinê xebatê dike.

– Berhemek çawa dikare bibe berhemek cîhanî?

E. Derwêşiyan:  Heya roja ku berhemek di nava xelkê milletekê de, qewmekê de neyê pêşwazî kirin û neyê xwendin, nikare bibe berhemeke cîhanî. Berhrmek dibe cîhanî ku li gor kultur, urf û adet û deng û daxwaza xelkê xwe hest û dijberî û evîna xwe hebe û bikaribe bi awayekî hunermendane wê evînê vebêje. Pirraniya wan berheman ku bûne cîhanî û xelatên navneteweyî wergirtine xwediyê wan taybetmendiyan in. Ehemd Şamlû (7) herwiha nivîskarê me yê efsaneyî ”Sadiq Hidayet” (8) xwediyê wan taybetmendiyan bûn. Ew ji ziman, kultur û urf û adetên xelkê xwe baş têgeheştibûn û baş fêm kiribûn ku lazim e di berhemên xwe da bi kar bînin.

– Berhemên we hetanî niha bo ser çend zimanan hatine wergerandin, hûn zêdetir ji teksta kîj wergera berhemên xwe razî ne?

E. Derwêşiyan:  Çîrokên min bi zimanên weke: îngilîzî, firansî, rûsî, almanî, kurdî, tirkî, ermenî û di wan demên dawî de jî bo ser zimanê nurwêjî hatine wergerandin. Ji hemûyan bêhtir ji wergera kurdiya çîrokên xwe ku rêzdar Ebdulla Hesenzadeyî wergerandine razî me. Lazim e bê gotin ku rêzdar Hesenzade li ser romana min ya bi navê ”Salên evirî” ya di çar bergan de jî kar dike.

– Pirraniya çîrokên we rengdana jiyan, kultur, urf û adet û hwd. ya xelkê kurd e, gelo hûn qebûl dikin ku nivîsên nivîskarên wek te »Yaşar Kemal, Selîm Berekat, Mensûr Yaqûtî” ji xeynî nivîsandina bi zimanê zikmakî, xwedî ruhek kurdane ne?

E. Derwêşiyan:  Rast e wiha ye, ez kurdim bi wê yekê jî pir serbilind im. Hemû hewildanên min ew e ku rengê kultur, urf  û adaetên gelê kurd di nivîsên min de diyar bin û xelkên welatên din jî wê kultura dewlemend û rengîn nas bikin. Ji ber ku ez di wê baweriyê de me ger hevnasîn û şahrezatî di navbera gelan de çê bibe, dujminatî û şerê di navbera gelan de jî heya radeyekê kêmrengtir dibe.

– Rewşenbîr kî ye? mirov dikare ji her nivîskarekî/ê re bêje rewşenbîr? Lazim e rewşenbîr xwedî çi taybetmendiyan be?

E. Derwêşiyan:  Rewşenbîr kesek e ku hertim pirsan bike. Bi dîtineke bi şik û guman li meseleyan binêre di her mijarekê de pirseke wî hebe. Çi deman nebêje ku gihaye rastiya tam, ew di halê gehiştina ber bi rastiyan de ye. Kesê ku bêje ez gihame rastiya tam ew kes rewşenbîr nîne, belku dikarîn bêjîn ew kes îdeoloj e. Yanî kesekê ku bawerî bi rastiyekê heye û li cem wî pir pîroz e, ew kes nikare rewşenbîr be. Li gor wê yekê ”İhsan Teberî” kesekî îdeoloj e, rewşenbîr nîne, ”Ebdulkerîm Siruş” zêdetir îdooloj e ne rewşenbîr e, lê ”Karl Marks” rewşenbîr e, ji ber ku bawerî bi wê rastiyê heye ku hemû tişt di halê guhertinê de ye û tu tişt wek xwe û negur nîne. Ew tu caran nabêje ez gihame rastiya tam, ji ber wê yekê rewşenbîriya olî ne rast e, ji ber wê şirove û sedemên ku min gotin rewşenbîr nikare  kesekê/a olî be, ji ber ku rewşenbîr li ser pirraniya meseleyan bi guman e û bi rastiya tam nizane.

