• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Hikûmeta Tirkiyê penaberan radestî grûpên radîka dike

Hikûmeta Tirkiyê penaberan radestî grûpên radîka dike


barkirin: Rezber 24, 2015, 2:26


Osmaniye – Egîd Çolî-
Dema grûpeke koçberan dixwestin bi riya Tirkiyê re derbasî welatên Ewrûpayê bibin, ji aliyê hêzên hikûmeta Tirkiyê ve hatine girtin û ev nêzî du mehan e nehatine berdan.
Hejmara wan kesan 200 kes e û nêzî bajarê “Doz Îcê” e ya girêdayî parêzgeha Osmaniyê di nava kampan de têne ragirtin.
Hêjayî gotinêye ew koçber di 6’ê Tebaxê de dema ji bo kirîna pêdawîstiyên xwe çûbûne bazarê, hatine girtin.
Tê îdîa kirin piştî demekê ji girtina koçberan, Hukumeta Tirkiyê nêzî 120 kes ji wan radestî grûpên radîkal yên weke “Ehrar El-Şam” li Sûriyê kirine.
Hejmarê koçberên ku di kampan de girtî mane mane nêzî 80 kesane û di nav wan de malbat jî hene.
Ligor zanyariyên peyamnêrê Rewanbêjê, Egîd Çolî ji wan koçberên girtî, 6 kes Kurdin û yek ji wan kesan nîgarvanê Karîkatoran Şahîn Berzencî ye.
Ligor yek ji wan penaberan ku niha di kapmê de destesere “cendirme nahêlin ku ew ji kampê derkevin û jiyana wan li vir di zehmetiyan de ye” Kesê ku nexwestiye avê wî bê aşkera kirin ji peyamnêrê Rewanbêjê re gotiye, ”Me carekê hewil da ji kampê birevin, em du şevan di nava daristanekê de bê xwarin man, lê cendirmeyan em girtin û bi bêrêzî û lêdanê em vegerandin kampê”.
Hêjayî gotinê ku ciwanên Kurd yên girtî bang li hemû rêxistinên navnetewî û yên bi kar û barên koçberan re mijûl dibin kirin ku
Bi hukûmeta Tirkiyê re têkevin nava têkiliyan, ji bo ku bêne berdan, di daxwaznameya wan de tê ” Hukumeta Tirkiyê du rê dane pêşiya me, yan wê me teslîmî girûpên radîkal yên Sûrî bikin, yan dê me ji b demeke dirêj û di şert û mercên zehmet de di kampê de girtî bihêlin”.

dîtin: 251

Pêveker:

hikûmeta tirkiyê penaberan radestî grûpên radîka dike