• Têketin
  • Ziman
li gel Hunermend Şivan Germavî – Demhat Dêrikî

li gel Hunermend Şivan Germavî – Demhat Dêrikî


barkirin: Gulan 3, 2013, 11:13


Hunermend Şivan Germavî yek ji hunermendên xwedî helwest, kesatiyek giranbiha û û nefisbiçûk yê devera Behdînan e. Şivan Germavî li sala 1979’ê di nava malbeteke welatparêz, xak hez ku amadeye hemû malbatê pêşkêşî xaka Kurdistanê bike tê dinyayê. Her ji biçûkayî were heza hunera Kurdî û strangotina Kurdî di nava rih û hestên wî de heye û ev rih û hest ligel kesatiya wî mezin dibin. Hêj biçûkatiya xwe de gelek strana dibêje. Lê yekem car wek televîzyon, li sala 1995’ê derdikeve ser ekranên televîzyona Xebat (ku niha navê xwe Duhok e) û yekem strana xwe ya bi navê; Şîrîn Şekir dibare distirîne. Bi dehan stranên Şivan hene ku yek bi yek in. Li sala 2002’yê CD’iya xwe ya yekem bi navê Nezivre ve derdixe. Piştî 10 sala û di encama kar û xebata 5 sala de CD’iya xwe ya duyem ya bi navê Sal Bûrîn pêşkêşî hezkiriyên xwe û strana Kurdî dike. Hunermend Şivan Germavî derçûyê qanûnê ne, ew niha li parêzgeha Duhokê parêzere. Me serdana wî li parêzgehê kir û bidilxweşî bersiva pirsên me der barê alboma xwe û çend pirsên din de da:

Kekê Şivan berî derbasî hevpeyvîna xwe bibin, pîrozbahiyê li te dikin ji bo CD’êya te ya nû?

Gelek sipasiya we dikim, sipasiyên xwe pêşkêşî malpera Avestakurd û te kekê Demhat dikim, bixêrhatina we dikim û cihê dilxweşiya min e ku hûn îro li vir amadebûne û hêvîdarim ku bikarbim bersiva pirsên we bidim

Kekê Şivan berî demeke kurt, CD’iya te ya bi navê SAL BÛRÎN kete bazarê, der barê kar û xebata vê berhema nû de dikarin çi bibêjin, çawa derbas bû?

Destpêkê dixwazim bibêjim, ev 5 sal bûn ez bi vê CD’iyê ve mijûl bûm heta min karî li gorî dilê xwe, heza dilê xwe çêbikim. Li sala 2002’yê CD’iyeke min derket, ji wê salê heta 2012’yê, ango di nava van 10 sala de 5 sal jê bi CD’iya SAL BÛRÎN ve mijûl bûm. Ev CD’iya ji 12 tirakan pêk tê û CD’î ji berhemê Vîn production e, ew bi hemû barên CD’iyê rabûne. CD’î ji 12 strana pêk tê, helbest yên van helbestvana ne; Edîb Çelkî, Demhat Dêrikî, Heval Sedî, mamosteyê nemir Sebrî Botanî, Şaban Silêman, Ednan Yûsiv, Mela Saîdê Xelatî, 2-3 stran floklorin û 2-3 awaz yên min in. CD’î li 15/3/2012’yê kete bazarê. Lê bi rastî gelek keyfa min hat ku min karî ku wê heza xwe ya hinde sala û zehmetiya hinde sala bi vê CD’iyê ve birî bigihê guhdarên strana Kurdî û hêvîdarim cihê dilxweşiya wan be.

Çima weha derng ma, piştî 5 salan jinûve CD’iya te ya nû derket, egerên xwe çi bûn?

 Evê pirsa te dikarim bi du rengan bersiv bidim, yek ez xwendevan bûm, min li zanko a qanûnê dixwend û weku hunermend ji bo min gelekî zehmet bû hunera xwe û xwendinê bi hev re bikim, lê keyfxweşim ku min karî xwendina xwe jî bikim û bawernameya qanûnê bigirim. Ya duyê jî ti kopmaniya nebûn xwe li berhemê min xwedî derkevin, li vê dawiyê dezgeh derketin û gelek sipas ku Vîn berhema min derxist.

Lê ev nabe egera dûrkirina Şivan û hezkiriyên Şivan ji hev ku weha bi salan Şivan bê deng bimîne?