– Te ji xeynî nivîsandina kurteçîrok û romanan hin lêkolînên kulturî weke: berhevkirina edebiyata nenivîskî û rojane ya kurdî, nivîsandina ferhenga Kirmanşanî, bireveriyên Seferxan û hwd. jî kirine, ji kerema xwe dikarî di vê derbarê de zêdetir agahiyan bidî me?

E. Derwêşiyan:  Ew karên cuda û zêde ku min ji xeynî janrên nivîsandina çîrok û romanan kirine, ez evîndarê wan bûm, herwiha min bi amanca alîkariyekê ji bo debara jiyana xwe ew kar kirine. Lê evîn û eşqa min ya serekî nivîsandina çîrokan e, ji wan jî kurteçîrok. Ez ji nivîsandina babetan jî hez dikim, ez bawer im e di warê nivîsandina babetan de pir serkeftîtir im. Di gotarekê de dikarim hemû tiştan rût, wek xwe bê ladan û bi gorr û tîn û bi evîn binivsînim, pêwîst nake xwe li pişt rêbaz û formên edebî de veşêrim.

– Dibe ku romana ”Salên evrî” weke serbihuriya te bê hesibandin? (hin ji xame (pênûs) bidestên Kirmanşanî ji wê nerehet in ku di wê romana we de sivkatî li hin kesan hatiye kirin) raya we di vê derbarê de çi ye? Gelo we berdewama ”Salên evrî” di 25 salên derbaz bûyî de jî nivîsandiye?

E. Derwêşiyan:  Belê rast e romana »Salên evrî« ya di çar bergan de jiyannameya min e. Jiyannameya wan kesan e ku ez di navebera salên (1951-1978)ê de bi wan re jiyame. Di êş û azar, xweşî û nexweşî û serkeftinên wan de beşdar bûme. Ez ne di vê baweriyê de me ku min di romana xwe de sivkatî û bêhurmetiya kesekê/î  kiribe. Pirraniya navên ku di romanê de derbaz dibin nerast in. Derbarê romana ”Mêrê Xezal xanimê” de jî raya hevbajêriyên min wiha bû. Ew ne tawana min e ku zor tişt tên bîra min û dibînim ku niha jî  di bîra pirraniya xelkê de nemane, herwiha şiyan û cesareta aşkerakirina wan rastiyan jî nîn in. Weke mînak: ger kesek di civakê de mirovek navdar be û ji bo xelkê vê civakê bibe mînak û sembol, ger sibê heman kes bê û saziya ”Maddeyên hişber” bi rêve bibe û ciwanan tûşî vê felaketê bike, nabe tiştek li ser wî kesî bê gotin û nivîsandin?! Gelo ew yek bêhurmetî ye? Wî  bi xwe bêhurmetiya xwe û hemwelatiyên xwe kiriye. Yan mamostayek ku ferqê di navbera şagirdên xwe de bike, nabe tiştek li ser wî bê gotin?  Ger wiha be  ferqa mamostayên weke: Daryuş Nîkgoyê Kirmanşanî, Hurmuz Gurciyê Beyatî, Yehya Rehîmî, Behmen İzettî, Qurban Husênî, û hwd. Di gel kesên din di çi de ye? Ferqa ”Cîhan Pehlewan Textî” bi xelkê din re di çi de ye?

– Raya te derbarê çîroknivîsên Kirmanşanê weke: ”Elî Mihemed Efxanî, Mensûr Yaqûtî, Larî Kirmanşanî, û…” çi ye? Bi giştî çîroknivîsiya Îranê çi qas deyndara bajarê Kirmanşanê ye?

