• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hêzên Parestina gel li ser bûyerên Lîcê daxuyaniyek belav kir

Hêzên Parestina gel li ser bûyerên Lîcê daxuyaniyek belav kir


barkirin: Gelawêj 21, 2014, 12:02


Navenda ragihandina HPG li ser bûyerên Lîcê yên ku ji bo danîn û rakirina peykerê Şehêdî Kurd Egîd(Mahsum Korkmaz) rû dayî daxuyaniyek belav kir. Di belavokê de tête diyarkirin ku di dema hilweşandina peykerê Şehêdî Kurd Egîd de hêzên Gerîlla li ser hêzên ewlekariyê yên Tirk gule barandine û di vê lêdanê de hêzên tirk windayî dane.

Tevayiya daxuyaniyê ji aliyê ANF ve hate weşandin.

Daxuyaniya hatî belavkirin wehaye.

 

“Gelê me yê welatparêz ê Licê, di asta xwecihî û bi keda xwe ne li bajêr û deştê, hê zêdetir li qada ku dibin kontrola gerîlayan de ye li Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar bi wesîleya salvegera 15’ê Tebaxê bustê hevalê Fermandarê Mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) daniye. Bicihkirina vî bustî bi înîsiyatîfa xwecihî û bi awayekî xwezayî wek egereke dilsoziya gelê me ya bi nirxên xwe re hatiye fikirandin û çêkirin. Lê belê ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ên hezm nekirine bîranîna vî şoreşgerê pêşeng ê gelê me qîmetekî mezin dide û fermana rakirina bust dane. Hêza ku ev ferman daye tenê bust ne aniye xwarê, mîna taaruzekê êrîşî şehîdgehê kirine. Bi piştgiriya gelek wesayitên zirxî, 4 helîkopterên kobra û 3 hezar leşkeran re komkujiyek hatiye armanckirin. Vê hêzê di nav wan de ku bi piranî  îxtiyar, zarok û jin jî hene bi çekan êrîşî gelê me kirine. Di vê êrîşê de ciwanê me yê bi navê Mehdîn Taşkin şehîd ketiye, gelek mirovên me jî birîndar bûne. Yên tu derbe nexwarine jî ketine mizgeftê û di cihên cuda de xwe veşartine û bi vî awayî rizgar bûne. Di heman demê de bi kepçe û dozeran ku anîne hatiye armanckirin ku şehîdgehê bi temamî xera bikin.
Hêzên me yên gerîla ku agahiya şehadetê û birîndarkirinê gihişt wan, ji bo gelê me yê li Şehîdgehê yê ji aliyê wesayitên zirxî û helîkopteran ve hat dorpêçkirin zêde windahiyan nedin ji 5 milan ve mudaxele kirin. Hêzên me hewl dane  artêşa Tirk gulebarandina li hemberî gel rawestîne û bi tevahî texrîbkirina Şehîdgehê asteng bike. Di vê mudaxeleyê de hin wesayitên zirxî û du helîkopter hatine derbkirin. Di şerê rû daye de hatiye dîtin ku ji hêzên artêşa Tirk hin windahî jî çêbûne. Li ser vê yekê hêzên artêşa Tirk bê tevahî Şehîdgehê texrîb bikin ji qadê vekişiyane.

Di vê bûyerê de kesên dibêjin ku gelê Kurd provokasyon kiriye divê destpêkê êrîşên bi çekên giran ên artêşa Tirk ên li hemberî gelê sivîl û bê parastin bibînin. Provokasyona esasî ev e ku mudaxeleyeke bi vî awayî pêk hatiye.
Li aliyê din eger bi rastî wê çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd pêş bikeve û tê gotin ku wê tiştên baş çêbibin, çima ev qasî aciz dibin ku gelê Kurd bi awayekî azad xwedî li nirxên xwe derdikeve! Eger wê gelê me li nirxên xwe yên ji wan bawer dike xwedî dernekeve li cihekî çolberê bîrdariya rêheval Fermandarê nemir Egîd (Mahsum Korkmaz) ê di têkoşîna azadiyê de bûye sembol li Şehîdgeha xwe bi cih neke wê çareseriya behsa wê tê kirin çawa pêk bê! Aşkera ye ku dewleta tehemûl nake bîrdariyeke şehîdekî li Şehîdgehekê bê danîn wê çawa pêvajoya çareseriyê pêş bixe bi guman e. Eger wê çareserî pêş bikeve, vîna azad a gelê Kurd bênaskirin ma çêkirina bustê mîlîtanekî pêşeng ê bûye sembola têkoşîna azadiyê û ew bust li Şehîdgehê bicih kirin ne tiştekî ji rêzê ye!

Li aliyê din piştî danîna bustê Fermandarê nemir Rêheval Egîd ku leşkeran pêl serê bust kirin, poz dan û ew li organê medyayê belav kirin, êrîş û heqareteke mezin a li hember rûmet, şeref û heysiyeta gelê Kurd e. Li wir a pêlê kirinê rûmeta gelê Kurd e. Wê gelê Kurd ti carî vê ji bîr neke. Kesên ku di her firsendê de ji me dixwazin em rêz nîşanî nirxên wan bidin, eger nirxên me bi wî awayî bixin bin lingan em ê çawa jiyaneke hevpar ava bikin! Yên xwedî vê zîhniyetê hêzeke leşkerî ya nirxên gelê Kurd dike bin piyan bi sedema, ‘Em ê bust bînin xwarê’ bêyî bêje zarok, jin û îxtiyar êrîşî gel dike wê gelê me çawa dost bibîne! Bûyera ku pêl bustê Heval Egîd kirine ne bûyereke ji rêzê ye. Pêwîst e gelê me li ti deveran li hemberî vê heqareta nemerdane bêdeng nemîne. Li her cihî helwesta xwe ya girseyî nîşan bide û hesab bipirse. Em bawer in wê gelê me vê bi awayekî zanebûn, rêxistinkirî û li gor feraseta me bike.

Ji hêzên me yên gerîla yekîneyên cur bi cur yên ev bûyer bihîstîn bi armanca mîsîlemeyê û hişyariyê ketine nav çalakiyan. Li vir armanca esasî ev e ku hewl danên berevajî ruhê pêvajoyê û êrîşên bêsînor ên li hemberî nirxên gelê me bên rawestandin. Pêwîst e armanca esasî ya çalakiyên gerîlayên me wiha bên fêmkirin.

Di vê hikûmeta AKP û dewleta Tirk zanibe ku bi taybet di her çalakiya sivîl-siyasî ya li Licê pêk tê ku ciwanekî me tê şehîdkirin wê gelê me û tevgera me bêdeng nemîne. Zarokên ciwan ên gelê me yê Licê yên welatparêz wê timî pêşengên vê berxwedanê bin û wê zanibin hesab ji hêzên mêtinkar û qetlîamker bipirsin. Em rêhevalê me û Şehîdê me yê hêja Mehdîn Taşkin ê bi fedakariyeke mezin li ber xwe da û şehîd ket, bi hurmeteke mezin bibîr tînin. Em soz didin bîranîna wî di têkoşîna azadiyê de bidin jiyandin. Em sersaxiyê ji malbata şehîdên me re û tevahî gelê Licê û gelê Kurdistanê re dixwazin.

 

dîtin: 237

Pêveker:

hêzên parestina gel li ser bûyerên lîcê daxuyaniyek belav kir