Belê, ve tişt raste, dûriya miorv bandorê dike ku hezkiriyên miorv dûr bikevin, lê ez bawerim ew hezkiriyên Şivan Germavî pirsa Şivan dikirin û pirs dikirin, dihatin cem min pirsa rewşa min dikirin û digotin çima heta niha ti berhemên te dernakevin, eger mesele pere bin em amadene? Ev e dibû cihê dilxweşiya min, bi rastî min gelek cara gotiye ez amademe rihê xwe jî gorî van hezkiriyan bikim madem hezkiriyên weha hene. Bila albom 3’ê sal, 4 sal, 5 sal dereng bimîne, lê bila berhmeke baş be ku tu di wê berhema xwe de paşerojê bibîne. Gelek cara hunermend stranan dibêjin, tomar dikin lê piştî bi çendê salan ji aliyê hezkiriyên hunera Kurdî ve ew stran geş dibe, ji ber ku hêdî hêdî xelk wê stranê, qîmetê wê stranê têdigihe.

Heta niha Şivan Germavî çend albom tomar kirine û alboma xwe ya nû li gorî yên berê çawa dinirxîne?
Destpêka min ya hunerî min yek yek stran digotin, tomar dikirin û li dezgehên me yên ragihandinê belav dikirin wek radyo û televîzyon ne bi şêwayê albom. Heta nêzîkî 15 strana min yek yek gotin, lê piştî hingê min dît heza hezkiriyên min ber CD’iyê ve çû, ango êdî diviyabû hezkiriyên xwe bi albomekê têr bikim. Li sala 2002’yê CD’iya min ya bi navê NEZIVIRE VE derket, gihişte destê hezkiriyên stranên Kurdî. Ji wê demê were ev CD’iya min ya duyê (Sal bûrîn) derdikeve, min 2 CD’î hene û nêzîkî 15 stranên yek bi yek hene. Wek cudahiya di navbera CD’iya niha û ya berî vê, bê guman her ku diçe weku teknolojiya pêşketîtire, weku têgihiştina mirov ya hunerê baştire, bo mûzîkê bo hilbijartina helbest û awaza pirtire, helbest weku destpêk neşehrazî hebû, lê niha baştitre, ji aliyê xwedîderketina kompaniya li me baştire, her tişt ji berê baştire.
Şivan Germavî asta hunera Kurdî li devera Behdînan çawa dibîne?
Ev pirs gelek cara ji min hatiye kirin, hunera Kurdî li devera Behdînan kariye xwe bigihîne asta herî başî, gelek kes hene karîne sînoran bibezînin û xwe bigihînin guhên gelek Kurdan

Weku nav, nimûne?

Em bibêjin hunermendên me yên ji nava me koçkirîn, weku Tahsîn Taha, Eyaz Yûsiv, Erdewan Zaxoyî…van kesan sînor derbas kirine. Bê guman hunermendên me yên niha jî hene tiştên baş kirine û şiyane xizmeta hunera Kurdî bikin, lê ji aliyekî din ve jî weku bira dibêjim neweku xwe ji wan mezintir bibînim hine divê xwe ji teqlîdê dûr bikin, em hemû xwe ji vê rêkê dûr bikin, em koka strana Kurdî derbixin holê û rastiya strana Kurdî bigihînin xelkê me, bo gelê Kurd. Em bixwazin berhmekî biafirînin ku sibe li ser zimanê nifşan be, ne îro hebe û sibe bê ji bîr kirin.

Niha li devera Behdînan hindek hunermend hene salê carekê CD’iyekê derdixin, lê miorv di nava stranên wan de ti hêviyê nabîne ku xizmeta strana Kurdî dikin, berûvajî bandoreke neyînî li hunera Kurdî dikin, li civaka Kurdî dikin, gelo Şivan vê di warê erênî û neyînî de çawa dibîne?
Aliyê başî, niha huner piranî bûye bazirganî, hindek hunermend hene pirtir li aliyê bazirganî temaşe dikin û dibêjin ‘hezkiriyên min hene, bila bikeve bazarê’, lê hin hunermend jî hene li bazirganiyê temaşe nakin, li pere temaşe nakin, lêbelê li asta stranê temaşe dikin, ango hewl didin tiştek baş bikin, berhemek baş ji mêjû re bihêlin, tevlî bi hunera Kurdî bikin. Lê hindek hene em dibihîzin ku di salekê de 2 CD’iya derdixin, lê di vî warî de herkes biryara xwe dide, girdayî wan hunermendane. Lê bi rastî huner ne karek biçûke, karek wisane ku çend gotin bêne ba hev û awazek jêre ji çep û rast bê dîtin. Huner bi serê xwe afirendineke kûre ku ber bi civakê û hestên civakê ve diherike. Divê em tucara ji bîr nekin ku huner jî bandoreke mezin li keç û xortan dike, li endamên civakê dike, lewma divê mirov bi bal û nazik û di rêpîvanên şop hiştinê de nêzîk bibe. Belê, gelek dengê xweş hene, lê ger ev dengên xweş di nava teqlîd û dûrketina ji hunera Kurdî de wenda bibe, gelek mixabîniye.