E. Derwêşiyan:  Eli Mihemedê Efxanî bi nivîsandina romana ”Mêrê Xezal xanimê” giringtirîn û mezintirîn roman di dîroka edebiyata Îranê de bi zimanê farsî nivîsandiye ku heyanî roja îro jî kesekî/ê romaneke wiha (bi wateya rastîn ya romanê) nenivîsandiye. Herdema ku min derfet hebe e vê romanê car din dixwinim, lê romana wî ya bi navê ”Serfirazên newala Qeresu”yê weke romana wî ya yekem serkeftî nebû, karên wî yên vê dawiyê hêdî hêdî ber bi xirabiyê ve diçin. Derheqa Mensûr Yaqûtî lazim e bêjim ku wî di jiyana xwe de zirarek mezin dît, ku herwiha bû sedema paşdamayîna wî. Girtîgeh, guşar, nexweşiyên jiyanê, bêkarî û zehmetiyên debara jiyanê, tev bûn rêgir û sedemên paşdamayîna wî. Wî heya salên 1980an bi hêz û şiyaneke baş kar kir, berhemên wî şopa xwe hebûn, wî şahkarên weke: ”Çirayek li ser lotika çiyayê Madiyan” nivîsandine, lê ji ber wan gîr û girift û sedemên ku min qala wan kir, ku piştî sala 1980yê serî hildan nikarî weke berê berdewam bibe. Hêvîdar im rewşa jiyana wî ber bi başiyê ve biçe ku em dîsa bibin şahidên bişkiftin û serkeftinên wî, lê herçend ku ”Larî Kirmanşanî” pir nivîsandiye û li ser rewşa jiyan û jîngeha çîna bindest û karker şareza ye, nivîsên wî çînek navend helbijêrê û ew di astek bilind de nîn in. Ez nivîsên wî bi giştî red nakim, ji ber ku berhemên wî xwendevanên xwe yên taybetên hene û hevkariya bişkiftin û pêşdeçûna asta xwendewariyê di Kirmanşanê de kiriye. Ji şairên îroyîn yên Kirmanşanê lazim e ”Pertew Kirmanşanî” neyê ji bîr kirin ku bi şîirên xwe yên navçeyî û xwemalî xwedî resenayetî û rastgoyiyek bê mînak in. Lazim e jiyana saxlem û kesayetiya serbixwe ji ciwanên me û zarokên paşeroja me re bibin paradayim û mînak, şîirên navçeyî û xwemalî gotina serzarê xelkê ne. Tu caran li hember atmosfera ku li ser civakê zal e serî netewandiye.

– Ger ji we bixwazin ku gelê kurd bi gelên din bidin nasandin, ew nasandin çawa dibe?

E. Derwêşiyan: Gelê kurd xwedî kulturek kevin û dîrokî ye ku ew dîrok pir giring e. Gelê kurd camêr, zulim lêkirî, xebatger, têkoşer û mandînenas in.

– Gelo nivîskarên kurd li rojhilat, başûr û beşên din yên Kurdistanê karîne edebiyata kurdî bi gelên din yên cîhanê bidin nasandin?

E. Derwêşiyan: Edeb û kultura kurdî, bi hebûna nivîskar û şairên jêhatî weke: Reûf Bêgerd, Şêrzad Hesen, Bextiyar Elî, Necîbe Ehmed, Şêrko Bêkes, Letîf Helmet û bi dehan kesên din di cîhanê de xwedî cihek taybet in û lazim e bêjim ew ji başûrê Kurdistanê ne, ku ji ber xebat û berxwedanek berdewam ya gel, bi taybet piştî serhildana sala 1991ê û piştî bidestxistina azadî û cihgirbûna demokrasiyê ber bi pêşde çû.

Rengînî û şêwaza belavkerên ku li başûrê Kurdistanê çap dibin, ew qas berbiçav in ku mirov şaşo û maşo dikin, lê mixabin li rojhilatê Kurdistanê rewş wiha nîne, ji ber ku nivîskar û şair li vê beşa Kurdistanê herdem li jêr zext, tehdîd û sansorê de bûne û nekarîne li gor pêwîstiyê bin. Lê dikarim ji wan, navê kesên weke: ”Hejar, Eta Nehayî, Nasir Wehîdî, Mensûr Yaqûtî, İbrahim Yunisî û Elî Mihemed Efxanî” bêjim.  Ji şairên başûrê Kurdistanê: (Şêrko Bêkes, Letîf Helmet, Ebdulla Peşîw û Refîq Sabir) naskirî û xwedî sengek taybet in. Herwiha Cegerxwîn ji rojavayê Kurdistanê. Ji nivîskaran jî: ( Hesen Qizilçî, Mihemed Mukrî, Ehlam Mensûr, Necîbe Ehmed, Şêrzad Hesen, Reûf Bêgerd, Azad Berzincî, Bextiyar Elî, Merîwan Wurya Qani, Rêbwar Siwîleyî û Ferhad Pîrbal). Derheqa nasandina edebiyata kurdî ji aliyê nivîskaran ve lazim e bêjim erk û wezifeya ku dikeve ser milên nivîskarên başûrê Kurdistanê, bi taybet li Silêmanî û Hewlêrê de ew erk zêdetir e, piştî têkçûna rijîma Beis ya zalim, ew yek bi leztir ber bi pêşde diçe, herwiha reng û bêhneka din bi xwe ve girtiye.

