• Têketin
  • Ziman
Hêzên artêşa Tirk û hêzên Kurd pêkve tevgereke leşkerî pêk anîn

Hêzên artêşa Tirk û hêzên Kurd pêkve tevgereke leşkerî pêk anîn


barkirin: Rêbendan 23, 2015, 12:32


Hêzên artêşa Tirkiyê û hêzên YPG bi boneya parestina Tirba Silêman Şah tevgereke leşkerî pêk anîn.
Pêkve tevgerîna hêzên Atêşa Tirkiyê û hêzên Kurdan ji ber ku di nîv sedsala 20 an de çalekiyeke yekeme ku dijî hêzeka dîtir tê pêkanîn xwedî giringiyeka mezine.
Tevgera leşkerî her çend pêşde nexşa wê hatibe danîn jî îro bo raya giştî hate aşkerekirin. Piştî tevgera leşkerî rayedarên Tirkiyê beşdarbûna YPG aşkere nekirin. Lê belê ji Navenda çapemeniya YPG daxuyaniyek hate dayîn û hate sepandin ku hêzên YPG jî li gel hêzên artêşa Tirkiyê beşdarî tevgerê bûne û tevgerê di van çend rojê dawî de bûye mijara hevdîtin û pêkve nexşdanînê.

Daxuyaniya YPG di ANF de hate belavkirin. Daxuyanî wehaye;

 

“Bi beşdariya maşînên zirxî û leşkerên artêşa Tirk re, duh bi şev li Tirba Silêman Şah operasyonek hatiye lidarxistin. Ev operasyon bi agahiya Fermandariya me ya YPG’ê û bi beşdariya hêzên YPG’ê yên Kobanê pêk hatiye. Fermandariya me, daxwaza dewleta Tirk û xwesteka hêzên koalîsyonê nirxand, ev operasyona ku aliyê wê yê însanî derdikeve pêş bi guman nedît û operasyon erê kir.

Li dû nîqaşên 4 rojan ên di navbera hevalên me yên erkdar ên ji aliyê Fermandariya me ya Kobanê ve hatin diyarkirin û rayedarên dewleta Tirk de, plana operasyonê hatiye zelalkirin. Di vê çarçoveyê de, duh bi şev saet di 21:00 de, maşînên zirxî û hejmarek diyar a ji leşkerên artêşa Tİrk ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê ketine nava sînorên Kantona Kobanê. Artêşa Tirk, di rêya berê hatibû diyarkirin de, li gel maşînên hêzên me bi pêş ve çû û xwe gihand Tirba Silêman Şah. Hêzên me yên di mewzîkirin û îkmalkirina leşkerên Tirk ên li qadên di bin kontrola hêzên me de wezîfedar bûn, ev wezîfeya xwe di dema vekişînê de jî bêkêmasî bicih anîn.

Operasyona ku hêzên me bi awayekî aktîf tê de cih girt, bi awayekî serketî bi dawî bûye.”

dîtin: 419

Pêveker:

hêzên artêşa tirk û hêzên kurd pêkve tevgereke leşkerî pêk anîn