Di dema niha de Şivan Germavî pirtir kîjan hunermendê devera Behdînan nêzîkî dilê xwe dibîne û jê hez dike?
Ez Hesen Şerîf mamosteyê xwe dibînim, hunereke wî ya berketî û paqij heye û hêvîdar im em jî bikarbin li paşerojê hunereke weku ya wî paqij û serkeftî bikin.

Kekê Şivan li dema amadekariya kilîpa Sal Bûrîn de, tiştek balkêş hatibe serê te yan astengiyên derketîn çi bûn, amadekarî çawa derbas bûn?

Bi rastî dema me dest bi kilîpê kir tev bi astengî derbas bû, yek ji wan rojeke gelek sar bû, dem sar bû, ez ji serma direcifîm. Nimûne dema derhêner ji min re digot vê tevgerê bike ji serma tevgera min sînorê xwe derbas dikir, ez gelek direcifîm. Tim dilê min dixwest agirekî hilkirî hebe û ez xwe biavêjim nava agir. Ya duyê derhênerî gote min divê tu li demjimêr 6:30 sibehê amade bî daku em biçin cihê wênegirtina kilîpê. Li dema 6:30 sibehê derhênerî telefona min kirî min ji xwe re got ev xewne gelo? Min bawer nekir ku ev kesan me hene ku li 6:30 sibehê telefona min bike û bibêje ezê li hêviya te. Bi rastî wê demê kele girî bûm ku va me kesên weha hene bi karê xwe ve girêdayî ne, girîngiyeke mezin didin kar û cidî nêzîkî karê xwe dibin. Sipasiya kekê Sîpan Adil jî dikim ku weha kedeke mezin dide karê xwe û bi karê xwe ve girêdayî ye û heta min di telefonê de jî weha gotiyê. Li 6:30 sibehê dema em çûne cihê kilîpê jî, li dema kişandina kilîpê ew ronahiyên (pijoktor) hêj xulek (deqekek) derbas nebûbû hemû şewitîn. Hema dikarim bibêjim destpêka kilîpê min ti sûd nebû. Lê dema bi dawî bû û kete ser ekranên Vîn TV’yê, ew mandîbûn hemû bû keyfxweşî, gelek dilxweş bûm û gelek kesan telefona min kit û keyfxweşiya xwe ji kilîpê re anîn.

Ji bo kar û xebatên Şivan Germavî yê paşerojê Şivan çi dibêje, ango em bibêjin hezkiriyên Şivan Germavî 5 sala li benda Şivan bin da CD’iya din derkeve?

Heger ez nikaribim CD’iyan jî çêbikim, ezê stranên yek bi yek çêbikim û nahêlim hezkiriyên Şivanî jê tehin bibin, ango nahêlim bibêjin; ev bû çi? Ev tu li kûyî? Çima ev dereng mayîn? Ezê yek yek bibêjim. Lê niha jî telefona helbestvana dikim ger helbestên bi dilê min hebin û berketî bin dê amadekariyê bo CD’iya din bikim, 5 sal din bin yan 10 sal din, ya girîng ew e ku berhmeke berketî be, şopa xwe bihêle. Ango naxwazim hezkiriyên Şivan Germavî bibêjin ‘xwezî te ev CD’î dernexistibane’.

Di dawiyê de heger gotineke we hebe?
Di dawiyê de gelek sipasiya we dikim, bi rastî cihê dilxweşiya mine ku niha li virin û gelek sipas bo malpera we Avestakurd jî ku hûn wisa girîngiyê didin hunermendan û li wan digerin, pirsan ji wan dikin. Hêvîdarim min bi vê CD’iya xwe ne tenê ji bo devera Behdînan ji bo hemû parçeyên Kurdistanê xizmeta xelkê xwe kiribe. Dubare hûn bixêr hatin, li ser serê min çavê min hatin, sipas.

Avestakurd

dîtin: 427

Pêveker:

li gel hunermend Şivan germavî demhat dêrikî