– Hûn ji pêkhatin û damezirandina saziyekê ji bo pênûsbidestên kurd piştevaniyê dikin?

E. Derwêşiyan: Ew saziya ku hûn qala wê dikin wê li ku derê pêk bê? Li başûr yan rojhilatê Kurdistanê? Ger li başûr be bêşik û bê dudilî şanaziyê pê dikim ku ez jî bibim endamekê biçûk di vê saziyê de. Lê li Îranê ez endamê saziya nivîskarên Îranê me, ku ez wê saziyê weke mala xwe ya duyem dihesibînim. Pirraniya şair û nivîskarên kurd li Îranê de endamên vê saziyê ne, ku xwedî dîrok û xebateke 35 salî ya li dîjî sansor û hewildana ji bo bidestxistina azadiya hizr û pênûsê ye. Ji ber vê yekê damezirandin û pêkhatina saziyeke wiha li Îranê li jêr her navekî de bi baş nabînim. Ew sazî (Nivîskarên Îranê) ked û encama hewl û xebata pirraniya endamên xwe yên xebatger û netirs weke: Mihemed Muxtarî, Mihemed Ceifer Pûyende, Xefar Husênî, Ehmed Mîr Elayî, Ehmed Şamlo, Ehmed Mehmûd, Celal Alê Ehmed û M. E. Bêh Azîn û gelek kesên din e.

– Saziya nivîskaran niha di çi qonaxekê de ye?

E. Derwêşiyan: Di rewşa niha de saziya nivîskarên Îranê di qonaxeka lawaz û rawestiyana ji neçariyê de ye. Piştî kursa dubare dest bikarkirina hewil û têkoşîna saziyê ku bi gotara 134 dest pê kir, sazî rastî zirareke mezin hat. Mihemed Muxtarî û Mihemed Ceifer Pûyende hatin renandin û hatin xeniqandin, lê saziyê baştir û bi teisîrtir ji berê xebata xwe domand.

Du caran kombûna endamên giştî pêk hat. Endamên saziyê bûn çar beramber, lê kombûna sêyê ya endamên giştî ku qirar bû di zivistana 2002yê de pêk were ji ber wan giriftên ku hatin rêya saziyê bûn sedema rêgirî û lawazbûna wê. Lê di wê pêvajoyê de jî saziyê bi çalakiyên cur bi cur li dijî sansor û piştevaniya ji azadiya hizr û pênûsê xebata xwe berdewam kir. Di qonaxa nû de du jimarename ji aliyê saziya nivîskarên Îranê hatin belav kirin ku ked û encama dîtin û hizra endamên saziyê ne.

– Pêşniyar û raya we ji bo ciwanan çi ye, bi taybet wan kesên ku bixwazin dest bi karê nivîsandinê bikin?

