• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hevserokê Meclisa Gel: Em qebûl nakin du hêzên leşkerî li Rojava hebin

Hevserokê Meclisa Gel: Em qebûl nakin du hêzên leşkerî li Rojava hebin


nivîskar: Ahmet YILMAZ
barkirin: Rezber 17, 2014, 12:27


Hevserokê Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) Sînem Mihemed diyar kir ku berî niha ENKS’ê behsa du hêzan dikir û wiha got: “Me jî ev ne pejirand. Ji ber ku ezmûnên zor di derbarê hebûna du hêzên leşkerî de heye û ev jî dibe sedema rê li ber şerê birakujiyê veke. Zagonekî ji bo parastina Rojava heye. Bila bên û beşdar bibin.”

Sînem Mihemed derbarê civînên ku ev çend rojin li Dihokê di nava Kantonên Rojava û ENKS’ê de didomin de agehdarî da RojNewsê û wiha got: “Em weke rêveberiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê û Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriye (ENKS) di civînê de bi berdewamî dixwazin di navbera Kurdan de yekîtiyek çêbikin. Weke di rewşekî niha ya pir hestiyar û giring de, ji ber berxwedana Kobanê heye. Niha berxwedana Kobanê bi nav û deng bûye. Ji ber heya niha me nehêlaye DAIŞ derbasî herêmên me bibie.”

Hevseroka MGRK’ê wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Sedemekî hêzên YPG/YPJ niha bûne du hêzên navdar û li hemberî DAIŞ’ê şer kirine û karîn DAIŞ bişkênin. Ji bo wê jî serkeftineke mezin ji bo gelê Kurd anîn. Ji bo gelê Kurd di aliyê leşekerî û hem aliyê siyasî û dîplomasî de serkeftinekî mezin çêkiriye. Bi berxwedana Kobanê pirsa Kurd bû pirsa navneteweyî. Ji ber wê di dema berxwedana Kobanê de û parastina Rojava de gelê Rojava jî li gel hêzên YPG/YPJ’ê cih girtin. Ji bo wê em li gel ENKS’ê civiyan û ew beşdarî rêveberiya Rojavayê Kurdistan nebûn. Em hêvî dikin di vê civînê de encamekî baş derbike. Ji ber ku tenê xeterî ne li ser Kobanê ye, ev li ser Amed, Hewlêr û tevahî Kurdistanê heye.”

Derbarê helwesta Tirkiyê ya li beramberî Rojava jî, Sînem Mihemed wiha got: “Her kes û gundên li ser sînor dizanin ku Tirkiye piştgiriya DAIŞ dike. Li gorî tê gotin tişta Tirkiye dixwaze bi DAIŞ ‘ê bide kirin, tişta ji Tirkiyeyê tê xwestin ew e ku piştgiriya xwe ya ji bo DAIŞ rawestîne.”

Li ser beşdarbûna ENKS’ê ya di nava YPG’ê de jî Mihemed wiha got: “Me ji bo her alî û her kesek bang kiriye ku bên tevlî nava YPG’ê bibin û tevlî parastina Kobanê bibin. Ji ber ku Kobanê hebûn û nebûna Kurdane. Ji bo wê ger dixwazin bên tevlî YPG’ê bibin rê vekiriye. Ji ber tevlîbûna YPG’ê erkekî neteweyî ye.”

Em du hêzan qebûl nakin

Hevseroka MGRK’ê bersiva pirsa ‘Gelo hûnê qebûl bikin ku du hêz li Rojava hebin?’ da û wiha got: “Berê jî ENKS’ê behsa du hêzan li Rojava kir. Me ev red kir. Em ti demê du hêzan qebûl nakin. Ji ber em dizanin wê pirgirêk gelek çêbibin. Di vê mijarê de em xwedî ezmûnin. Heya dibe sedema şerê birakujiyê. Zagonek ji bo parastina Rojava heye û bila tevlî bibin. Em jî dixwazin her kesek û aliyek xwedî li erka xwe derbikeve.”

Hevseroka MGRK’ê Sînem Mihemed di dawiya axaftinên xwe de bal kişand ser encama civîna ku ev çend roje li Dihokê didome û wiha got: “Bêguman em gihan encamekê û em ne bê hêvî ne. Em bawer dikin serkeftin a me ye.”

PEYWEND KURDÎ

DİHOK/ROJ NEWS

dîtin: 261

Pêveker:

hevserokê meclisa gel em qebûl nakin du hêzên leşkerî li rojava hebin