• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hêzên Pêşmerge 17 gund li Kerkûkê kontrol kirin

Hêzên Pêşmerge 17 gund li Kerkûkê kontrol kirin


barkirin: Rezber 1, 2015, 1:07


Hat ragehandin ku berbanga doh (30’ê Îlonê) Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê di oparasyoneke berfireh de ji bo kontrol kirina 19 gundên rojavayê Kerkûkê ku di destê çekdarên Grûpa dewleta Îslamî (DAÎŞ)’ê de ne,  êrişî herêmê kirine û karîne çend gundan bi temamî kontrol bikin.

Ligor medyayên Başûrê Kurdistanê, êriş di demjimêr 4:00’ê serê sibê ya (30’ê Îlonê) li du aliyên Telwerd û Hewîceya rojavayê Kerkûkê pêkhatine û di encamê de li eniya Telwerdê pênc gund û li bilindahiyên Hewîceyê jî gundê Gubeybe bi temamî ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatiye kontrol kirin.

Êriş bi piştevaniya firokeyên hêzên hevpeyman yên li dijî Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)’ê pêkhatiye.

Girêdayî oparasyonê, fermandarê Hêzên 70 ya pêşmergeyan, Ceifer Şêx Mistefa ragihand, di encama oparasyonê de şehîd û birîndarên wan hene, lê ligor berfireh bûna oparasyonê û bombeyên çandî ehjmara qurbaniyên şer gelek kême.

Ligor gotina Şêx Mistefa, pêşmergeyan karîne gundên Egêdat, Sey Xelefe, Telwerda Kevin, Şerîkeya Kevin, Baregaha Lîwaya 47 û Kewas Kurd kontrol kirine û pêşrewiyên wan berdewamin.

Herwiha Sekerterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, Mihemed Hacî Mehmûd ji kanala NRT re ragihand: ’’tevî ku pilana kontrol kirina qezaya Hewîcê di pilana me de nebûeye, lê hêzên pêşmerge 22 kîlometran ji Hewîcê dûrin’’.

Ligor gotina Hacî Mehmûd, heya niha hêzên pêşmerge ji 19 gundên di destê DAÎŞ’ê de 17 gund bi temamî kontrol kirine.

Derbarê amara qurbaniyên êrişê  de tevî ku agahiyên zelal li ber dest nînin, lê ligor çavkaniyên herêmî heya niha 15 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane û 22 birîndar jî hene.

Çekdarên Grûpa Dewleta Îslamî(DAÎŞ)’ê piştî girtina bajarê Mûsilê, di êrişa bo ser rojavayê Kerkûkê de ku şêniyên wê piranî Ereb in, ev herêm jî kontrol kiribûn.

 

 

dîtin: 206

Pêveker:

hêzên pêşmerge 17 gund li kerkûkê kontrol kirin