E. Derwêşiyan: Ew ciwanên ku berê xwe didin karê nivîsandinê û jê hez dikin lazim e du xalan ji bîr nekin, yek: ji her derfetekê ji bo xwendinê mifa werbigirin. Lazim e felsefê bixwînin, dîrok, rexneyên edebî, çîrok, roman û şanoname û senariyoyên fîlman, herwiha ew bebtên ku peywendî bi edebiyat û hunerê hebin, lazim e ew bi hûrgilî bên xwendin. Xala duyem: ew e ku ezmûngeriyê ji bîr nekin. Nivîskarbûn bê rûbirûbûn û têkelbûn bi civakekê ku têde dijîn ne mumkîn e, her ji ber wê ye ku nivîskarên weke: Mihemed Elî Cemalzade û Buzûrg Elewî dema ji welatê xwe dûr dikevin êdî mîna berê nikarin binivsînin. Ew sedema komkirin û bidestxistina ezmûn û nêzîkatiya bi jiyana xelkê re ji dest didin. Êdî ew tenê dikarin li ser bîr û bawerên xwe yên pêşîn bin. Êdî hêvêneka nû di berhemên wan de nayê dîtin û digihîjin merheleya dûbarekirinê, lê nivîskarên ku li derveyî welat in baş dest bi kar bûne, ji ber ku bi grupeka mezin ya koçberan re têkel bûne û girêdanek di navbera wan de çê bûye. Koçberên ku her yek ji wan bi serê xwe xwedî menseb û pêgehek taybet in. Riza Qasimî heraz û hevsazê şevaneya grupa ”Jenyarên sazan” û Şehram Rehîmiyan ”Dr. Nûn ji jina xwe zêdetir ji (Musediq)î hez dike” ji wan kesan in. Di dema nivîsandinê de lazim e hizra xwendevanan bê kirin. Lazim e xwendevan ji teksta ku ber destên wan e tamê bistîne. Sadenivîsndin yek ji bingehên serekî ye ku lazim e em hîn bibin. Armanca min ji sadenivîsandinê ne sadehizirkirin e. Her şêwazek di sadeyiyê de nîşaneya jîrtiyê ye, çi di nivîsandinê de, çi di hilbijartina cil û bergan de û çi di xwarinê de. Nivîsandina sade ji bo xelkê nayê wê wateyê ku em li gor xwesteka wan binivsînin, belku lazim e bi şêwazek cewherdar û bi wate be. Lazim e ew bixwînin û zor jî bixwînin, lazim e tecrubeyan bidest bixin û rêwitiyê bikin. Karê hunerî karekî berdewam e. Eşq û evîn jê re lazim e, di karê hunerî de tu wateya westanê nîne. Jê re bi temamî hewildan pêwîst e. Lazim e ew hînî zimanên biyanî bibin û berhemên nifşê xwe yên berê, bab û bapîrên xwe bi hûrî bixwînin.

1. Huşeng Gulşîrî: Nivîskar û rojnamevanê hemdemê Îranî bû ku piştî Sadiq Hidayetî bi bandortirîn çîroknivîsê Îranê tê hesibandin.

2. Dr. Mihemed Museddiq: Siyasetmaedarê Îranî bû ku di salên (1951-1953) de bi qasî du salan serokwezîr bû. Lê piştre bi pîlana Amerika û Ingilistanê hat ladan.

3. Saziya Nivîskarên Îranê: Saziyek çandî û kulturî ya serbixwe ye ku di sala 1968ê de li Îranê hatiye damezirandin, xebatên wê saziyê zêdetir ji bo nehiştina sansorê ye.

4. Semed Bêhrengî: Çîroknivîs, lêkolînvan, wergêr û şairê Azerî bû, di sala 1968ê de ji ber xebat û çalakiyên xwe yên rewşenbîrî bi destê îstixbarata Îranê (Sawakê) hat kuştin.

5. Mihemed Ceifer Pûyende: Nivîskar, wergêr û rewşenbîrê hemdemê Îranî û endamê çalak yê saziya nivîskarên Iranê bû, di sala 1991ê de ji ber nivîs û xebatên xwe ji aliyê îstixbarata Komara Îslamî ya Îranê hat kuştin. Hêjayî gotinê ye ku di wan salan de îstixbarata Îranê dest bi kuştina rewşenbîr û siyasetmedaran kiribû ku ew kuştin bi rêzeqetlan meşhûr e.

6. Mihemed muxtarî: Şair, nivîskar, wergêr û rexnegirê îranî bû, di sala 1998ê de di encama rêzeqetlan bi destê îstixbarata Îranê hat kuştin.

7. Ehmed Şamlo: Nivîskar, Şair, edîb, wergêr, ferhengnivîsê îranî ye. Navdariya Şamlo zêdetir ji ber şîirên wî yên nû (azad) e.

8. Sadiq Hidayet: Nivîskar, wergêr û rewşenbîrê îranî bû, ew ji pêşengên çiroknivîsiya nûjen ya Îranê tê hesibandin.

NOTE: Xwendevanên hêja ev hevpeyvîn ji rojnameya Rojhilat, sala yekê, hejmara (6), 26.06.004, ku li Rojhilatê Kurdistanê derdikeve hatiye wergirtin û ji zimanê farsî hatiye wergerandin.

dîtin: 145

Pêveker:

elî eşref derwêşiyanî hevpeyvîn dêrsim oremar